Connect with us

Nûçe û Rapor

Xiristiyanên di bin serweriya “Hayat Tehrîr al-Şam” de mane.. tirs, jiyana bê cejn û helkeft û binpêkirina mafên herî biçûk yên jiyanê

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Yamin al-Xalid – Idib / Toreya ASO ya Nûçeyan
Xiristiyan (Suryan, Kildo-Aşûr û Rom) li gel pêkhateyên din yên Sûriyê, tevna civakî ya Sûriyê pêk tînin. Ev cihêrengî navçeyên bakurê Sûriyê jî dihewîne ku hebûna Xiristiyanan li wan deveran ji kevn ve ye. Niha ti serjimarên rasteqîn yên rêjeya Xiristiyanan li bakurê Sûriyê tune ye, lê serjimarên ne fermî diyar dikin ku hejmara xiristiyanan beriya 2015’an derdora 20 hezar kesî bû, ev hejmar li bajarê Idlib û gundewarê wê bi cih dibûn, lê di sala 2015’an de û piştî ku komên tundirew destê xwe danîn ser Idlib û gundewarê wê, pêla koçberiya xiristiyanan ji wan deveran dest pê kir û niha tenê derdora 400 kesî lê dimînin.

Pêngava Koçberbûna bi darê zorê
Pêla koçberbûna xiristiyanan ji Idlibê dest pê kir piştî ku “Artêşa al-Fatih” di sala 2015’an de ew dever kontrol kir, “Artêşa al-Fatih” hejmarek komên tundirew dihewand û piştî ku devera Idlibê ji bin kontrola rêjîma Sûriyê derket, “Artêşa al-Fatih” serweriya deverê kir. Bi hezaran xiristiyan ji deverê koç kirin ji ber tirsa li ser jiyana xwe û bipêkirinên ku dê di derheqê wan de werin kirin, ji ber ku ola wan ne ya piranî bû û ti garantî ji bo ewlekariya wan di nav wan girûpan de tune bû.

Komên tundirew li xiristiyanan weke “Kafir” dinêrin, piştî ku xiristiyan ji wan deveran koç kirin, “Artêşa al-Fatih” dest danî ser mal û milkên wan û pêşkêşî koçberên navçeyên Sûriyê yên din kirin. Ew koçberên ji ber şer li devera Idlibê bi cih bûne, ji netweyên cuda ne û derbasî Sûriyê bibûn piştî ku şer dest pê kir û Tirkiyê ev derbasbûn di riya xwe de hêsan kir. Binpêkirinên ku di derheqê xiristiyanan de hatin kirin, gihiştin Dirzî, Elewî û Kurdan jî.

Mana di rewşên zehmet de û guhertina tiştên pîroz bo karên bazirganî
Hebûna xiristiyanan li bakurê Sûriyê xwedî piraniyeke kesên temenmezin û hin gêncan e, kesên li wir dimînin nêzî 400 kesî ne û tenê li taxeke Idlibê dimînin, li heman taxê dêrek heye bi navê “al-Azra” ya ku “Hayat Tahrîr al-Şam” (Cebhet al-Nusra ya berê) beşek jê bi kiryarî da kesekî ji gundewarê Şamê ku wî kesî ew beş kir cihê firotina firaxên malan. Beşek ji xiristiyanan jî li gundên biçûk yên Cisir al-Şixûr li gundewarê rojavayê Idlibê dimînin (Gundên Xesaniyê, Yaqûbiyê û Qinyê) ku gundên xirstiyanan in û piraniya malên wan ji aliyê “Hayat Tahrîr al-Şam” (Cebhet al-Nusra ya berê) ve hatine desteserkirin û kesên girêdayî wan yên ji Mexrib û welatên kendava erebî di wan de bi cih bûne.

Piştî ku “Hayat Tahrîr al-Şam” dikarîbû di sala 2018’an de hejmarek girûpên pê re yên “Artêşa al-Fetih” ji serweriya Idlibê biqewtîne mîna Tevgera “Ahrar al-Şam ya Islamî”, Tevgera “Nûr al-Dîn al-Zenkî” û “Siqûr al-Şam”, ew bi tena xwe ma di kontrolkirina deverê de û dest bi kiryarên ne baş di derheqê pêkhateyên kêmjimar mîna xiristiyanan de kir. Wan alîkariyên mirovî li ser wan qut kirin û qedexe kir ku rêxistinên mirovî derbasî gund û deverên wan bibin. Li taxa xiristiyanan ya bajarê Idlibê qedexe ye ku rojnamevan derbas bibin û di heman demê de “Hayat Tehrîr al-Şam” dide xuyakirin ku ew xiristiyanan diparêze lê di rastiyê de xiristiyan ji mafên herî rewa yên jiyanê bê par in û hebûna wan ya dîrokî li deverê bûye armanc.

