Connect with us

Nûçe û Rapor

Arîşetiya darayî binpêkirineke din ya girûpên artêşa niştîmanî ya Sûriyê di derheqê mafên girtiyan li bakurê Sûriyê ye

نشر

قبل

-
حجم الخط:

ASO – Bakûrê Sûriyê
Yamin El xakid – Sazkirin

Girûpên çekdar yên opozîsiyona Sûriyê (Artêşa Niştimanî ya Sûriyê) yên ku girêdayî dagirkeriya Tirkiyê ne, ji destpêka ku navçeyên gundewarê Helebê dagir kirine û piştgiriya Tirkiyê wergirtine ji bo ku navçeyên bakur rojhilatê Sûriyê dagirbikin, ew siyaseta koçkirin û guhertina demografîk, herwiha siyaseta binçavkirina ne rewa û girtina sivîlan bi kar tînin, ev binpêkirin herî zêde li navçeyên Efrîn û derdora wê çêdibin ku bi dehan girtîgehên eşkere û yên veşartî çêbûne û ji aliyê rayedarên girûpên çekdar ve tên bikaranîn ji bo wergirtin û komkirina pereyan ji malbatên girtiyan bi rêya arîşetiyê û hin rêbazên din ji bo diziya pereyên wan.

Zindanên artêşa niştimanî ya Sûriyê tawan û binpêkirin e di derheqê doza girtiyan de
Toreya ASO ya nûçeyan hin agahî ji jêderên taybet ji nava zindanên girêdayî girûpên çekdar (Artêşa niştimanî ya Sûriyê) yên li navçeyên gundewarê bakurê Helebê bi dest xist, ew navçeyên ku tê de hejmara zindanan zêde ne, zindanên ku girêdayî wan girûpan in û navdar in bi işkencekirinê û girtina pereyan.

Bi cihkirina Siyaseta zordest ji aliyê artêşa niştimanî ya Sûriyê û bi piştgiriya Tirkiyê bûye bi rengekî eşkere, ti piroje ji bo piştgirina civakê tune ne ji bilî bipêkirinan, çalakvan û rojnamevan Mihsin Setûf (navekî ne rasteqîn yê jêderekî taybet ê ASO ye) dibêje ku li bakurê Sûriyê zindanên girûpên çekdar zindanên herî xirab in di derheqê girtiyan de, gelek zindanên wan yên bi nav û deng hene bi taybet zindanên girêdayî polîsa leşkerî ya ku gelek zindanên wê li bajarê Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê, Bab, Cerablos, Izaz û Raco hene.

Li gorî Setûf, dagirkeriya Tirkiyê rê dide van girûpan ku binpêkirinan bike û ti hesabî ji wan naxwaze, her wiha diyar dike ku her zindanek di bin serperştiya girûpeke rayedarên ku naskirî ne bi tawan û binpêkirinan.

Her wiha Setûf dibêje ” gelek zindan hene ku naskirî ne û girêdayî girûpên çekdar yên bi ser Tirkiyê ve ne mîna zindanên (Elbab, Efrîn, Girê Spî, Izaz û Cerablos), ev zindan naskirî ne û girêdayî Girûpên mîna (Cebha Şamî, Feyleq Elşam, Sûltan Murad, Elhemze û hwd)”.

Setûf di derbarê danûstandina bi girtiyan re di hundirê zindanan de dibêje “siyasetên zordar yên di derheqê girtiyan de gelek in û gelek astên wan hene, mînak berpirsiyarên zindana Cerablosê siyaseta birçîkirina girtiyan bi kar tînin,

nemaze piştî vekirina cihekî firotina xwarinê di nava zindanê de ji bo ku girtiyan mecbûr bikin ku xwarinê ji wan bikirin bi buhayên bilind, yê ku xwarinê ji wan nekire rastî birçîbûnê tê”.

Setûf her wiha dibêje ” berpisiyarê zindana polîsên leşkerî li bajarê Cerablos ku tê naskirin bi navê Rakan Ebo Elî yê ku ji gundewarê başurê Helebê ye, naskirî ye bi pêkanîna binpêkirinan di derheqê girtiyên sivîl de, nemaze piştî ku cihekî firotina xwarinan li nava zindanê hat vekirin bi buhayê bilind, ev yek piştî kêmkirina xwarinên sereke li nava zindanê hat da ku girtî mecbûr bibin ku xwarinê ji wan bikirin, ew xwarina girêdayî berpirsiyarê zindanê ye û yek ji xizmên wî bi rêve dibe”.

Ev kiryarên ne rewa ji aliyê girûpên artêşa niştimanî ya Sûriyê ne tenê li cem ariştî û binpêkirinan disekinin, ew gihştine asteke xirabtir. Li gorî jêdera taybet ya toreya ASO ya nûçeyan, asta van kiryaran gihştiye aliyê axlaqî û berpirsiyarên van zindanan kiryarên bê exlaqî dikin. Li gorî wî jêderî, yek ji berpirsyarên zindana polîsa leşkerî ku navê wî Ebo Umer e jimarên telefonên jinên ku xizmên girtiyan in, digire û arîşetiyê di derheqê wan de pê ktîne da ku pereyan bi dest bixe û bê axlaqiya cinsî bi rêya intirnêtê bi wan re bike li hember serbestberdana wan girtiyan.

