Connect with us

Nûçe û Rapor

Bûyerên Zindana Xiwêran.. Çîrok bi piranî: Êrîşa Rêxistina DAIŞ li ser zindana Sînaa

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Amadekirin: N.A – S.M.D
Ji roja pêncşemê 20ê Çile 2022, bajarê Hesekê rewşeke mîna şerekî mezin jiyan dike ku tirs di nava sivîlan de belav bûye, ev yek di heman dema ku bûyer li zindana Xiwêran diqewimin ku şer qewimî ye di navbera Hêzên Sûriya Demokrat û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li aliyekî, û şaneyên rêxistina DAIŞ yên li deverê li aliyekî din. Ew şane êrîşî zindanê kirin da ku girtiyên DAIŞê xilas bikin.

Destpêk
Êrîşa plankirî ji aliyê DAIŞê şeva pêncşemê dest pê kir bi riya şaneyên derve yên ku erebeyeke bombebarkirî teqandin li nêzî zindanê, piştre motosîkleke bombebarkirî hat teqandin bi armanca derbasbûna nava zindanê. Li gorî agahiyên Toreya ASO ya Nûçeyan, çekdarên ku ev herdu teqîn pêk anîn derdora 25 çekdar bûn.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Sûriya Demokrat ya wê rojê, Êrîşa şaneyên DAIŞê hewldaneke ji bo xilaskirina rayedar û çekdarên DAIŞê ye.

Li gorî hin çavdêran, DAIŞ plana vê yekê beriya 6 mehan kiriye, dema ku êrîş pêk hat hebsiyên DAIŞê tevgerek xurt û tevlihevî di hundirê zindanê de dan destpêkirin, ev hemû li gorî çavdêran dide xuyakirin ku êrîş plankirî bû û hevrêzî di navbera endamên DAIŞê li hundir û derveyî zindanê hebû.

Di daxuyaniya HSDê de hat gotin ku Hêzên Asayîşê yên ku nobedariya zindanê dikin, bi alîkariya HSDê ew tevliheviya li nava zindana Xiwêran sekinandin, lê daxuyanî eşkere nekir ku ev operasyon bi dawî bû.

Di nava zindanê de
Rewşa di nava zindanê de ne diyar bû ji bilî daxuyaniya HSDê ya got ku hebsiyên DAIŞê betanî û tiştên plastic li nava zindanê şewitandin bi armanca ku tevlihevî û qerebalexê derxin da ku birevin û ev yek pêk anîn. Bi dehan hebsiyên DAIŞê ji zindanê reviyan ber bi taxa Al Zihûr ve û piştre xwe li malên sivîlan yên li taxa Xiwêran veşartin.

Dorpêça li ser taxa Xiwêran û piştgiriya Hêzên Koalisyonê
HSDê û hêzên Asayîşê şeva pêncşemê taxa Al Zihûr ya başûrê Hesekê di 20ê Çileya 2022an de dorpêç kirin bi armanca ku çekdarên DAIŞê yên ku xwe li nava malan veşartî, bigirin.

Bûyerên ku li zindana Xiwêranê qewimîn û revîna endamên DAIŞê yên çekdar û yên ne çekdar bûn sedem ku hevpeymana navdewletî piştgiriyê bide HSDê, ev yek dest pê bû bi piştgiriya ezmanî ve ji bo sekinandina revîna endamên DAIŞê.

Di heman demê de li taxa Al Zihûr şer û pevçûn di navbera HSDê û endamên DAIŞê de derket, ev di nava piştgiriya ezmanî ya hevpeymana navdewletî û avêtina bombeyên şewqê ji aliyên Hîlîkopterên wan ve da ku endamên DAIŞê yên reviyayî werin dîtin û piştre wan bi çekan bikin armanc, ev hemû pêk hat û Hesekê di nava dengên teqînên mezin jiyan dikir.

DAIŞ sivîlan weke mertalên zindî bi kar tine
Guman hene ku plana DAIŞê pêk hat bi riya destekdayîna hin nobedarên zindanê, herwiha hin agahî hene ku DAIŞ hewil da hin nobedarên zindanê yên hundir û derve yên girêdayî hêzên Asayîş û HSDê bi pereyan bertîl bike ku di encamê de rê li pêşiya derbasbûna erebeya bombebarkirî were vekirin.

Piştî ku bûyer dest pê bû û hat xuyakirin ew ê bi ser nekeve, DAIŞ bi riya şaneyên xwe û endamên reviyayî dest bi bikaranîna sivîlan weke mertalên zindî kirin, ev yek astengî li pêşiya pêşveçûnên HSDê li taxên derdor derxist û Asayîş mecbûrî wê yekê bû ku riyên ewle veke ji bo derketina sivîlan ji taxên başûrê Hesekê, li gorî agahiyan zêdetirî 3 hezar malbat hatin derxistin dema ku şerê giran roja Înê diqewimî û qedexeya çûn û hatinê ya giştî li hemû bajarê Hesekê hat ragihandin.

Ev yek pêk dihat ku bi dehan malbat li taxa Al Zihûr di nava dorpêça DAIŞê de bûn û ta niha rewşa jiyanî li wê deverê xirab e.