Piraniya Xiristiyanên Idlibê nemaze yên li gundewarê rojava di çandiniyê de kar dikin mîna çandiniya darên zeytûn û hinaran, di heman demê de Hayat Tehrîr al-Şam “Zekata berhemên çandiniyê” li ser wan ferz dike, ev zekat ne tenê li ser xiristiyanan tê ferzkirin û radestî “Desteya zekatê” ya girêdayî “Hikûmeta al-Inqaz” (beşê sivîlane ya Hayat Tehrîr al-Şam ango Cebhet al-Nusra ya berê) dibin. Ev baceyên bi navê “zekatê” tê ferzkirin 5.2% ye (weke mînak eger berhema zeviyekî hezar dolar be, 25 dolar radestî desteyê dibe). Li gorî agahiyên taybet yên Toreya ASO ya Nûçeyan, rêjeya mezin ji van baceyan diçe ji bo karmendên pilebilind yên Hikûmeta al-Inqaz ya girêdayî Hayat Tehrîr al-Şam û rayedarên wê yên leşkerî.

Nemana şahî û helkeftan
Xiristiyanê Sûriyê herdem ji bo cejn û helkeftên xwe kêf dikin, nemaze cejna sersalê. Li Idlibê û li gorî dema berê herdem xiristiyan kêf li dar dixistin ji bo cejn û helkeftên xwe mîna xemilandina daran û lêdana zingilan û kêfkirina li gel malbatên xwe, lê piştî ku “Hayat Tehrîr al-Şam” dest danî ser Idlibê, hemû kêf û şahî nema hatin lidarxistin ji ber tirsa li ser jiyana wan û tirsa zindankirinê. Jêderên xwecihî ji Toreya ASO ya Nûçeyan re diyar dikin ku li gundên xiristiyanan nema ti şahî lidardikevin û tenê pîrozbahî maye di riya torên civakî bi xizmên xwe yên derveyî navçeyê û serdanên teng û bi tirs yên ji bo xizm û cîranan.

Çalakvanê mafnasî “Xalid al-Alî” (Navekî ne rasteqîn yê rojnamevanekî li Idlibê ye ku nexwest navê xwe eşkere bike ji ber sedemên ewlekariyê) ji Toreya ASO ya Nûçeyan re dibêje ku li gorî hemû zagonên mirovî mafê her kesî heye ku li gorî ola xwe tevbigere mîna cejn û adatên wê olê “mafê ti hêzê tune ye ku mirovan ji ol û baweriyan wan dûr bixe, li Sûriyê divê her kes di çarçoveya azad de bijî, xiristiyan beşek in ji Sûriyê, xwedî maf in, lê ev yek ji aliyê komê tundirew ve nayê qebûlkirin ji ber ku ew li ser bingeheke radîkal ava bûne ku mafê mirov û baweriyan di civaka Sûriyê de dike armanc û hewil dide ku hemûyan bixe bin fikir û baweriyên xwe de”.

“Hayat Tehrîr al-Şam” di sala 2020’an rê da ku cejnên xiristiyanan li gundê Xesaniyê yê gundewarê rojavayê Idlibê werin lidarxistin, lê piştre ev tek dîsan hat qedexekirin, “Xalid al-Alî” dibêje “Hayat Tehrîr al-Şam” rê da ji bo lidarxistina van cejnan û xemilandina daran û ji rojnamevan xwest ku van cejnan biweşînin, lê piştre ev yek dîsan hat qedexekirin. Xuya bû ku tenê propoganda bû, di herdu salên borî de “Hayat Tehrîr al-Şam” xwest ku bide xuyakirin ew bi rengekî sivîlane kar dike, lê rastî berovajî vê yekê ye”.

Li gorî “Xalid” divê ku Sûriya niha û ya pêşerojê ji bo hemû xelkên wê be û mixabîniya xwe tîne ziman ji ber tiştên ku Hayat Tehrîr al-Şam li Idlibê dike ku dîmenekî xirabe ji opozisyonê dide nîşandan, herwiha dibêje “Binpêkirin di derheqê xiristiyanan li Idlibê tên kirin, qedexe ye ji bo wan ku cejn û helkeftên ola xwe pêk bînin, mafên wan ji aliyê desthilata deverê ve nayên dan, ev yek li ser hemû pêkhateyên ku ne ji piraniyê ne tê kirin.”