Her wiha berpirsê zindana polîsa leşkerî li gundewarê Raco ku navê wî Farûq Mihêmîd e 30% ji pereyên ku malbatên girtiyan ji wan re dişînin, qut dike û baceyên elektrîk û avê ser girtiyan ferz dike, her wiha pereyan dixwaze beramberî serbestberdana girtiyan yan veguhestina wan bo zindanên din.

Heman jêder berdewan dike û ji ASO re diyar dike ku pinpêkirinên zêdetirî wisa ne, li bajarê Izaz kesê bi navê Hîşam Derbala zindana polîsa leşkerî bi rêve dibe, ew zindan bûye mîna qesabxaneyekê ji bo mirovan û ew kes naskirî ye bi bikaranîna arîşetiyê bi malbatên girtiyan re û girtina pereyan ji wan beramberî guhdana li girtiyên wan.

Her wiha rayedarên ku zindana Raco birêve dibin girtiyên ku tawan, kuştin, dizîn û karên xirab kirine, serbest ber didin beramberî pereyan, jêderê taybet yê ASO ev yek piştrast kir û tomar kir ku kesê bi navê Ebo Umer El uzbekî ku endamê DAIŞê bû, di 20 Nîsana 2020an de hat serbestberdan beramberî 1000 dolarî.

Sedemên sereke yên binçavkirinê li zindanên girûpên çekdar û tometbariya li ser wan
Li zindanên bakurê Sûriyê yê ku dagir kiriye ji aliyê girûpên girêdayî Tirkiyê ve, sivîl hene ku piraniya wan çalakvan û rewşenbîr in û sitemkariyê qebûl nakin yan binpêkirinên rayedarên leşkerî şermezar dikin, ev yek li gorî çalakvan Ilyas El elî yê ku ji toreya ASO ya nûçeyan re axivî.
Ilyas dibêje” Girûên girêdayî Tirkiyê sivîlan li ser rêbendên xwe digirin, tometên ku rastî van sivîlan tên ev in: girêdana bi DAIŞê yan bi Hêzên Sûriya Demokratîk yan jî bi Hevpeymaniya Navdewletî re”.

Her wiha El Elî dibêje” ev girûpên girêdayî Tirkiyê sivîlan li ser rêbendên xwe digirin bê ku ti rewatiya vê yekê hebe an ku sedema vê yekê diyar bikin yan jî parêzerek bergiriyê di ber wan de bike”.

Heman çalakvan diyar dike ku li wan zindanan xirabtirîn cûreyên işkencekirinê tên bikaranîn. Lêdan, birçîbûn, lêdana bi rêya elektrîkê, daleqandina girtiyan demeke dirêj û hwd tên bikaranîn, ev kiryar heman in ji bo zilam, jin, zarok û temenmezinan.
El elî dibêje ku piraniya binçavkirinan rastî sivîlên kurd tên bi armanca ku mal û milkên wan werin desteserkirin û werin koçberkirin.

Serpêhatiya kesekî serbestbûyî ji zindanên girûpên çekdar
Nûr El ehmed (navekî ne rasteqîn yê kesekî serbestbûyî ye) ji rojnamevanekî gundewarê Hemayê re derbarê tecrûbeya xwe ya di nava zindaneke veşartî li navçeya Şiyê ya di bin kontrola girûpa Silêman Şah li Efrînê diaxive ku ew bi tometa li dijîderketina li hember berpirsiyarekî li ser rêbendekê hatibû girtin û nêzî mehekê di zindanê de mabû û piştî dayîna pereyan hatibû berdan.

El ehmed dibêje ” Ez hatim girtin ji ber min rê neda ku endamên rêbendê lêgerînekê di derbarê erebe û telefona min de çêbikin, ez çend seatan li ser rêbendê mam piştre min veguhestin navendeke polîsê ya girêdayî heman girûpê û piştî ku nîqaş di navbera me de derket, min xistin zindanê de”.

Piştî ku malbata El ehmed bihîstin ku ew hatiye girtin, wan berê xwe dan zindanê da ku nasbikin çima ew hatiye girtin û doza serbestberdana wî bikin, lê ev yek bê encam bû. Li gorî El ehmed, berpirsiyarê girûpa Sultan Silêman Şah Ebo Emşa nexwest min serbest berde û piştre min veguhestin zindaneke veşartî, zindan ji sê odeyên bin erd pêk dihat û ez têde rastî işkenceyeke xurt hatim ku işkence rojane bû li ser dirêjahiya mehekê.

El ehmed diyar dike ku yek ji xizmên wî piştî derbasbûna mehekê gihiştin rêkeftinekê bi Ebo Emşa re ku 3 hezar dolar radestî Ebo Emşa bikin beramberî ew sebest were berdan.


Girûpên çekdar yên bi ser Tirkiyê ve hemû rêbaz bikar anîn ji bo pereyan kom bikin, wan çekdar şandin di bin serweriya Tirkiyê de ji bo şer bikin li Lîbiya û Ezrebîcanê, mal û milkên xelkê desteser kirin, baceyên ne rewa ferz kirin û arîşetî di derheqê girtiyan de pêk anîn. Ev hemû dikevin çarçoveya binpêkirinên rojane yên ku ev girûp li navçeyên dagirkirî li bakurê Sûriyê dikin.

Copyright © 2017 Aso Network.