Connect with us

Nûçe û Rapor

Sûrîya: Daxuyanîya bi boneya 5emîn salvegera êrîşa bi navê “Kanîya Aştîyê” ya Dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî

نشر

قبل

-
حجم الخط:

126 Rêxistin doz dikin ku dawî li dagirkerîyê were, xelkê deverê yê koçberkirî bi dilê xwe û bi rûmet vegere cih û warê xwe, prosesên guhertina demografîk demlidest bên rawestandin û rêbazeke birêkûpêk a qerebûkirina qurbanîyan di nava pêvajoyeke hesabgirtin û dadmendîyê de were meşandin

Pênc sal di ser êrîşa Tirkîyayê ya leşkerî ya bi navê “Kanîya Aştîyê” re derbas dibin ku di 9ê Çirîya Pêşîn a sala 2019an de li jêr behaneya çêkirina “devereke ewle” pêk hat û di encamê de herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî ji hêla Tirkîyayê ve hatin dagirkirin. Berevajî gotinên rayedarên Tirkîyayê, piştî dagirkirinê, aştî, ewlehî û aramî li her du deveran ji holê rabûn û her du dever heta roja îroj li jêr sîya binpêkirin û tunebûna qanûnê dijîn.

Êrîşên Tirkîyayê yên wê demê bûn sedema koçberkirina /200/ hezar şênîyên resen ên her du deveran. Di wan êrîşan de, Tirkîya û çekdarên girêdayî wê yên ku li jêr sîya “Artêşa Sûrîyayê ya Niştimanî” şer dikin; xanîyên bajêr bê ser û ber dan ber topan û mal û mewdayên hemû pêkhatîyên xelkê resen ê deverê, nemaze yên Kurdan, bi rengekî sîstematîk talan kirin. Paşê, çekdarên opozîsyona Sûrîyayê rê nedan bi sedan malbatên koçberkirî ku vegerin cih û warê xwe û mal û milkên xwe vegerînin.

Hîn jî bi dehhezaran şênîyên resen ên deverên dagirkirî bi darê zorê koçberkirî ne û di rewşeke mirovî ya pir zehmet de li nav kamp û penagehên kêmderfet û kêmalîkarî dijîn. Jixwe ajansên navdewletî jî xwedî li van kamp û penagehan dernakevin û destê alîkarîyê dirêjî wan nakin. Li gor nirxandinên rêxistinên xwecihî yên serbixwe yên li Sûrîyayê, zêdeyî %85ê xelkê Serê Kaniyê hîn koçberkirî ye, hejmara Kurdan ji 75 hezar kesî daketiye 50 kesî bi tenê û hejmara Ermen, Suryan û Êzidîyên ku li Serê Kaniyê mane jî ewqasî kêm e ku li ser tilîyên destan tên hejmartin. Wekî din, bi hezaran malbatên penaber ên ji deverên din ên Sûrîyayê û bi dehan malbatên Iraqî yên ku di nav wan de malbatên daişîyan jî hene, di malên şênîyên xwecihî yên resen ên koçberkirî de hatine bicihkirin. Jixwe Tirkîyayê wekî din jî bi eşkeretî hewl dide mîlyonek penaberên Sûrîyayê li wan deveran bi cih bike.

Desthilatîya Tirkîyayê û komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Opozîsyona Sûrîyayê binyata demografîk û çandî ya deverê bi rêya koçberkirina bi darê zorê diguherin, hin komên din ên mirovan di malên şênîyên resen ên deverê de bi cih dikin û siyaseteke eşkere ya tirkîkirinê dimeşînin. Ev kirin û hewldanên li dij şênîyên resen tawan in, li gor qanûna navdewletî û qanûna navdewletî ya mirovî cihê hesabgirtin û lêpirsînê ne û dikevin çarçoveya guhertina gelemper a nasnameya herêmê.

Di nava pênc salên borî de, Tirkîyaya ku dest danîye ser hemû alîyên leşkerî û sivîl ên deverê, bi tu rengî xwe nade ber barê berpirsyarîyên xwe yên li gor qanûna navdewletî ya mirovî û tu gavên berbiçav û jidil ji bo parastina sivîlan an başkirina rewşa heyî naavêje. Berevajî vê yekê, Tirkîyayê çavên xwe ji binpêkirinên berfireh ên komên çekdar ên “Artêşa Sûrîyayê ya Niştimanî” re digire. Ji ber vê sedemê jî, tawanên talan, kuştin û revandinê berbelavtir dibin û êdî tunebûna darizandin û hesabgirtinê, binpêkirinan kûrtir dike û êş û derdên xelkê deverê girantir dike.

