Connect with us

Nûçe û Rapor

Axaftinên nijadperest û biryarên zordar yên ku penaberên Sûriyê li Tirkiyê dixin zoriyê de

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Yamin al-Xalid – Tirkiyê
Pêşgotin
Di salên dawî de axaftinên nijadperest ji aliyê berpirsyarên Tirkiyê ve derketin li dijî penaberên Sûriyê, ev yek gihişt asta ku ji raya giştî ya Tirkiyê re eşkere bibe bi awayekî berfireh.
Di aliyê fermî de jî, bi paşveçûna rewşa aborî re, hin biryarên zordar ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve derketin di derheqê penaberên Sûriyê de. Gelê Tirkiyê hikûmetê tawanbar dike ku ew sedema rewşa buhabûna nirxên kel û pelên jiyanê ye, herwiha paşveçûna rewşa aborî. Li hember vê nerazîbûnê, gelê Tirkiyê hesab ji penaberên Sûriyê dixwaze ji ber ku li gorî wan hikûmet piştgiriyê dide wan. Di heman demê de hikûmeta Tirkiyê li pereyên ku ji neteweyên yekbûyî jib o penaberan digire, mukir nayê. Di navbera rewşa hikûmet û gelê Tirkiyê de axaftinên nijadperest di derheqê penaberên Sûriyê de derdikevin û rewşa wan tengav dibe.
Li hejmarek bajarên Tirkiyê nerazîbûn li dijî penaberên Sûriyê derket, raya giştî ya Tirkiyê dibîne ku penaberên Sûriyê jib o Tirkan bûne gef û aboriya welatê wan lawaz dikin. Di dema dawî de hejmarek penaberên sûrî ji Tirkiyê hatin qewitandin û jib o Sûriyê hatin şandin.

Sûrî di nava diranên siyaseta Tirkiyê de ne
Bi destpêka tevgera li Sûriyê di Adara 2011an û bi xurtbûna şerê li nava welêt re, pêlên koçberiyê ber bi welatên cîran ve dest pê kirin, para Tirkiyê ya herî zêde bû, ne tenê di aliyê hejmara penaberan de, lê ji ber ku opozisyona Sûriyê jî Tirkiyê ji xwe re kir bingeha kar. Hejmara penaberan li Tirkiyê bû bi sed hezaran, hikîmetê di destpêkê de sûrî weke birayên xwe bi nav dikirin, ev yek gihişt asta ku sûrî bikin mina (Muhacir) û tirk bibin mina (Ansar).
Tirkiyê di bin navê mirovatiyê de sûrî pêşwazî kirin û li ser xaka xwe rê da karê opozisyonê, ev yek bi riya hevgirtina partiya xwe ya adalet û geşepêdanê AKP û birayê misulman li Sûriyê. Ev hevgirtin bû sedema desteserkirina biryara opozisyonê ji aliyê Tirkiyê ve. Opozisyona Tirkiyê li vê yekê nêrî ku AKP bi riya van kiryaran dixwaze ku penaberên Sûriyê bixe xizmeta siyaseta xwe , ev bû weke şerekî siyasî yê navxweyî li Tirkiyê, Sûriyên alîgirê AKP li opozisyona Tirkiyê dinêrîn ku ew li dijî hebûna sûriyan e û hikîmeta piştgiriya penaberan dike, wan ev nêrîn belav kirin ta ku rastî hikûmetê eşkere bû dema ku zext li ser hebûna sûriyan li Tirkiyê çêkir.

