Nûçe û Rapor
Girûpên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê sersaxiyê ji bo serokê al-Qayîda Aymen al-Zewahirî dixwazin
Kuştina serokê al-Qayîda Aymen al-Zewahirî di encama êrîşeke ezmanî ya Amerîka li paytexta Afxanistanê Kapol di 31ê Tîrmeha borî de, karvedaneke wê ya mezin hebû li ser gelek rayedarên girûpên çekdar yên girêdayî Hayat Tahrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê), herwiha rayedarên girûpên girêdayî Tirkiyê, piraniya van rayedaran girêdayî vê rêxistinê ne û beriya niha endamên girûpên girêdayî wê bûn li Sûriyê, ev yek beriya ku tevlî girûpên bi navê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê bibin.
Oldarê giştî yê Hayat Tahrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê) Abdilrehîm Aton yê tê naskirin Abû Abdela al-Şamî li ser hesabê xwe yê Telegramê nivîsand “Rehma xwedê li Şêx Aymen al-Zewahrî be, xwedê wê di Ferdosa buhişta xwe de li gel pêximber û şehîdan de bi cih bike, ev cih li gorî wî ye ji ber ku wî ji ola xwe re kar kir û şer û berxwedan jî kir nêzî nîv sedsalê yan zêdetir, ew rastî zindankirin, îşkencekirin û koçberkirinê hat lê ranewstiya, rehma xwedê li te be Bavê Mihemed, xwedê gora te xweş bike û malbat, heval û dostên te razî bike û sebrê bide wan”.
Abû Mariya al-Qehtanî yê ku yek ji navdêrtirîn rayedarên Hayat Tahrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê) ye, li ser Telegrama xwe çend helbest ji bo al-Zewahrî belav kirin û xemgîniya xwe anî ziman.
Abdilrehman al-Idrîsî rayedarekî ji Tûnisê ye, ji nava Hayat Tahrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê) veqetiyaye, niha li navçeyên di bin kontrola girûpên girêdayî Tirkiyê de dimîne, wî jî li ser Telegrama xwe wiha nivîsand “Xwedêyo tu rehma xwe li ser ŞÊx Aymen al-Zewahrî bibarîne û wî li gel pêximber û şehîdan bi cih bike. Ew çiyak bû ji çiyayên berxwedan û fedekariyê û ev yek wê dîrok nifiş li pey nifiş bibêje”.
Saad al-Alî (navekî ne rasteqîn yê çekdarekî girûpa Sultan Silêman Şah e) di vê derbarê ji Toreya ASO ya Nûçeyan re got ku gelek rayedarên girûpên çekdar yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê bi awayekî ne eşkere xemgîniya xwe anîn ziman li ser kuştin Aymen al-Zewahrî.
Herwiha got ku Muhamed al-Casim ango Abû Amşa yê ku rayedarê vê girûpê ye, di civîneke sibehê ya endamên xwe li navendeke xwe ya navçeya Şiyê got ku rehma xwedê li al-Zewahrî be û behsa serpêhatiyên wî kir û got ku ev ji bo hemû misilmanan wendahiyeke mezin e ku rayedarekî bi vî rengî ji nav me bar kir.
Abû Amşa hişyarî da endamên xwe ji ber egera ku Amerîka operasyonên bi vî rengî li dijî rayedarên misilman yên din pêk bîne mîna Abû Muhamad al-Cewlanî serokê Hayat Tahrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê).
Herwiha heman jêderî got ku di girûpên Whatsapp yên çekdaran de guftûgoyên zêde hatin kirin û tê de hemû çekdaran xemgîniya xwe anîn ziman derbarê kuştina al-Zewahrî de li ser destên Amerîka ya ku dibînin ew dijî şoreşa misilmanan e.
