Connect with us

Nûçe û Rapor

Xaniyê Sînema li Amûdê: Pirojeyeke bîranîn û sambolîka şewata sînema Amûdê vejîn dike

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Amadekarî û derhênan: Serdar Mele Derwêş û Perwer Mîdî
Werger ji Erebi: Slava Yûnis
Tora Aso Ya nûçeyan

Di van demên vê dawiyê de nûçeyek derbarê avakirina “xaniyê sînema” li bajarê amûdê belav bû, vê daxuyaniyê gengeşeyeke berfireh di ewzên pêwendiya civakî de gur kir, nerînên ne wek hev hin piştgir û hin rikeber derketin, pirsa berz di nav şopîneran de ew bû: Çawa wê xaniyekî sînema were avakirin di demekê de ku şêniyên bajêr bê av û kehrebe ne, ev pirs helkefta jiyana zor ku li sûriyê ye ji sala 2011an de şîrove dike, pêşekî didin xizmetên sereke û xweşkirina jînweriyê ji para pirojeyên çandî û xweşîtiyê. tevlî van rexneyan guhlêkerên çand û sînemayê tekez dikin ku pêşkêşkirina van pirojeyan ji civakê re pêdivî ye, ew dibînin ku çand û sînema roleke giring rûbarî şûnmayên cengê de dilîzin. Hem jî dibînin ku avakirina sînema derbirîna aliyê din ji cenga berdewam re ye, çiku ew alîkariya avakirina zanistê û xurtkirina hêviyê ye.

Hem jî, ev pirojeyeke xizmetkariyê tê bijartin, dema ew bi dawî bibe, dê derfetên kar ji hin xelkan re dabîn bike, di van nîrên abûrî yên zor li herêmê de, hem jî ew dê bîraweriya civakî xurtir bike û asoyên zanista mirovan fireh bike, dê hûrgilî û serbûriyên gelên cihêreng di cîhanê de yên demdirêj, bi wan bide nasîn.

Bîrok (ramana) pirojeyê
Rêveberiya xweser li kantona cizîrê ragihand ku roja çarşemê 4`ê êlûna 2024`an , dê pirojeya “xaniyê sînema” li bajarê amûdê dest pê bike, li gorî jêdereke şaredariya gel li bajarê amûdê, rûberê pirojeyê 1162 mitrên çarkoşe ye (1.162 donim), tê pêşbînîkirin ku qonaxa yekem ji cîbicîkirinê derdorî 6 mehan bidome, “Dorîn Deqorî” çavdêra teknîkî li şaredariya gel li amûdê jî rave kir ku abûriya vê pirojeyê bi giştî ji hin aliyên ewreopî ye, bi giramiya 346 hezar dolarên emerîkî ye.

Ciyê avakirina pirojeya “xaniyê sînemayê” li bajarê Amûdê

Numan Yigît jî endamê “komîna filîmê rojava” got ku ramana pirojeyê bi xebatên ewropî yên ji çend salan de dest pê kiriye, peredan jî bi giştî ji bêşên alîkariya derveyî ye, rêveberiya xweser jî hevpişka cîbicîkirinê ye bê ku berpirsa bûdçeyê be.

Tevî ku rêveberiya xweser û şaredariya gel, hûrgiliyên bêtir derbarê pirojeyê de negotine, lê bi vegera li rapora ku di rojnameya “Frankfurter Rundschau” ya elmanî de, di 8`ê meha çile/ 2019 de, bi serenavê “sînema ji bakurê sûriyê re” belav bûye, em dibînin ku komela “Firankfort” a elmanî piştgiriya avakirina navendeka çandî li bajarê amûdê di kantona bakur û rojhilatê sûriyê de kiriye, bi armanca “zorbirina niskoyan. Piroje jî li sambolîka””sînema amûdê” ya ku sala 1960`î şewitî û derdorî 300 zarokî tê de jiyana xwe ji dest dan vedigere, ji wê çaxê de, bîranîna şewatê bûye bûyereke sambolîk ku her sal vejîn dibe.

Girîngiya sînema di dema şer de
Di heman raporê de, dektor û guhlêkerê sînema Nîls Fon Hintîg dibêje: dema ku xelk di dema şer de bêriya çandê dikin, ew derbirîna helwestê jiyanê ye, yan jî pêwendiya bi hinê mayî re ji cîhanê ye, yan jî bi hêsanî: hêvî ye.

Numan yigît, endamê komîna filîmê rojava “Komîna Fîlm A RojAva”, nerîna D.Nîls xurtir dike, dema dibêje: Jiyan di şer û cengê de ranaweste, tekez jî dike ku bîroka avakirina xaniyên sînema bi avakirina komîna filîmê rojava re dest pê dike ku divê xaniyên sînema hebin da ku filîmên kurdan bi zimanê kurdî werin temaşekirin û sînemya cîhanî were naskirin bi armanca zanebûnê.

Hem jî dibîne ku çand û huner beşek ji têkoşîna her gelekî ne, amaje dike ku belavkirina çand û hunerê ji pêwîstiyên sereke yên pêşdemê ne.

karên avakirina pirojeya “xaniyê sînemayê” li bajarê Amûdê

Numan Yigît ji tora Aso ya nûçeyan re axivî û berteka ewzên pêwendiya civakî li dijî pirojeyê diyar kir, ku dibêjin pêwîstiyên civakê yên din hene.. û ew bi nerîna civakê re ye ku pêdivî werin dabînkirin, lê li vir hewildana tekezkirinê dike ku ew hemû tiştana dikarin werin çareserkirin û nemînin, lê nerîna avakirina çand û huneran, ramaneke di xizmeta civakê de berdewam e.