Axaftinên berpirsyarên tirk yên nijadperest li dijî sûriyan
Di dema dawî de axaftinên berpirsyarên tirk yên li dijî penaberên sûrî, bi xwe re nerazîbûneke mezin ji hebûna penaberên Sûriyê re anî ji aliyê hemwelatiyên tirk ve. Bi vê yekê neqebûlkirina hebûna penaberên sûrî li Tirkiyê diyar bû di nava civaka Tirkiyê de û nêrîna li wan ku ew kêm in. Tirk êdî bûn li sûriyan dinêrin ku ew bûne bar li ser milên welat û hikûmeta wan, di heman demê de raya giştî ya Tirkiyê û hêzên siyasî xwestin ku sûrî li welatê xwe vegerin û ev yek di axaftinên berpirsyarên tirk de esker bû, di serî de jî axaftinên Receb Tayip Erdoxan ku di nava axaftinên wî de rengekî nijadperestiyê hebû û wan weke kelem li pêş pêşketina aboriya Tirkiyê dît û bar li ser hikûmeta wan.
Guhertina di axaftinên Erdoxan de, li zexta li ser partiya wî vedigere, herwiha zextên navdewletî û lihevkirinên siyasî yên bi Rûsiya, Îran û rêjîma Sûriyê re, ev yek weke ku ew êdî nema hewceyî kerta opozisyona Sûriyê ye û li şûna ku ew li ser maseyê jib o opozisyon û gelê Sûriyê bi kar bîne, ew bûye ku wê kertê li ser maseyê davêje jib o berjewendiyên gelê Tirkiyê û lihevkirina bi hêzên navdewletî re.
Serokê Tirkiyê Receb Tayip Erdoxan di axaftinên xwe yên destpêkê ku gelek caran ev yek anî ziman û gotinên wî yên wê demê niha bûne cihê qeşmeriyê li cem penaberên Sûriyê, hevoka wî ya navdar ev bû ku (Tirkiyê 4 milyon penaberên sûrî hembêz dike), Erdoxan û hikûmeta tirk bi riya dubarekirina vê hevokê xwestin ku dewletên yekîtiya Ewropa bêhtir alîkariyên madî pêşkêş bikin da ku pêwîstiyan penaberan pêk bînin.
Kesayetiyeke tirk ya din navdar bû bi axaftinên xwe yên nijadperest, ew Tango Ozcan e, serokê şaredariya bajarê Polo ye, wî gelek caran xwest ku buhayê xizmetên ku ji penaberên sûriyê re tên pêşkêşkirin zêdetirî yên ji bo welatiyên tirk bin mina enternêt, elektrîk û ava vexwarinê, wî eşkere kir ku divê ev nirxê deh qatî yên ji bo welatiyên tirk bin, cara dawî ya van axaftinên wî di 26ê Tîrmeha 2021an bû. Wî di axaftineke xwe de got (Sûrî zêde li cem me man, bila biçin, ta kengî wê Tirkiyê wan tehmul bike?), di axaftineke din de got (dema ku me alîkarî li ser wan qut kir, ew neçûn. Dema ku me ew ji kar dûrxistin jî neçûn, niha em dixwazin tiştin nû derxin), penaberên sûrî ev axaftinên wî weke dehfdan û bihêzkirina nijadperestiya li dijî wan dîtin.

Li hember van axaftinên Ozcan, sûrî aciz bûn û di 2ê sibata borî de 22 parêzer û çalakvanên sûrî ku di nav wan de jî tirk hebûn, dozeke dadwerî li dadgeha “Çağlayan” ya tirk li dijî wî dest pê kirin ji ber axaftinên wî yên nijadperest û hewildana wî ya qewtandina wan ji bajêr.
Serokê partiya gel ya komarî ya opozisyonê Kemal Kulîçedar Oxlo jî gelek caran soz da ku eger ew bigihêje kursiya serokatiyê, ew ê di nava du salan de hemû sûriyan li welatê wan vegerîne, Kulîçedar jî bi nêrînên xwe yên nijadperest li dijî sûriyan tê naskirin.
Di 29ê Îlûna 2021an di axaftineke xwe de got ku (Sûrî xizmên me ne, ew ê li ser xaka ku lê jidayik bûne şad bin, ji ber wê em ê wan li xaka wan vegerînin), herwiha wî destnîşan kir ku li Tirkiyê 3 milyon û 300 hezar penaberên sûrî hene li gorî jimarên fermi yên hikûmeta Tirkiyê.
Hin çavdêr dibêjin ku ev helwesta opozisyonê li şerê siyasî vedigere û armanca wê ya rasterast li dijî hikûmeta Tirkiyê ye ya ku dide xuyakirin ku ew sûruyan xwedî dike û ne li dijî wan e. Alîgirên hikûmetê dibînin ku helwesta opozisyonê tenê ji ber dijberiya wê bi hikûmetê re ye û ew ne li dijî rêjîma Sûriyê ne.

