Connect with us

Nûçe û Rapor

Beriya biryara sekinandina wî: Mihemed al-Casim Abû Amşa..qiraleke tawan, dizîn û talankirinê li Sûriyê

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Yamin al-Xalid- Heleb/Toreya ASO ya Nûçeyan
(Ev rapor hatiye amadekirin beriya biryara sekinandin Mihemed al-Casim “Abû Amşa” derkeve û li ser agahiyên piştrast yên di derbarê kiryarên girûpên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê li navçeyên di bin kontrola wê de, hatiye amadekirin)

“Girûpa Sultan Silêman Şah” ya girêdayî Tirkiyê û tê naskirin weke amûra Tirkiyê ya sereke ji bo dagirkirina xaka Sûriyê, ew girûpa xwedî serweriya herî zêde li gundewarê bakurê Helebê ye, Mihemed al-Casim “Abû Amşa” yê ku nû hat sekinandin, rayedarê wê bû û rayedarê herî nêzî Tirkiyê bû, wî endamên girûpa xwe li ser daxwaza Tirkiyê şandin şer li Ezrebîcan û Lîbiya, her wiha ev girûp di guhertina demografîk de ya li gundewarê bakurê Helebê beşdar bû.

Çetebûna girûpê:
Tevî şandina girûpa “Sultan Silêman şah” ji bo şer li Ezrebîcan û Lîbiya, rayedarê girûpê Mihemed al-Casim “Abû Amşa” mûçeyên hezar endamên ku berî dan Lîbiya û Ezrebîcanê dizîn piştî ku soz da wan bi mûçeyên bilind.

“Ibrahîm al-Ahmed” navekî ne rasteqîn yê endamekî ji girûpê veqetiyayî ku ji ber tirsa li ser jiyana xwe nexwest xwe eşkere bike, got ku wî li gel çekdarên sûrî yên çete li Lîbiya û Ezrebîcan beşdarî şer bûne: “Di Cotmeha 2020’an de me li gel zêdetirî 200 çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê berê xwe da Ezrebîcanê, Tirkiyê bi rêya dergehê Bab al-Selama bi erebeyên mezin me derbasî navçeya Xazî Entab kirin û piştre bi rêya balafireke sivîlan em veguhestin balafirxaneya Istenbol, ji wir ve bi rêya balafireke leşkerî em birin Ezrebîcanê”

“Ibrahîm al-Ahmed” her wiha dibêje ku li Ezrebîcanê gelek çekdarên din li me zêde bûn û hejmara me gihişt derdora 1500 çekdarên girûpa Silêman Şah, girûp 2 mehan li wir beşdarî şer bû, Abû Amşa soz dabû ku her endamek wê 2000 dolar ji bo her mehekê werbigire, li gorî wê gerek “Ibrahîm al-Ahmed” 4000 dolar wergirtiba, lê wî tenê 2000 dolar wergirt. “Ibrahîm al-Ahmed” rayedarê girûpê “Abû Amşa” tawanbar dike bi dizîna pereyan.

Xwestekên çeteyan ji bo pereyên wan bê encam bûn
Piştî çete ji Ezrebîcanê vegeriyan, daxwaza pereyên xwe kirin lê wan pereyên xwe bi dest nexistin ji ber desthilatdariya xurt ya rayedarê girûpê Mihemed al-Casim “Abû Amşa”.
“Ibrahîm al-Ahmed” dibêje ku piştî ew vegeriya dît ku ne ew tenê rastî vê xapandinê hatiye, zêdetirî 1000 çekdarî rastî heman tiştî hatin ji ber hemû rayedarêN girûpê nexwestin pereyên çekdaran bidin. “Ibrahîm al-Ahmed” tekez dike ku hejmarek girûpên Artêşa Niştimanî ya girêdayî Tirkiyê li Lîbiya û Ezrebîcanê beşdarî şer bûn mîna”Sultan Silêman Şah”,”Sultan Mûrad”, “Eniya Şamî” û “Girûpa al-Hemzat”.