Bijartina Amûdê
Numan yigît, endamê komîna filîmê rojava “Komuna Fîlm A RojAva”, ji tora Aso ya nûçeyan re dibêje; bijartina amûdê ji bo avakirina xaniyê sînema, girêdayî sanbolîzma bûyera sînema amûdê ye, ya ku sala 1960`î şewtî.

Roja13`ê mijdara 1960 agir bi sînema amûdê ket, nêzî 300 zarokî jiyana xwe ji dest dan û şewat bû pirsgirêkeke siyasî, rejîma sûriyê ya wê çaxê hate tawanbarkirin bi şewitandina sînemayê, nemaze ku zarokn li filîmekî temaşa dikir ku bêşa wî diçû alîkariya şoreşa cezayirê`.

Fon Hintîg di rapora rojnameya elmanî de dibîne; ku şewata sînema amûdê niskoyek ji xelkên amûdê re bû, armanca avakirina sînema jî ew têkiliya bi vê niskoyê re ye.. û got divê di sînemayê de jî odeyeke weke yadîgarî hebe.

Di axaftina Hitîg ji rojnameya elmanî re, tekez dike ku piroje bi xwe avakirina navendeke çandî ye ku tê de xaniyê sînema heye, hem jî dibêje: Ji ber ku piroje navendeke çandî ye, divê ne tenê sînemayeke ku kursî tê hilên hebe, lê belê divê rûberên bûyerên din jî din jî lê hebe, li vir jî dibe ku amajeyî odeya yadîgariyê dike ku weke sambolîzima şewata sînema amûdê be.

karên avakirina pirojeya “xaniyê sînemayê” li bajarê Amûdê

Li gorî endamê komîna filîmê rojava; divê rola wan di sînema de ne tenê amadekirina filîman be, lê divê ciyên ku van filîman bi zimanê xelkên herêmê lê pêşang jî bikin hebin, ji tora Aso ya nûçeyan re dibêje jî: “Li parçeyên kurdistanê, dibe ku malbateke kurd li filîmê bi zimanên erebî, turkî an jî farisî temaşa bikin”, li wir em behsa temaşekirina filîmê bi zimanê kurdî, li xaniyê sînema li herêmeke kurdî dikin.

Kesên ku bi pirojeyê radibin
Bîroka pirojeyê vedigere sala 2015`an, dema ku bijîşkê elmanî “Fon Hintîg” bi alîkariya “Komîna filîmê rojava” pêşinyar kir, tevî ku gerek bû piroje di 2018`n de ronî bidîta, li gor rapora ku di rojnameya elmanî de belav bûye, lê danheva alîkariya piştgiriyê bi dereng ket ta 2024`an, komîna filîmê rojava bi şaredariya gel re li amûdê li hev kir ku bi vê pirojeyê rabin.

Hem jî Fon Hintîgê ku yek ji piştgirên elmanî ji vê pirojeyê re ye, rave kir ku bakur û rojhilatê sûriyê ew herêm tenê, filîmên di bin çavdêriyê de dikarin lê werin pêşankirin, li gor ku rojnameya “firangfortir ronşaw gotiye”.

Bertekên civakî di ewzên pêwendiya civakî de
Bertekên civakî di ewzên pêwendiya civakî de ji rexneyan ne xalî bûn, piraniya nerînan derbarê rewşên jiyanê yên zor ku pêşekî ji peydakirina pêdawîstiyên binngehîn re bû, hinekan didan xuyakirin ku avakirina sînema di vê demê de ne guncaw e.

Çalakvanê çandî Ebas Mûsa yê pisporê sînema û wergerê amaje kir ku girêdana pêdawîstiyên civakê bi avakirina xaniyê sînema re ne tiştekî locîk e, çiku sînema beşekî sereke ji jiyana çandî ye, ta di qeyranan de jî gerk e, wî girîngiya sînema ku yek ji hunerên sereke ye mîna wêjeyê û hunerên dîtir tekez kir.

karên avakirina pirojeya “xaniyê sînemayê” li bajarê Amûdê

Mûsa, sedema nerazîbûna civakê ji vê pirojeyê, bi dema ku ev piroje tê de hatiye ragihandin ve girê dide, ku ev ne demek guncaw e, çiku xelk ji rewşa zorjiyankirinê û belavbûna buhayîyê li bakur û rojhilatê sûriyê tengezar bûne, nemaze ku di dema biryarên buhabûna kirya kehreba taybet de hatiye.

Ebas Mûsa dîsn got: Ji mafê civakê ye ku zanyariyên rast û zelal zanibe, derbarê lêçûna buhayê pirojeyê, jêderên alîkariyê û amaje kir ku nezelalî di van aliyan de heye, xelkê bêtir tengezar dike.

Ma ku were gotin, wêneya ravekirî û armanca pirojeyê, di bidawîkirina pirojeyê de ye û di pê re dê were nirxandin û darizandin, dê bê dîtin ka armancên bingehîn ku piroje li ser ava bûye pêk hatin, ji nav rexneyan jî axaftin û pirsyarek jî heye `gelo bi rastî dê piroje biçe serî, ev jî vedigere reha tirsa civakê yak hey pirje roniyê nebîne jî, ev yek bi gelek pirojeyan re çê bû, pêşinyar dibûn û ronahî nedidîtin.!

Copyright © 2017 Aso Network.