Nûçe û Rapor
gotara kînê di warê civakî de çawa hate afirandin?
Ev rapor hatiye belavkirin bi hevkarî di navbera Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê ( SKJN) û Toreya ASO ya Nûçeyan di programa hevkariyê ya di çarçoveya projeya “Ragihandin me kom dike” de, derbarê “xurtkirina rola Ragihandinê li dijî balkêşkirin û axaftinên nehezkirinê ji bo civakeke hevgirtî”
Ebdulrehman Xelîl
Di destpêkê de em dikarin bibêjin ku mijara gotara kînê berî 2011an li Sûriyê ,ne di nava civakê de û nejî liser ragihandinê ne dihate gengeşe kirin û wek kêşe li tu deveran ne dihate ziman.bê gumman ewjî pilankirî bû,jiber destladariya Sûriyê di riya hêzên ewlehî re, rê li pêş her tiştî girtibû,herweha dezgehên ragihandinê jî ku bixwe hijamara wan li ser tilîkên destekî tenê dihatine jimartin û dibin kontrola wan hêzan de bûn,nikarîbûn liser vê babetê rapor û bernameyan çêbikin, lê belê bi pilansaziyan gotara kînê dinava civaka Sûriyê de belav dikirin, û tovê dijatiyê dinavbera pêkhateyên Sûriyê de di çandin.
Di heyama zêdetir ji 50 salî ji dema partiya Elbees destladariya Sûriyê kir ,liser belavkirina çanda gotara kînê û gurkirina nijadperestiyê qîmet û rûmeta xwe avakir,ji lewma gelek bûyerên nexweş dinavbera xelkên Sûriyê de rûdan,wek nimûne jî bûyerên sala 2004ê li stadyoma Elcihad li bajarê Qamişlo ku di encama rûbirûbûna cemawerên tîma Elfitiwe û Elcihad de hijmarek kesan jiyana xwe ji dest dan û bû sedema girtina bi hezaran xortên kurda.
Dûrî kiryarên pilankirî ji afirandina gotara kînê re,car caran civak bixwe jî alîkar bû ku kîn û nefret bibe çand û dinava civakê de weke tov dihate çandin û hêdî hêdî di hate avdan û mezin dibû.
Afrandina gotara kînê dinava malbatê de
Jiber ku malbat kelpîça bingihîne di avakirina civakê de, wilo jî avakirina insan,kesayet,endam …. Ji malbatê destpê dike,ev yek jî erkê dê û bavane.
Lê eger em hinekî li malbatê vegerin,emê bibînin ku bê pilan û mebestan hin dê û bav gotara kînê dinava bira û bira de,dinava xwişk û xwişkan de ,herweha dinavbera xwişk û biran de jî di afirînin,dema guhdan û heskirinê didine yek ji zarokên xwe bêtir ji yên mayî,wek tê zanîn ku hin zarok dibin navê ku delalî ye,heskirina wî cudaye û guhdan jî pê heye bêtir ji xwişk û birayên din,ev yek kîneke veşartî di afirîne û di paşerojê de dibe ku bandoreke xerab di têkiliyên wan xwişk û biran de çêbike.
Di civaka Erebî de û ta radeyekê di civaka kurdî de jî,hin kes hebûn du jin û sê jin û çar jinên wan hebûn,jiber ku hevjînê wan nikarîbû pêdiviyên wan jinan wek hev bicî bîne,di encamê de kîn û nefret dihate afirandin û dibû sedema gelek aloziyan ku gelek caran bûyerên xerab û wêran rû didan.
Ji alîkî dinve,di demên berê de,di heman malbatê de eger xortek û dido û zêdetir jî zewicî ba,tev bihevre di heman malê de jiyan dikirin,û wekî pêşiyên kurda gotine û bûye pendek û belav bûye(di bêjin guyê jintiya liser tingan pevdiçin).qerebalixa di malê de û hijmara gelek di heman malê de,kîn û nefret di afirand.