Gendeliya Girûpa Sulêman Şah
Girûpa Sulêman şah bi kiryar û binpêkirinên xwe navdar e, ev yek li navçeya Efrîn bi giştî û li navçeyên di bin kontrola wî de mîna navçeya Şiyê (Şêx Hedîd) bi taybetî, di dema dawî de gelek dosyayên gendeliyê eşkere bûn mîna kuştin, işkencekirin, talankirin û ferzkirina baceyên ne rewa. Ev kiryar bûn sedem ku yek ji xizmên Mihemed al-Casim “Abû Amşa” di vîdiyoyekê de behsa gendeliya di nava girûpê de bike, “Ebdilxefûr Omer” ku hevjînê keça Abû Amşa ye, bi rêya ragihandina civakî behsa van binpêkirinan dike ku yek ji wan ew bû ku Ebdulxefûr kete zindanê û ji bo serbestberdana wî bêhtirî milyonek dolar hat xwestin.

Her wiha Ebdulxefûr diyar kir ku Abû Amşa çar çekdarên xwe yên kurd di zindanê de bê sûc kuştin û piştî ku xeber gihişt dagirkeriya tirk, birayê Abû Amşa yê ku tê naskirin bi navê “Sêf” goreke komî li derveyî navçeya Şiyê ji wan re kola û her çar têde veşartin, Ebdulxefûr her wiha behsa kuştina herdu rayedarên navdar yên girûpê “Hazim Zêno” û “Zûhêr Emniya” ji aliyê Abû Amşa ve kir piştî ku wî ew girtin û işkence kirin di zindanên veşartî de.

Ebdulxefûr behsa dizîna zeviyên zeytûnan û ferzkirina baceyên mezin li ser cotkaran kir, her wiha behsa rewşa ewlehiyê li wê navçeyê kir û got ku rewş metirsîdar e û sivîl bi darê zorê û dibin gef û tirsê de tên hikumkirin.

Kiryarên qirêj yên van girûpan, dagirkeriya Tirkiyê dixe astengiyan de
Gelek dosyayên gelendî û kiryarên xirab yên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê gihiştin asta ku wan girûpan bixin lîsteya terorê ya navdewletî û sazî û rêxistinên navdewletî balê bikişînin ser kiryarên wan. Ev yek di dema dawî de bû sedema acizbûnekê di nava xelkên biyanî yên li wan deveran bi cih bûne, ji ber ku ew xelk xwedî girûp in ku piştgiriya wan dikin û ew ne mîna xelkên Efrînê yên bê piştgir in û hejar in.

Kiryarên van girûpan û şopandina wan Tirkiyê xist astengiyê ji ber vê yekê wê Abû Amşa da sekinandin bi riya “komîta dijî binpêkirinan” li Efrînê. Ev yek hat piştî daxwaza çêkirina dadgeheke leşkerî di bin navê “Komîta dijî binpêkirinan” da ku li gendeliyên di derbarê Abû Amşa de binêre û bi vê yekê kolanê hinekî rehet bike û raya giştî ya navdewletî li dijî Tirkiyê neyê şuxilandin. Bi vê yekê dadgeh hat çêkirin ji kesên oldar û leşker û komîteyê dest bi karê xwe kir, rayedarên girûpa Sultan Silêman Şah ketin nava lêpirsînê. Komîte ji Wayil Qasûm, Muwefaq Al-Omer, Abdilalîm Al-abdela û Ahmed Ulwan pêk dihat, ev hemû kes girêdayî Meclisa Islamî ya Sûriyê ne ku Tirkiyê piştgiriya wê dike û vê meclisê dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê re rewa dîtiye.

Dadweriya kesekî gendel ji aliyê komek kesên gendel ve
Di 19ê Berçileya 2021 de, Abû Amşa birayê xwe yê bi navê Sêf Al-amşa teslîm kir û li dadgehê çend saetan kete lêpirsînê de, lê ev yek bê encam derket, piştre Abû Amşa birayê xwe yê rayedar ji karê wî yê nava girûpê dûr xist û li şûna wî rayedarê bi navê Husam Abûd ku birayê damezirînerê “Tevgera Ahrar Al-şam” ya Islamî “Hesan Abûd” e, erkdar kir.

Piştî çend rûniştinên lêpirsînê yên ne cidî, Abû Amşa di 5ê Sibata niha de li pêşberî komîteya dij binpêkirinan rûnişt û ji bo vê yekê wî gelek hazirtî jê re kirin ku bûn sedem ew ji darizandinê xilas bibe û tenê biryar derkeve ku ew ji kar were sekinandin di nîvê meha Sibatê de.

Li gorî jêderên xwecihî rola Abû Amşa nema ji ber vê yekê Tirkiyê xwest ku wî bi awayekî ne cidî bide darizandin, ji ber ku komîteya darizandinê di bin biryara Tirkiyê de kar dike û mîna Abû Amşa xizmeta berjewendiyên Tirkiyê dike.