Ji ber ku Tirkîya hêzeke dagirker e, gerek ew pabendî madeya 43yan a rêziknameyên Laheyê yên sala 1907an û Peymana Cenevê ya Çarem a sala 1949an bibe. Li gor vê yekê, divê Tirkîya hemû bergirîyên pêwîst ên di çarçoveya desthilatîya xwe de bigire da ku pergala giştî û silmatîya giştî biparêze û misoger bike.
Di çarçoveya vê pabendîyê de, divê rêz li rêgezên qanûna navdewletî ya mafên mirovan û qanûna navdewletî ya mirovî ya derbasdar bê girtin, erdên xelkê yên dagirkirî ji kirinên tundûtûj bên parastin û alîyekî sêyem çavên xwe ji vê tundûtûjîyê re negire.

Tirkîyayê di 17ê Çirîya Pêşîn a sala 2019an de peymaneke agirbestê li gel DYAyê îmza kir. Çend bendên wê peymanê balê dikişînin ser “sozdarîya di warê parastina mafên mirovan û civakên dînî û nijadî de, misogerkirina silametî û jîyanxweşîya hemû şênîyên devera li jêr hikimdarîya Tirkîyayê û avêtina hemû gavan bi rengekî pir baldar da ku ziyan negihêje sivîlan û binesazîya sivîl.” Lê dîsa jî Tirkîyayê xwe neda ber berpirsyarîyên xwe yên li hember xelkê û ji binpêkirin û tawanên berfireh ên di dema êrîşê û piştî wê de dûr sekinî. Vê yekê jî kirinên talan, şêlandin, kuştin, revandin û girtinên neqanûnî pir zêde kirin.

Li gor rêxistinên ku ev daxuyanî îmza kiriye, daxwazên herî lezgîn ew in ku dawî li dagirkirinê were, şênîyên koçberkirî vegerin cih û warê xwe û kesên ziyandîtî di nava pêvajoyeke hesabgirtin û dadmendîyê de bên qerebûkirin. Bêyî ku qurbanî bigihin mafên xwe û rê li ber dubarekirina wan tawanan were girtin; pêkanîna lihevkirineke aştîyane ya mayînde ne pêkan e. Di vê bîranîna biêş de, em careke din teqez dikin ku doza Serê Kaniyê û Girê Spî dozeke Sûrîyayê ya mirovî û niştimanî ye û ji bo xelkê deverê yê koçberkirî xwedan giringîyeke mezin e, ji ber ku ev xelk çav li rê ye ku rojekê berî ya din vegere warê xwe û azad û ewle lê bijî.

Li gor şirovekirina derbasbûyî, em -rêxistinên ku ev daxuyanî îmza kiriye- doza van daxwazên jêrîn dikin:
1. Ji Neteweyên Yekbûyî û Encumena Navdewletî ya Ewlehîyê: Bidawîkirina dagirkirinê û misogerkirina vegera ewle, dilxwazî û birûmet a koçberan. Ev veger jî divê li gor pîvanên Neteweyên Yekbûyî be û mafên wan misoger bike. Her wiha gerek kampên koçberan bi rengekî fermî bên naskririn û desteka hewce bo wan were pêşkêşkirin da ku êş û azarên wan sivik bibin.
2. Ji Hikûmeta Amerîkayê: Gerek DYAyê cihbicihkirina peymana agirbestê misoger bike û Tirkîyayê neçarî pabendîya bi wan bendên peymanê bike yên girêdayî parastina sivîlan û sizakirina komên çekdar ên ku mafên şênîyên sivîl binpê dikin û tawanan li dij wan dikin. Her wiha divê DYA destekê bide vegerandina şênîyên ku bi darê zorê hatine koçberkirin û destekê bide koçberên li kampan.
3. Ji Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî ya Serbixwe û Sazgêrîya Navdewletî ya Bêalî – IIIM: Gerek raporeke taybet der barê binpêkirinên mafên mirovan li deverên jêr serwerîya Tirkîyayê de biweşîne û lêpirsînên binyatî û bingehîn der barê binpêkirinên li wan deveran bide meşandin.
4. Ji Hikûmeta Tirkîyayê: Divê Tirkîyaya ku li wê deverê hêzeke dagirker e, xwe bide ber berpirsyarîyên xwe û kiryarên tawanane yên çekdarên komên girêdayî xwe rawestîne. Her wiha divê Tirkîya demekê bo bidawîkirina dagirkerîya xwe destnîşan bike da ku xelkê deverê bi rengekî ewle vegere warê xwe. Wekî din, gerek Tirkîya nema ava li deverên dagirkirî wekî çekekê li dij xelkê Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bi kar bîne.
5. Ji Yekîtîya Ewropayê: Divê YE destekê bide projeyên ku barê kesên koçber ên ku li kamp û penagehan rûdinin sivik bikin. Her wiha divê zextê li Tirkîyayê bike da ku nema destekê bide komên çekdar ên ku tawan û binpêkirinan li dij xelkê van deveran pêk tînin û tawankar û binpêkeran di nava pêvajoyeke hesabgirtin û dadmendîyê de darizîne, çimkî bêyî ku qurbanî bigihin mafên xwe, pêkanîna lihevkirineke aştîyane ya mayînde ne pêkan e.

