Nûçe û Rapor
Xwestekên ji Bakurê Sûriyê ji bo Bidawîkirina Dagirkeriya Tirkiyê û Yekrêziya bi Rêveberiya Xweser re
Beşek ji xelkên Sûriyê yên li Bakurê Sûriyê dest pê kirine bi daxwaza nêzîkatiya bi Rêveberiya Xweser re, ev yek cihekî giring girtiye, nemaze piştî nêzîkatiyên di navbera rêjîma Tirkiyê û Hikûmeta Sûriyê di dema dawî de û eşkerebûna niyetên Tirkiyê yên xirab, ev yek hat piştî salên dirêj yên bêdengkirina van dengan bi riya tirsa ji girtin û kuştina li ser destên girûpên girêdayî Tirkiyê.
Walaa Azam (çalakvan û rojnamevan e li bajarê Idlibê dimîne), dibîne ku di rewşa niha de veqetandina ji dagirkeriya Tirkiyê gelekî giring e.
Ew ji Toreya ASO ya Nûçeyan re dibêje (Tirkiyê rojekê ji rojan ne hevalê miletê Sûriyê bû, wê ji destpêka şerê li Sûriyê kar kir ku berjewendiyên hevbeş bi hêzên xurt li Sûriyê ava bike mîna Amerîka, Rûsiya û Îran, wê ji bo vê yekê gelek navçe û parêzgehên Sûriyê radestî Hikûmeta Sûriyê û Rûsiya kir beramberî destkeftîne li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê).
Herwiha dibêje (dewleta dagirker a Tirkiyê Artêşa Niştîmanî ava kir û bi hêz kir ne ji bo şerê li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê û rêxistina DAIŞê, armanca wê ji vê yekê şerê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk bû û dûrxistina Kurdan ji sînorê wê bû).
Welaa bi riya Toreya ASO daxwaz dike ku xelkên Sûriyê yên li bakurê Sûriyê bi Kurdan re bibin yek ji ber ku Kurd li bakur û rojhilatê Sûriyê beşek in ji çekera demografîk ya Sûriyê.
Herwiha ew dibîne ku dagirkeriya Tirkiyê dosyaya 4 milyon penaber li ser xaka xwe bi kar anî ji bo wergirtina alîkariyên mirovî ji yekîtiya Ewropa û karkirina kesên sûrî yên dewlemend ji bo geşepêdana aboriya Tirkiyê ya xirabûyî.
Welaa dibêje (divê ku xelkên Sûriyê yên li bakurê wê rastiya dagirkeriya Tirkiyê nas bikin û bi Kurdan re bibin yek ji bo avakirina dewleteke demokratîk û piralî û dûrî sernizmiya ji dewletên derve re).
Herwiha ji ASO re diyar kir ku kurdan xelkên Sûriyê yên hemû parêzgehan, pêşwazî kirin û bajarên kurdî mîna Dirbêsiyê, Qamişlo û Efrîn yên destpêkê bûn ku piştgirî dan şoreşa Sûriyê beriya ku ev şoreşa bibe çekdar li ser destên girûpên çekdar yên ku piraniya xelkên Sûriyê wan napejirînin.
Di heman mijarê de, xortê zanîngehê Alaa Qasim (navekî ne rasteqîn e) yê ku xelkê bajarê al-Bab yê gundewarê rojhilatê Helebê ye, dibêje ku Tirkiyê bûye xeteriyek li ser miletê Sûriyê li bakurê welêt û ti kes nizane ku ew plana çi dike, herwiha her kes biryarên wê yên ne cidî nas kiriye.
Ew dibîne ku axaftinên Tirkiyê yên dawî derbarê lihevhatina bi hikûmeta Sûriyê re, dê bûyerên xirab li pey xwe bînin, ev yek cihê metirsiyê ye ji bo xelkên Sûriyê yên li bakurê welêt û yên li ser xaka Tirkiyê.
Herwiha dibêje (Ji destpêka bûyerên Sûriyê û Erdoxan behsa xêzên sor dike, lê wî dest ji wan xêzan berda, destpêkê li Xûta, piştre Hims, Heleb, Hema û niha ew amade ye ku dest ji Idlibê berde ji bo destkeftîne din).
Îsam Mihemed (navekî nerasteqîn e) xortekî gundewarê Idlibê ye, hêviya xwe tîne ziman derbarê lihevhatina di navbera navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê û yên hikûmeta Sûriyê ji bo dûrxistina xeteriya Tirkiyê û parastina Sûriyê ji destwerdanên derve.
Çalakvana jin û rêvebira navendeke pêşxistina jinan li bajarê Idlibê Salam al-Alî (navekî nerasteqîn e),dibêje (Miletê Sûriyê cudabûn di navbera pêkhateyê xwe de nedîtiye û di navbera hemûyan de jiyana hevbeş û aram hebû, lê şerê qewimî û cudakirina navçeyan bûn sedem ku hin cudabûn bikeve navbera hin pêkhateyan).
Herwiha dibêje (tevî vê yekê, beşê mezin yê miletê Sûriyê bawer e bi pêwîstiya hevjiyana aram û qebûlkirina hemû pêkhateyan. Tevî ku hin axaftinên ne guncaw li ser asta kesan di medyayên civakî de tên belavkirin).
Al-Alî zêde dike (tiştekî baş e ku têkilî û kar bi navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê re were kirin, lê zehmetî hene ji ber aliyê leşkerî yên ku navçeyan kontrol dikin û herwiha hebûna Tirkiyê weke hêzekê ku destên xwe daniye ser hemû waran li navçeyên di bin kontrola wê de, û zehmet e ku girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê bawer bibin bi cudabûna ji Tirkiyê û yekrêziya bi Hêzên Sûriya Demokratîk re).
Al-alî dibîne ku Çareserî ew e ku her alî ji bo Sûriyê daxwazên xwe nizim bike ji ber ku ev bû zêdetirî 10 salan e û Sûriyê di nava şer de êşê dikişîne.
Ev nêrînên ku piştgiriyê didin nêzîkatiya di navbera Bakurê Sûriyê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê de, diyar dikin ku nema dagirkeriya Tirkiyê weke berê tê pejirandin, nemaze di nav van rewşên siyasî yên dawî de û binpêkirinên derheqê sivîlan mîna desteserkirina mal û milkên sivîlan, ferzkirina ziman û lîreya tirkî û binpêkirinên ne mirovî yên girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê derheqê sivîlan de.