Nûçe û Rapor
Malên laşfiroşiyê.. yek karên bazirganiyê yên girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê li navçeyên di bin kontrola wan de ye
Malên laşfiroşiyê yek ji rêbazên rayedarên girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê ji bo danheva pereyan e, keç û xort tên kişandin bo toreyên laşfiroşiyê yên rêxistinkirî ku ev yek bazirganiya mirovan jê re tê gotin.
Malên laşfiroşiyê û cihên wan bûne eşkere ji bo hemû xelkê û sedemên belavbûna wan ew in ku ti zagon tune ne, rewşa ewlehiyê tevlihev e û girûpên çekdar pir in û hov in.
Toreya ASO ya Nûçeyan agahiyên tekez bidest xistin derbarê cihên van malan li navçeyên di bin kontrola girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê, herwiha navên rayedarên leşkerî, karkerên jin û mêr yên ku vî karî dikin di bin sîwaneke ewlekar li gundewarê bakurê Helebê.
Çalakvanê mafnas yê li gundewarê bakurê Helebê “Amced Derwîş” (navekî ne rasteqîn e), ji Toreya ASO re got ku navdêrtirîn girûpên çekdar yên serpereştiya malên laşfiroşiyê dikin ev in Cebha al-Şamiya, Girûpa Sultan Murad, Girûpa Sultan Silêman Şah, Feyleq al-Şam û al-Hamzat, bajarokê Izazê yê gundewarê bakurê Helebê 10 malên laşfiroşiyê dihewîne, ev mal di bin al û serpereştiya rayedarên Cebha al-Şamiya û polîsên leşkerî de ne.
Herwiha got ku kesê bi navê “Bekrî Cîco” yê ku rojnamevanekî leşkerî di girûpa Cebha al-Şamiya de ye û mal û milkên wî bi sed hezaran dolar hene, ew kes hejmarek malên laşfiroşiyê li bajarokê Soran yê girêdayî Izazê bi rêve dibe û xortan vedixwîne da ku werin van malan.
Amced Derwîş diyar kir ku jina bi navê Wecîha Nanîs ya gundê al-Kafra yê girêdayî Izazê, serpereştiya hejmarek malên laşfiroşiyê dike û keç û jinan dikişîne van malan.
Li Efrînê, malên laşfiroşiyê di bin serpereştiya girûpa Ceyş al-Islam de ne, ji nav wan malek heye li Tirindê ku 4 jin lê kar dikin û ew di bin parastina vê girûpa çekdar de ne, herwiha qedexe ye ku xelkên deverê giliyê vê malê bikin.
Abû Alî al-Hêbî, endamê girûpa Sultan Murad û berpirsê ewlekariyê yê gundê Dêr Sewan yê girêdayî bajarê Efrînê ye, piştgirî û serpereştiya malên laşfiroşiyê li wir dike.
Amced Derwîş diyar kir ku qata jêr ya nexweşxaneya Serê Kaniyê hatiye veguhestin bo mala laşfiroşiyê bi agahdariya polîsên leşkerî li wir, toxtorên tirk û yên sûrî, herwiha berpirsyarên nexweşxaneyê diçin vê malê.
Li bajarê al-Bab yê gundewarê bakurê Helebê, malên laşfiroşiyê di bin parastina Tariq al-Şêx de ne, ew fermandarekî leşkerî yê polîsên leşkerî ye û parstinê dike beramberî pereyên mehane ji jina bi navê Diya Neda ya ku malê birêve dibe.
Çalakvanê mafnas Amced Derwîş dibêje ku li navçeya Şiyê ya ku di bin kontrola girûpa Sultan Silêman ya ku Muhamad al-Casim ango Abû Amşa serkêşê wê ye, malên laşfiroşiyê di bin parastina serkêşê girûpê û her pênc birayên wî de ne û ew gelekî li wir karên destdirêjiyê dikin.
Herwiha diyar kir ku ev kes rêbazên qirêj û tawankirî bi kar tînin da ku keç û jinan bi dest bixin, nemaze keçên kurd yên ku li deverê mane, ew xwediyên wan digirin û piştre wan direvînin.
Heman jêderî got ku ev toreyên laşfiroşiyê ji rewşa jiyanê ya dijwar a li deverê sûdê werdigirin, lewra ew jinên ku bav yan hevjînên xwe wenda kirine, dikişînin cem xwe, nemaze yên malbatên penaber.
Di heman babetê de, Qeys Abd al-Hemîd yê ku ji Izazê ji toreya ASO re dibêje piştî ku girûpên çekdar herêm kontrol kirin, herêm bûye warê diyardeyên xirab mîna madeyên hişbir, bazirganiya mirovan, dizîn û revandin ku bûn sedema jihevxistina civakê.
Herwiha dibêje ku Enternêt bû sedema zêdebûna rewşa laşfiroşiyê û medyaya civakî ji bo belavkirina vê rewşê hat bikaranîn, li aliyekî din rewşa jiyanê ya xirab û gendeliya rêxistinên mirovî û girûpên çekdar û hebûna hejmarek zêde ji malbatên bê xwedî, bûn alîkar ji bo zêdebûna vê rewşê.
Qeys tekez dike ku kesên zêde diçin malên laşfiroşiyê, endamên girûpên çekdar in tevî ku ew bi riya rêbendên xwe yên bi navê “Tunekirina Bêolî û binpêkirinên olî”, didin xuyakirin ku ew kesin oldar in.
Hêja ye gotinê ku endamên girûpên çekdar ti rêbaz nehiştin ji bo danheva pereyan û bicihkirina xwe li deverê, ew beşdarî kuştin, revandin, dizîn, ferzkirina baceyan, desteserkirina mal û milkan, laşfiroşî û bazirganiya madeyên hişbir bûn. Ev hemû li ber çavên desthilata dagirkeriya Tirkiyê diqewimin da ku armancên Tirkiyê li navçeyên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk werin.