Navên rêxsitinên îmzaker li gor rêzkirina alfabetîk:
1. Accountability Advocates Organization
2. Act for Afrin
3. Adil Center for human Rights
4. Afrin Platform
5. Afrin Social Association
6. Al Ahd
7. Al Diyar Society
8. Al Ghaith Development
9. Al Nawras Development Organization
10. Al Zajel
11. Amal Al Furat Org
12. Ambassadors Association for People with Disabilities
13. Analysis and Strategic Studies Organization (ASO)
14. Anwar Algahd
15. ARAS Association
16. Areej Organisation
17. Artis Team for Arts, Culture and Children
18. Ashna Development Organization
19. ashti center
20. Aso News network
21. Bader Organization for Community Development
22. Baladna
23. BALLOON
24. Bridges of Peace
25. Bukra Ahla Association for Relief and Development
26. Center for Research and Protection of Women’s Rights
27. Centerofliertiesbefense
28. Chaushka Women’s Association
29. Cloud Org
30. Community Solidarity Organization
31. DAN for Relief and Development
32. Dar Association for the Victims of Forced Displacement
33. Das Leben
34. DemoS
35. Development Seeds Centre
36. Dijla Organization for Development and Environment
37. DOZ Organization
38. Dya Al Aml
39. Edraak Organization for Development and Peace
40. Ella organization for development and peace building
41. Emaar Al Mansura
42. Engineering for Services
43. Enlil Center
44. Environmental Protection Association
45. Ezdina Organization
46. Fajr
47. Foor Them
48. Future Makers Team
49. Hevy for relief and development
50. HLD
51. Hope Makers
52. House of Citizenship Organization
53. Human rights organization Afrin – Syria
54. Human Rights Organization in Syria
55. Humanitarian and Development Cooperation – HDC
56. Insight Organization
57. Jian Humanitarian Organization
58. Jiyan foundation for human rights
59. Kobani for Relief and Development
60. Kurdish Cultural Association in Geneva
61. Lamasat Al Khair Association for Relief and Development
62. Lêlun Association for Victims
63. Lights For Development And Construction
64. Lots Association
65. Malva Organization for Arts, Culture and Education
66. Mary for culture
67. Mawj for Development
68. Missing Persons’ Families Platform in North and East Syria (MPFP-NES)
69. Nabd Team
70. Nasmet Amal
71. NES -LNGO- Platform
72. Nour Al-Huda Charity Association
73. Nowat organization
74. Nûdem
75. Nudem Organization
76. Nujeen Association of Community Development
77. Okaz
78. Organization “Swaedna for Relief and Development
79. Orgnaization of Zagon
80. Orient Association
81. Oxygen shabab
82. Peac Tent
83. Peace land organization
84. Peace Pioneers
85. PEACE SHE LEADER NETWORK
86. PÊL- Civil Waves
87. Purity
88. Raja Organization for Relief and Development
89. Ras Al-Ayn Platform
90. RÊ for rehabilitation and development
91. Reng for Development
92. Restoring Hope
93. Rights Defense Initiative- RDI
94. Rojava Relief and Development Organization
95. Rose
96. Sahem Organization for Cooperation and Development
97. Salam Organization
98. Sanad Humanitarian Organization
99. Sara Organization to Combat Violence Against Women
100. Sawaeed Organization for Development
101. SCSD
102. Shamal Charitable Society
103. SHARE FOR COMMUNITY DEVELOPMENT
104. Silav Organization for Civil Activities
105. Small Dreams Group
106. SMART Center
107. Stability Support Center.
108. Synergy Association for Victims
109. Syriac Cross Organization for Relief and Development
110. Syrians for Truth and Justice – STJ
111. Syrin Help Organization
112. Taa Marbouta
113. Tara Organization
114. The Committee for the Displaced of Serêkaniyê /Ras al-Ain.
115. Tree of Life Development Organization
116. Warshin AssociatiOn Of Environment
117. Weqaya Association
118. Wheat & Olive Platform
119. White Hope Organization
120. White Human Organization
121. Women for Peace
122. Women Initiatives
123. Youth for Change
124. Zameen for Development and Peace Building
125. Zhrat Al Furat Org
126. Zorana for Development

Copyright © 2017 Aso Network.