Li gorî jêderên xwecihî ji Toreya ASO ya Nûçeyan re diyar kirin, rûniştina darizandina Abû Amşa li cihekî girtî li Efrîna dagirkirî ji aliyê komên girêdayî Tirkiyê ve, hat kirin. Di rûniştinê de hemû endamên komîta çêkirî û hejmarek rayedarên leşkerî yên hin girûpan amade bûn, di nav wan de rayedarekî Eniya Şamî “Abû Umer” yê ji bajarokê Qalat Al-madîq li gundewarê rojavayê Hemayê ye, herwiha Fehîm al-Îsa rayedarê grûpa Sultan Murad amade bû, rûniştina darizandinê nêzî 5 demjimêran dirêj kir û piştre Abû Amşa vegeriya navçeya di bin kontrola xwe de “Şiyê/Şêx Hedîd” bêyî ku were darizandin, piştre di 16ê Sibata 2022an de biryara dûrxistina wî ji kar derket.

Heman jêder didin xuyakirin ku Sedema ne darizandina Abû Amşa ne ew bû ku ti sûc nekiribû, lê ji ber ku wî kar kir ji bo ku endamên komîtê û hin rayedarên leşkerî û hin rûsipiyên êlan li rex wî bisekinin û ti birayarên giran di derheqê wî û girûpa wî de dernexin û ji bo vê yekê wî gelek pere da wan.

Jêderên Toreya ASO ya Nûçeyan tekez kirin ku Abû Amşa hewil da ji destpêkê ve ku bi riya pereyan gelek kesan li derdora xwe kom bike, weke mînak wî bêhtirî 30 hezar dolar diyarî berdevkê komîteyê “Wayil Qesûm” kir bi bihaneya ku ev alîkarî ji bo dadgehê ye, herwiha wî tirimbêlek diyarî rayedarekî Eniya Şamî kir, cureya tirimbêlê SPORTAC bû ku buhayê wê derdora 8 hezar dolar e, wî tirimbêleke din diyarî rayedarê girûpa Sultan Murad “Fehîm Îsa” kir, Abû Amşa bi dehan xortên êlên ereb yên gundewarê Hema bi riya dayîna çek û pereyan û bicihkirina wan li navçeya Şiyê li derdora xwe kom kirin, herwiha wî gelek pere dan ji bo ku rayedarekî Eniya Şamî ji zindanê serbest were berdan piştî ku bi sûcê gendeliya darayî ketibû zindanê û Abû Amşa bi riya pereyan ew xilas kir.

Fêsel Awad ku rojnamevan e û li Idlibê dimîne ji Toreya ASO ya Nûçeyan re dibêje “Pir zehmet e ku girûpên girêdayî Tirkiyê girûpa Abû Amşa tune bikin, eger ku rola Abû Amşa nemîne jî, dê girûpa wî bimîne ji ber ku hemahengiya Tirkiyê bi vê girûpê re xurt e û piştgiriya Tirkiyê jê re jî xurt e, herwiha sedema dûrxistina Abû Amşa ji kar ew e ji bo ku Tirkiyê bide xuyakirin ku ew li dijî gendeliyê ye tevî binpêkirinên mezin yên li navçeyên di bin kontrola girûpên wê de, ji ber vê yekê ji bo Tirkiyê dûrxistina Abû Amşa ji kar nabe pirsgirêk eger girûpa wî bimîne”

Hin kes dibînin ku belkî Abû Amşa were razîkirin eger ku neyê darizandin û eger dosyayên derheqê wî de mezin bin, dibe ku Tirkiyê wî tune bike tevî ku ev ne ji adatên Tirkiyê ye, ji ber ku ta niha Tirkiyê girûpa Ahrar al-Şerqiyê û rayedarê wê Abû Hatim Şeqra tune nekirine tevî ku ew girûp kete lîsta terorê de.

Abû Amşa hatiye naskirin ku ew kesekî zordar e, bi endam û rayedarên girûpa xwe re jî zordar e, sivîlên li navçeyên di bin kontrola girûpa wî de tên naskirin ku ew bi çek û agir tên hikumkirin û ti kes nikare serî li hember wan rake, Abû Amşa di gelek vîdyoyan de hat dîtin ku ew bi xwe serpereştiya bipêkirinên derheqê sivîlan dike û dikare xwe ji tawanbariyê dûr bixe bi riya gefxwarina derheqê sivîlan de, wî dikarîbû gotinên jinekê biguherîne piştî ku wê jinê ew tawanbar kir bi destdirêjiya li ser wê, wî ew mecbûrî vê yekê kir.