Penaberî sûrî qurbaniyê raya giştî ya Tirkiyê ya ne biryardar e
Semer al-Ahmed (navekî ne rasteqîn e) ya 48 salî, ku penabereke sûrî ye, ji navçeya Xan Şêxûn ya gundewarê başûrê Idlibê ye û niha li gundekî nêzî bajarê Antakiya li başûrê Tirkiyê dimîne, di derbarê guhertina tam ya danûstandina tirkan bi sûriyan re, ew ji Toreya ASO ya Nûçeyan re axivî û got ku di salên dawî de penaberê sûrî rastî lêdan û şikandinê tên, herwiha ew rastî tirs û gelek astengiyan tên, em niha nema diwêrin ku zarokên me bi şevê derkevin ji ber ew rastî lêdan û kiryarên xirab yên tirkan tên bêyî k utu sedem hebe.

Al- Ahmad bûyerekê ji me re dibêje ku bi lawekî wê re di destpêka îsal de çêbû, ew wiha dibêje (pevçûn di navbera muxtarê gund û penaberekî sûrî de çêbû, muxtar yê sûrî tometbar dikir bi dizîna pereyan ji firoşgeheke sebezan, nakokî derket û herdû bi hev ketin, piştre tirk dest pê kirin ku sûriyan li ser riyan bikin armanc û pê re gelek rewşên lêdanê derketin, lawekî min rastî lêdanê ji aliyê xortine tirk ve hat bêyî k utu sedem hebe.

Bûyer li vê derê nesekinî, muxtarê gund ew yek xwest ku sûrî ji gund derkevin, hejmara sûriyan 50 malbat bûn, piştî nîqaşên çend rojan lihevkirin çêbû ku me ji gund dernexin, di vir de zorî li ser me bêhtir bû, zarokên me nema dikarîbûn bi tirkan re biaxivin û tenê dema ku pêwîstî hebe derkevin.

Semer mixabiniya xwe tine ziman ji ber vê rewşa ku sûrî tê de ne li Tirkiyê, herwiha cudabûna rewşa wan ya niha ji rewşa wan ya dema destpêka ku derbasî Tirkiyê bûn, ew vê guhertina çêbû li vê yekê vedigerîne ku tirk dibînin ku sûrî para wan ji derfetên kar û alîkariyên mirovî birine, Semer di dawiyê de dixwaze û hêvî dike ku dawî li vê rewşa wan were û sûrî vegerin welatê xwe.

Karkerên sûrî gurbaniyên nijadperestiyê ne
Nijadperestî xwedî bandoreke neyînî ye li ser karkerên sûrî, Sefûq al-Hasan ku ciwanek e ji gundewarê bakurê Hemayê ye, ji Toreya ASO ya Nûçeyan re dibêje ku ev bûye çend sal ew li kargehên sebezan kar dike, wî di van sê salên borî de dîtiye ku guhertin di awayê danûstandina tirkan bi sûriyan re çêbûye, ev guhertin zêde dibe dema ku bûyerek diqewime yan berpirsyarekî tirk axaftinekê dike mîna Erdoxan, karkerê sûrî ne xwedî maf e û nikare doza wî bike.

Al-Hasan dibêje ku wî gelek binpêkirin di derheqê sûriyan li kargehan dîtiye, dema ku nakokî di navbera tirkekî û sûriyekî derdikeve, tirk êrîşê dibin ser hemû karkerên sûrî û karkerê sûrî nikare xwe biparêze ji wan, herwiha nikare dest ji kar berde ji ber ku wê demê wê xwediyê kar dest deyne ser hemû mûçeyên wî yên li cem û tiştek ji dest yê karker nayê.
Tirkiyê sûriyan hesab dike weke mêvan ne weke penaber, ji ber vê yekê tu maf tune ye ku sûriyan biparêze, dema ku bûyerek diqewime yan binpêkirin di derheqê yekî sûrî çêdibe, polîs destwerdanê nakin û dema ku destwerdanê bikin, wê hemû maf ji bo yê tirk be. Gelek caran çalakvanên raya giştî li Tirkiyê gotine ku divê sûrî rêzê ji gelê Tirkiyê re bigire.