Lêgerîna li taxan gelek şane û helek endamên DAIŞê yên reviyayî dan girtin
HSDê û hêzên Asayîşê dorpêçeke ewlekariyê li taxa Al Zihûr pêk anîn û bi hevkariya hêzên hevpeymana navdewletî hejmarek çekdarên DAIŞê yên reviyayî ber bi taxan ve hatin girtin mîna taxên Salihiyê, Miftî û Til Hecer, herwiha ji bo xurtkirina rewşa ewlekariyê xelkên Hesekê komîteyên xwe yên nobedariya bi şevê li taxan ava kirin.

Wêneyek ji derdora zindana Sînaa li Hesekê dema ku hejmarek DAIŞ yên di zindanê de xwe teslîm kirin

Encamên operasyona yekemîn
Şer û pevçûnên çend rojan bûn sedem ku 3 sivîl jiyana xwe ji dest bidin bi çekên çekdarên DAIŞê yên ku derbasî taxan bûn, herwiha hêzên Asayîşê ragihand ku hin endamên wê jiyana xwe ji dest dan û hin din jî birîndar bûn û bi dehan endamên DAIŞê hatin kuştin.

Rewşa mirovî
Destpêka êrîşa li ser zindana Sînaa, şaneyên DAIŞê transfêreke elektrîkê kirin armanc li taxa Al Zihûr, di encamê de elektrîk li hemû taxên başûrê Hesekê qut bû, nemaze li taxên ku şer li wan hebû, herwiha av li ser hemû bajarê Hesekê qut bû bêhtirî hefteyekê ji ber sekinandina avê ji stasyona Alok. Bi ragihandina qedexeya çûn û hatina giştî re, piraniya xelkên bajarê Hesekê man bê av ji ber ku sehrîcên avê nema dikarîn derbasî taxan bibin.

Zêdetirî 3 hezar malbat ji taxên Al Zihûr û Xiwêran derketin û ber bi taxên ewle yên bajêr ve çûn, herwiha hejmarek malbat li gel xizmên xwe bi cih bûn. Li aliyekî din, 150 malbat li mizgeftên taxên Til Hecer û talyi bi cih bûn.

Xelkên penaber zehmetiyan dikişînin di aliyê xwarin û pêdiviyên bingehîn de, nemaze ku piley germahiyê daketiye binya sifir, herwiha rêxistinên navnetewî ji karmendên xwe xwestin ku ji Hesekê derkevin dema ku şer derket û ev yek bû sedem ku rewşa penaberan xirabtir bibe di dema ku nan û av zû peyda nabin. Ev hemû pêk hat û rola rêxistinên navnetewî û yên xwecihî û saziyên rêveberiya xweser tune bû û alîkarî tenê ji aliyê xelkên Hesekê û Raqayê ve dihat pêşkêşkirin.

Rojnamevanên ser xeta agir
Di vê rewşa şer de, rojnamevanekî jiyana xwe ji dest da û 3 rojnamevanên din birîndar bûn dema ku rewşa şer dişopandin û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin, niha rewşa wan aram e. peyamnêrê ajansa North Press (C.A) birîndar bû dema ku di erebeyekê de rewş dişopand û ket, peymêrê ajansa Hawar jî (B.R) bi du guleyan birîndar bû, yek jî di zik û ya din di sîngê de, endamê ofîsa ragihandina meclisa leşkerî ya Suryanî (F.A) bi guleyeke segvanekî DAIŞê di destê xwe de birîndar bû, herwiha endamê ofîsa ragihandina hêzên erka xweparastinê (Ahmed Nasir) jiyana xwe ji dest da di encama guleyeke segvanekî DAIŞê di serî de.

Roja Şemiyê 22 Çile, balafirên şer yên hêzên hevpeymana navdewletî çend xalên DAIŞê yên li derdora zindanê kirin armanc, herwiha du erebeyên wan yên (Pradli) li derdora zindanê bi cih bûn.

Tirsa ku zindan li Hesekê weke berê bimîne
Ji destpêka ku şaneyên DAIŞê êrîş kirin û xelkên Hesekê behsa pêwîstiya veguhestina vê zindanê bo derveyî bajêr dikin ji bo ev kesên bi metirsî ji deverên niştecihbûnê dûr bikevin, herwiha pêwîstiya ku dewletên derve hemwelatiyên xwe yên di nava girtiyên DAIŞê de veguhêzin cem xwe.

Ta niha şer û pevçûn li taxa Al Zihûr û derdora zindanê berdewam in û balafirên şer li ezmanê bajêr digerin û noqteyên şaneyan dikin armanc. Li aliyekî din hejmarek endamên DAIŞê hîn di zindanê de ne û xwe teslîm nakin, herwiha hejmarek dîl ji sivîl û nobedarên zindanê di dest wan de ne û ev yek dibe sedem ku operasyon ta niha bi temamî bi dawî nebûye.

Tê zanîn ku di zindanên Xiwêran û Sînaa de nêzî 5 hezar girtiyên DAIŞê hene ku HSDê di şerê rizgarkirina bajarokê Al Baxoz yê gundewarê Dêra Zorê di sala 2019an de ew girtibûn. Zindana Xiwêran her demekê rastî tevliheviyekê tê ji aliyê girtiyên DAIŞê yên ku tê de ne.

Copyright © 2017 Aso Network.