Ev girûp xizmeta Tirkiyê dikin.. ne Sûriyê
Yek ji çalakvanên gundewarê Idlibê behs dike ku girûpên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê ketine bin xizmeta Tirkiyê ne Sûriyê, ji ber ku tenê armanca wan bûye danheva pereyan û desthilatdariya li ser sivîlan ku bi vê yekê dikarin xwe li wan navçeyên dagirkirî bi hêsanî xwe xurt bikin û ev yek pêk tê. Di dema ku rayedarên van girûpan ketine pêşbirka danheva pereyan û desthilatdariyê, li aliyê din kompaniyên Tirkiyê dest danîne ser warê aborî mîna elektrîk, enternêt, çandinî, pîşesazî û hemû qadên din yên aborî.

Jêderekî xwecihî ji navçeya Şiyê/Şêx Hedîd ya ku bûye wargeha girûpa Sultan Silêman Şah ji Toreya ASO re diyar dike ku rewş aloz û hestiyar bû dema ku lêpirsîn di derheqê Abû Amşa û rayedarên din de dest pê kir û di wê demê de girûpê xwest ku xelkê navçeyê razî bike û ji bo vê yekê wan awayê danûstandina xwe bi xelkê re guhert di hemû saziyên li navçeyê.

Heman jêder dibêje ku dadgehkirina girûpa Silêman Şah bibû gotegotên kolanên navçeyê di wê demê de, lê niha rewş vegeriyaye wek berê. Abû Amşa tê naskirin ku gelek şêwe û kiryarên wê yên qirêj hene ku dikare kesên dijberî xwe ceza bike, ji ber vê yekê her kes di aliyê girûpa wî de bi tirs e. Di wê dema dadweriyê de gelek sivîl dixwestin ku Abû Amşa were zindankirin û girûpa wî bi temamî ji holê rabe, lê hêviyên wan bi ser neketin piştî ku encamên destpêkê yên dadgehkirinê eşkere bûn ku hat xuyakirin dadgeh ne cidî ye, lê îro piştî ku Abû Amşa ji kar hat dûrxistin, hinekî kolan rehet bûye. Li Efrînê herdem tirsa ji demên pêşerojê, heye.

Silêman Şah dizî û binpêkirin kirine
Hin jêderên ji Efrîna dagirkirî diyar dikin ku komên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, diziya gelek mal û milkên sivîlan kirine û gelek baceyên ne rewa li wan sepandine, ev hemû di bin gefên girtina kesên li hember biryarên wan derkevin, herwiha wan gelek malên kurdên deverê yên resen desteser kirine û projeyên kesane dane destpêkirin û kel û pelên xwarinê û sûtemenî bi riya bazirganên girêdayî xwe (Bi taybet yên girêdayî girûpa Silêman Şah) hatine desteserkirin.

Girûpa Sultan Silêman Şah dest daniye ser hemû navçeya Şiyê/Şêx Hedîd û gundên derdora wê, ev yek bi piştevaniya dagirkeriya Tirkiyê ku dixwaze ev girûp bi hêztir bibe. Di destpêka dagirkirina Tirkiyê û vê girûpê ji Efrînê re, vê girûpê malbatên kurd yên resen dane koçberkirin û li şûna wan bi hezaran koçberên ji deverên din yên Sûriyê bi cih kirin, herwiha wan zevî û malên kurdan firotin yan pirojeyên xwe di wan de dane destpêkirin.

Mihemed al-Casim “Abû Amşa” ji gundekî derdora bajarê Siqêlbiyê li gundewarê rojavayê Hema ye, di sala 2013an de hat xuyakirin dema ku koma bi navê Xet al-Nar ava kir û beşdarî hin şerên li dijî rêjîma Sûriyê bû li gel hin girûpên radîkal, piştre nakokî di navbera wî û Hayet Tehrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê) de derketin û koma wî ji holê rabû, di encamê de reviya Tirkiyê ya ku piştgirî dayê û girûpa wî ya niha jê re ava kir û ji bo şerê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk da şuxilandin, herwiha Tirkiyê ew girûp di guhertina demografîk û şerê li Lîbiya û Ezrebîcanê de bi kar anî ku bi vê yekê bû girûpa herî nêzîk ji Tirkiyê re.

Copyright © 2017 Aso Network.