Al-Hasan dibêje ku ew ji vê nêrîna kêm ji bo wan aciz bûne, ev nêrîn li pey wan e li her deverê, li cihê kar û li saziyên dewletê, herwiha li kolanê dema ku bi tirkan didin û distînin, ew tenê dixwazin ji bin vê bindestiyê rizgar bibin.

Biryarên nerewa di derheqê penaberên sûrî di mehên dawî de
Di çarçoveya ku Tirkiyê penaberên sûrî yên li ser xaka xwe xistine zoriya jiyanê tevî ku ew bi keda xwe û bi riya alîkariya ji xizmên xwe yên li Ewropa jiyan dikin, di dema dawî de gelek biryar ji aliyê desthilata tirk ve di derbarê sûriyan de derket, ev biryar xwedî bandorên xirab bûn li ser jiyana sûriyan, ya herî dawî biryara (plana sivikkirinê) ku dibêje divê kesên biyanî tevî sûriyan nikaribin xwe qeyd bikin di nifûsa 16 bajar û derdora 800 taxên Tirkiyê de weke Enqere, Antaliya, Aydin, Borsa, Tişanakala, Dozçe, Adirne, Hatay, Izmîr, Istanbol, Kerkilarîlî, Koçalî, Mogla, Sikarya, Tikîrdax û Yalofa.

Ev biryar wiha dibêje ku dema rêjeya biyaniyan li bajarekî bigihêje 25%, wê demê qeydikirina biyaniyan li wî bajarî êdî disekine bi armanca ku rêjeya biyaniyan nema zêde bibe li ser hesabê rêjeya tirkan li heman bajêr.

Di demeke borî de desthilata tirk gelek penaberên sûrî ji ser xaka xwe qewitandin bi hincetên cuda, di 31ê Çileya îsal de derora 150 xortên sûrî ku piraniya wan derçûyên zanîngehan bûn, xwedî ruxsetên kar li Tirkiyê bûn û xwedî karta demkî (Kîmlik) bûn, bi riya dergehê sînorî yê (Bab al-salama) re yê ku Tirkiyê bi herêmên di bin kontrola artêşa niştîmanî ya Sûriyê re girê dide, hatin derxistin piştî ku li navenda Tozla ya bajarê Istenbolê 10 roja hatin sekinandin û bi bihaneya ku wan ti destûr wenegirtine ji bo derbasbûna Istenbolê, ji Tirkiyê hatin qewitandin.

Di mehên Cotmeh û Mijdara sala borî de, hikûmeta Tirkiyê bi dehan sûrî qewitandin bi hiceta ku ew beşdarî (Tirina Mozan) bûne, ew tirinda ku di 17ê Cotmehê de dest pê kiribû piştî ku welatiyekî tirk bi riya bernameyeke televizyonê de gotibû ku tirk nikarin mozan bikirin û sûrî wan zêde dikirin, piştre keçeke sûrî lê vegerandibû ku eger ne ji rewşa şerê li Sûriyê ba, ew nedihat welatê Tirkiyê. Ev yek bibû sedem ku piştgiriyeke zêde li ser toreyên civakî jib o keçê çêbibe û gelek vîdyo hatin belavkirin di derbarê xwarina mozan de weke piştgirî jib o wê keçê, piştre hikûmeta Tirkiyê qedexe kir belavkirina wan vîdyoyan û ji bo wê gelek penaberên sûrî girtin.

Di 20ê Îlûna 2021 de, hikûmeta tirk biryarek derxist di derbarê nexweşên sûrî yên li nexweşxaneyên Tirkiyê tedawî dibin bê pere ji berk u piştgiriyê ji Yekîtiya Ewropa distînin, biryar wiha bû ku kertên parastinê yên demkî hatin sekinandin ji bo nexweşên sûrî û pê re pereyên tedawiyê bûn li ser mile nexweşên sûrî, herwiha dergehê sînorî yê (Bab al-Hewa) şandina hemû rewşên nexweşiyê ji Sûriyê ber bi Tirkiyê ve sekinand û ev yek bû sedem xirabûna rewşa tenduristî ji bo sûriyên li Tirkiyê û yên li hundirê Sûriyê.