“Abas al-Ahmad” (nexwest ku navê xwe yê rasteqîn eşkere bike ji ber sedemên ewlekariyê) koçberek ji gundewarê başûrê Idlibê ye û niha li gundê Yaqûbiyê yê gundewarê rojava dimîne, ji Toreya ASO ya Nûçeyan re diyar dike ku cejna sersalê îsal ji bo xiristiyanên gund bê atmosfêr bû “li gund ti şahiyên olî tune bûn ji bilî hin xemlên biçûk li ser deriyên hin malan, ji ber ku eşkerekirina cejnê dibe ku bibe sedema zindankirinê ji aliyê Hayat Tahrîr al-Şam ve”.

Çekdar ketine malên xiristiyanan de
Xelkên resen yên xiristiyan li gundê Yaqûbiyê jiyana xwe bi hemû kêf û azarên xwe bi awayekî normal didomandin, lê li gorî “Abas al-Ahmad” gund niha di bin zordestiya kesên ji netewên cuda de ye, hin ji wan ji “Hayat Tahrîr al-Şam” ve veqetiyane û ji wan zordartir in, ji ber vê yekê hebûna van kesan ji bo ola xiristiyanan pirsgirêk e tevî ku hejmara xiristiyanên gund zêde kêm e piştî ku piraniya wan bi darê zorê koçber bûn û mal û milkên wan hatin dizîn û desteserkirin.

Cihên mayîna xiristiyanên li Idlib û gundewarê wê
Cihên ku xiristiyanên mayî li Idlib û gundewarê wê ev in: Li bajarê Idlibê nêzî 70 kesên xiristiyan dimînin, piraniya wan kesên temenmezin in, ev serjimar ne fermî ye, ew tenê nêzî serjimara rasteqîn e ku Toreya ASO ya Nûçeyan ji jêderên ser erdê bidest xistine.
Li gundên Xesaniyê, Yaqûbiyê û Qinyê nêzî 330 kesên xiristiyan dimînin, piraniya jêderan destnîşan dikin ku serjimara xiristiyanan li Idlib û gundewarê wê ne zêdetirî 400 kesî ye.

Li bajarê Idlibê, xiristiyan li taxa xwe ya dîrokî jiyan dikin ku ew tax ji kevintirîn taxên bajêr e û xelkên wê koçberî gelek dewletan bûn mîna dewletên Ewropa, Tirkiyê û Libnanê piştî ku “Hayat Tahrîr al-Şam” bajar kontrol kir, beşek ji wan jî berê xwe dan bajar û navçeyên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de.

Xiristiyanên mayî piraniya wan temenmezin in, wan biryar da ku bimînin li ser esasê ku “Hayat Tahrîr al-Şam” dê ti ziyanê negihîne wan, lê piraniya wan baceyan didin “Hayat Tahrîr al-Şam”, herwiha ti karên xizmetguzariyê di taxa wan de nayê pêşkêşkirin, alîkariya rêxistinên mirovî nagihêje wan û nabe ti rojnamevan derbasî taxa wan bibe.

Dêrek tenê li taxê heye, di sala 1886’an di dema Osmaniyan de hatiye avakirin, tê de gelek tablo û peykerên hunerî hebûn, herwiha goristanek li rojavayê dêrê hebû. Piştî ku komên tundirew yên “Artêşa al-Fatih” di sala 2015’an de derbas bûn, dêr rastî gelek karên xirakirinê hat û tablo û peykerên wê hatin dizîn, herwiha beşek avahiya wê rastî xirakirinê hat bi riya balafirên şer yên Sûriyê û Rûsiya. Ji sala 2015’an ve, dêr bi temamî sekiniye, lavan û lêdana zingilan lê nayên kirin. “Hayat Tahrîr al-Şam” rê da ku xiristiyan tenê di nava malên xwe de adetên xwe yên olî pêk bînin ji ber ku beşek ji dêrê niha di warê bazirganiyê de hatiye şuxilandin.

Hêjayî gotinê ye ku olên ku temsîla piraniya xelkên Idlib û gundewarê wê nakin mîna xiristiyan û dirziyan, rastî binpêkirina mafan, tunebûna xizmetguzarî û alîkariya mirovî tên ji aliyê “Hayat Tahrîr al-Şam” ya ku serweriya hemû qadên jiyanê li deverê dike.

Copyright © 2017 Aso Network.