Heman jêderî diyar kir ku rayedarekî din yê girûpa Feyleq al-Şam, Abû Hefis al-Umer yê ku ji Xûteya rojhilat a gundewarê Şamê ye, di girûpeke Whatsapp de got ku aliyê Aymen al-Zewahrî kuştiye, dijminê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê ye û vî alî herdem rayedarên me yên misilman kuştine.
Samî al-Sixêta mamosteyê zimanê Ingilîzî ye û li Tirkiyê dimîne, ji Toreya ASO re got ku sedema xemgîniya van girûpên çekdar û nemaze Hayat Tahrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê) ew e ku ew di koka xwe de girêdayî rêxistina al-Qayîda ne.
Herwiha diyar kir ku her kes dizane ku meseleya vcudakirina Hayat Tahrîr al-Şam ji rêxistina al-Qayîda tenê hxapandineke ji bo ragihandinê ye da ku Hayat Tahrîr al-Şam bide xuyakirin ji Amerîka re ku ew girûpeke ne radîkal e û piştgiriyê bistîne ji bo dest danîna xwe li ser Idlibê.
Herwiha dibêje ku gelek rayedarên Hayat Tahrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê) bi rêxistina al-Qayîda di nava têkiliyan de ne û wan bi vê rêxistinê re demên dirêj li Afxanistan û Iraqê şer kirine. Lê girûpên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê xwedî heman raman in bi rêxistina al-Qayîda re û tevî ku carinan di hin xalên biçûk de ne wek hev in, lê ew di bingeha xwe de yek raman in ji bo avakirina dewleta islamî û tunekirina kêmnetewên din.
Ew berdewam dike û dibêje ku gelek rayedarên van girûpan beriya niha di nav rêxistinên xwedî ramanên nêzî yên al-Qayîda bûn mîna Hayat Tahrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê), rêxistina DAIŞ, û partiya islamî ya Tirkstanê.
Herwiha got ku kesên oldar yên navdar li bakurê Sûriyê mîna Abdilrehîm Aton, Abû al-Yaqzan al-Masrî, al-Mihêsinî û yên din xwedî têkiliyên xurt in bi hemû girûpên çekdar re tevî Hayat Tahrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê), û ew di heman demê de alîgirên mezin yên rêxistina al-Qayîda ne.
Al-Sixêta diyar kir ku ne ecêb e dema ku ev girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê xemgîn in li ser kuştina Aymen al-Zewahrî, ji ber ku wan beriya niha xemgîniya xwe anîn ziman derbarê kuştina serokê berê yê DAIŞê Abû Bekir al-Baxdadî û al- Qureşî jî.
Gelek rayedarên van girûpên çekdar dixwazin bi fermî sersaxiyê bixwazin derbarê kuştina al-Zewahrî de lê ew metirsîdar in ku weke girûpên terorîst bêne nîşandan.
Hin kesên din yên ku Toreya ASO li bakurê Sûriyê hevdîtin bi wan re çêkir, dibînin ku dewleta dagirker ya Tirkiyê jî piştgiriya girûpên radîkal yên islamî dike bi awayekî ne eşkere, ji ber ku wê Tirkiyê derbasbûna bi hezaran cîhadî hêsan kir li ser sînorê xwe ji destpêka bûyerên Sûriyê di 2011an de û ew ta niha piştgiriya girûpên radîkal dike mîna partia islamî ya Tirkistanê.
Beriya niha jî artêşa Tirkiyê xwedî têkiliyên baş bi rêxistina DAIŞê re bû, ev yek dema ku DAIŞ beşekî mezin li Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê kontrol dikir beriya ku DAIŞ were hilweşandin li ser destên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymaniya Navdewletî.
Hêja ye gotinê ku gelek endam û fermandarên ne sûrî di nava girûpên çekdar yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê hene, nemaze li nava girûpa Feyleq al-Şam û ya Ahrar al-Şarqiya, herwiha di nav wan de gelek endam hene ku beriya niha di nava girûpên radîkal de bûn û di bin ala wan de şer dikirin, ew girûpên xwedî heman ramanên rêxistina al-qayîda bûn.