Zarokê bi nave Yasir al-Hac yê 13 salî ku ji navçeya Sehil al-Xab ya gundewarê rojavayê Hemayê ye, ew nexweşê mejî ye û hemû laşê wî ji ber wê pûç bûye, ew hewcedarî ku li Tirkiyê tedawî bibe li gorî ku toxtoran ji bavê wî re gotin. Bavê Yasir ji Toreya ASO ya Nûçeyan re dibêje ku rewşa Yasir roj bi roj xirabtir dibe û ew zêde hewce ye ku zarokê wî biçe Tirkiyê tedawî bibe, lê biryara dawî bû asteng û nema dikarin wî bişînin.

Wî da zanîn ku tevî vê biryarê, hin nexweş di riya (Bab al-Hewa) re derbasî Tirkiyê dibin piştî ku pereyan didin tîma tenduristiya Tirkiyê ya ku li heman dergehê kar dike, pereyên ku tên dan nêzî 2000 dolar in û ew nikarin bidin, ev biryar rewşa tenduristiyê xirab kiriye li wan deveran.
Li bakurê Sûriyê rewşên tenduristiyê yên giran hene mîna kanser, nexweşiyên dil û pûçbûn, ev rewş hewce ne ku werin şandin bo Tirkiyê, li gorî bavê Yasir ew matmayî mane ji ber van guhertinên ku tirkan di derbarê wan de dan destpêkirin.

Di warê xwendinê de jî hikûmeta Tirkiyê di 1ê Îlûna 2021 de biryarek derxist, biryar ew bû ku hevpeymanên bi 13 hezar mamosteyên sûrî hatibûn girêdan, hatin iptalkirin li hemû dibistanên li Tirkiyê, tevî ku UNICEF mûçeyên wan mamosteyan dide li gorî lihevkirina di navbera wê û Tirkiyê de, mamosteyên sûrî derdora 2000 lîreyê tirkî mehane werdigirin, ev mûçe kêmtirî nîvê mûleyê mamosteyê tirk e, li gorî lihevkirina UNICEF û hikûmeta Tirkiyê de hemû mamosteyên sûrî divê ku weke xwebexşan kar bikin.

Qasim al-Dalî ciwanek e, ji bajarê Himsê ye, ji sala 2004an ve li bajarê Rîhaniyê li Tirkiyê dimîne, ew mamoste bû beriya ku ev biryara sekinandinê derkeve, wî ji Toreya ASO re got ku mafê mamosteyên sûrî li gorî yên tirk tune bû, dema ku pirsgirêk li dibistanê derdiket, mamosteyê sûrî nikarîbû mafê xwe werbigire ji ber ku ew ne karmendekî fermi bû, herwiha mûçeyên wan bi qasî karkerkî normal yê tirk bû.

Wî got ku mamosteyên sûrî ev biryar weke ne heqî û nijadperest dîtin ji berk u Tirkiyê tenê dolarekî ji bêrîka xwe ji bo wan nade, ev biryar derket di dema ku êrîş li ser sûriyan li hundirê Tirkiyê tên kirin ji aliyê berpirsyar û xelkên Tirkiyê û derfetên kar ji bo wan nemane, mamoste jî weke penaberên sûriyê yên din, êdî mecbûr e ku pereyên kiriya xaniyan, elektrîk, av, enternêt û hwd bide.

Piştî demekê ji derxistina vê biryarê, hikûmeta Tirkiyê got ku ew ê bi hezaran mamosteyên sûrî vegerîne ser kar, lê di rastiyê de yên ku vegeriyan bi dehan bûn ku wan pere weke bertîl dan berirsyarên tirk û piştre vegeriyan.

Zor û zehmetiyên ku penaberên sûrî li hundirê Tirkiyê dibînin, berdewam in. Tirkiyê bi riya hebûna wan bi milyonan dollar ji welatên derve û rêxistinên navdewletî werdigire û di heman demê de hemû awayên nijadperestiyê di derheqê sûriyan de tên bikaranîn da ku vegerin welatê xwe, herwiha axaftinên tûj û nijadperest her demekê ji aliyê berpirsyarên tirk vê tên gotin û pê re biryarên nerewa yên ku jiyana wan zehmet dike derdikevin.

Copyright © 2017 Aso Network.