Ew yek li alîkî û çîrokên bûk û xesiwê li alîkî din.
Berî xesû bûkê bi guhêze,pilanên xwe amade dikirin bê çawa wê bûkê çavgirtî bihêle û wê têxe bin kontrola xwede.
Ev nerîn û serederî dibû sedema alozî û qutkirina têkiliyan dinavbera dê(xesû) û kur de,herweha dinavbera jinbir û tî(birayên mêr) û dişan(xwişkên mêr) de,ewjî gotareke kînê di afirand.
Civaka Erebî û Kurdî civakeke nêratiye,û qedir û qîmet herdem ji mêran reye…
Wek nimûne:
Bav bi navê kurê mezin (nixurî ) tê naskirin,bavê Hesen,bavê Welat ,bavê Heso…. Hetanî ku hin kes zarokên wan yên pêşî keçbûn jî ,û eger bi navê wê keçê dihate bangkirin(bavê Şêrînê,bavê Xecê…),lê eger piştî çend keçan kurek jiwan re çêbûba,yekrast binavê wî kurî bing li bavê wî dikirin,û netenê wilo,ta di warê pêmayan de(wiraseta bav),ta niha jî ew rewş berdewame,hertişt diçe ji kuran re û keç bê par dimînin,û yek ji sedemên qutkirin û xeyda dinavbera xwişk û biran de ev meselene.
Têkiliyên civakî û mirovantiyê jî gotara kînê di afirand
Di nava civaka Erebî û Kurdî de,zewaca berdêlî heye,ku du malbat bihevre digihêjin peymanekê ku xort û keçên xwe di riya zewaca berdêlî de wan bi zewicînin(xwişk û bira ji malbatekê bi xwişk û birayê malbata din re di zewicin).
Ev şêweyê zewacê gelek pirsgirêk û zehmetî bixwere tanîn.
Yek jiwan pirsgirêkan egere mêr û jinek lihev nekiriba û gihiştiba berdanê,divabe herdû jin û mêrên din jî hevdû berdin,çiqasî jihev heskiriba û zewaca wan serkeftî jî ba,bê guman ev yek dibû sedemeke mezin ji afirandina kîn û nefretê re.
Mamosteyên dibistana jî kîn û nefret di afirandin!
Li dibistanan bi giştî û li dibistanên seretayî de bi taybetî,hin mamoste guhdan bi hin şagirtan dikirin û di waneyan de bêtir bal dikşandin ser çend şagirtên zîrek û yên din paşguh dikirin.
Diwarê sîkolocî de dema mamoste navê şagirtan tine ziman yanjî çepikan ji wan re lê dide,ewqas bandor li wan tê kirin û moralên wan bilind dibin,lê li beramberî wê dema mamoste tenê çend şagirtan hildibjêre û wan tenê binav dike û pirsan liser waneyan ji wan dike,nizane ku kîn û nefretê dinava şagirtan de diçîne.
Herweha dema belavkirina bawernameyan jî ,hin şagirt bi cudabûn ji hevalên wan têne xelat kirin ku ewjî tovê kînê di çîne.
Pêwiste çi bê kirin:
Jibo civakeke paqij û bê kîn bê ava kirin,pêwiste hin alî û rêxistin wek saziyên girêdayî perwerde û fêrkirinê yên fermi û rêxistinên civaka sivîl û kesayetên xwedî bandor,hin çalakiyan bi rêve bibin ,wek lidarxistina work şopan û simîner û civatên hevawa ku têde bale bikşîninser wan kiryarên çewt û rakirina hin dab û nerîtên ne dirist ji nava civakê û tekez kirina serederiya wek hev bi hemû beşê civakê çi liser asta malbatê û çi jî li ser asta saziyên perwerde û fêrkirinê û belavkirina çanda heskirin û wekheviyê dûrî nijadperestiyê û dûrî cudabûnê liser bingeha ol,pêkhat,êl û reng.