Connect with us

Nûçe û Rapor

Berdewamiya siyaseta guhertina demografîk… Zimanê Tirkî bakurê Sûriyê dagir kiriye

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Yamin el-Xalid
Heleb – Toreya ASO ya Nûçeyan
Desthilata dagirker ya tirk hewil dide ku bajarê kurdî yê Efrîn û navçeyên din yên gundewarê bakurê Helebê bi darê zorê bixe bin kontrola xwe di aliyê medenî û leşkerî de, ev yek di çarçoveya siyaseta guhertina demografîk de, da ku nasnameya kurdî were çewisandin û çêkera xelkên deverê were guhertin, dagirkeriya tirk dixwaze zimanê Tirkî bi xelkê bide fêrkirin çi bi zorê yan ne bi zorê be.

Saziyên ku alîkar in bi ferzkirina zimanê Tirkî re
Tirkiyê rêxistin û saziyên fêrkirinê weke amûr bi kar tine ji bo ku zimanê Tirkî li deverên di bin kontrola xwe de ferz bike, Qasim el-Helebî (navekî ne rasteqîn yê sivîlekî li Efrînê dimîne) ji Toreya ASO ya nûçeyan re got gelek navendên deverê yên ku girêdayî Tirkiyiyê ne xulên fêrkirina zimanê Tirkî ji bo xelkên Efrînê vedikin û giringiyeke zêde didin zimanê Tirkî li ser daxwaze desthilata tirk, nemaze navenda (Yûnis Amra) ya zimanê Tirkî, herwiha rêxistina (el-Rewad) û ya (Rûya) ku ev hemû rêxistin li Tirkiyê tomarkirî ne û piştgiriyê jê digirin.

Heman jêderî diyar kir ku wezareta perwerde û fêrkirinê ya girêdayî Hikûmeta Sûriya ya Demkî ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê distîne, metiryala zimanê Tirkî li ser zanîngeh û dibistanên di bin serweriya wê li bakurê Sûriyê ferz dike.

Ev sazî û navend bi awayekî bi rêk û pêk li hemû navçeyên di bin serweriya Tirkiyê de, zimanê Tirkî didin fêrkirin, nemaze li Efrîn û navçeyên derdora wê. Ew ji bo vê yekê bi taybetî ciwan û mamosteyan dikin armanc, herwiha ew ji bo amadebûna her dersekê 15 dolaran pêşkêş dikin.

Insiyatîv û xulên cîbcîkirina zimanê Tirkî li Efrîna kurdî
Navenda Yûnis Amra (navendeke tirk ya zimanê Tirkî ye) di 22ê Sibata borî de xuleke fêrkirina zimanê Tirkî li bajarê Efrîn yê kurdî dest pê kir, 300 ciwan ku beşek ji wan kurdên Efrînê bûn û yên mayî koçberên ji deverên din bûn, di xula fêrkirinê de amade bûn. Di xuleyê de bingehên fêrbûna zimanê Tirkî hatin dan da ku ji aliyê ciwanan ve were fêrbûn, ev xul ne ya yekemîn bû ji aliyê navendê li navçeyên gundewarê bakurê Helebê, xuya dibe li ser hesabên navendê yên torey medyaya civakî (Facebook) ku ew li deverên din jî xuleyên ziman vedike mîna Izaz û Babê, herwiha li zanîngehên girêdayî (Hikûmeta Sûrî ya Demkî) ku Tirkiyê piştgiriya wê dike.

Ev navend li cem fêrkirina zimanê Tirkî nesekinî, di 13ê Adara îsal de navenda Yûnis Amra destpêkirina pêşangeha xêzkirina bi zimanê erebî li bajarê kurdî yê Efrînê ragihand, li gorî navendê pêşangeh ta 20ê Nîsanê dewam kir û li devera el-Mehmûdiya li nava bajarê Efrînê li nava avahiyeke sivîlan ya kolana Raco birêve çû, di wêneyên Facebookê de diyar bû ku bi dehan xort û keç amade bûn li pêşangehê.

Rêxistina el-Rewad li nava bajarê Efrînê çalak e, di 12 Sibata borî de rêxistinê xuleke fêrkirina zimanê Tirkî bi dawî kir û tê de bawername ji bo xort û keçên ku mehekê beşdar bûn hatin pêşkêşkirin. Li gorî Ciwan Agirî ku berpirsê xulên zimanê Tirkî li rêxistinê ye “ev xula dawî balkêş bû ji yên beriya wê û zêde aktîv bû û beşdar zêde bûn”, ev jî tê wateya ku hejmarek xulên din hatibûn destpêkirin û bi dawî bûn.

Rêxistina el-Rewad yek ji rêxistinên li bakurê Sûriyê kar dike, ew dibêje ku ew xizmeta civaka Sûriyê bi giştî dike û piştgiriya jin û ciwanan dike.
Herwiha (Meclisa bajarê Efrînê ya xwecihî) ku Tirkiyê piştgiriya wê dike kar dike ku xulên fêrkirina zimanê Tirkî ji bo mamosteyan her sal li dar bixe da ku zimanê Tirkî li hemû dibistanên li gundewarê bakurê Helebê ferz bike , ev meclis hat damezirandin piştî dagirkirina bajêr ji aliyê Tirkiyê di operasyona (Çiqila zeytûnê) de ya ku di 30ê Çileya 2018an de dest pê kir, ji aliyê îdarî ve, meclis girêdayî Hikûmeta Sûrî ya Demkî ye.

Di 30ê Çileya 2021an de, dewleta dagirker ya Tirkiyê navenda (Anadol) li nava bajarê Efrînê vekir, bi armanca fêrkirin û belavkirina ziman û çanda Tirkî bi riya xul û komcivînên berdewam ji bo danasîna dîroka osmaniyan , ev yek bi riya xulên xurt yên zimanê Tirkî ji bo bi sedan xwendekaran li gel zimanê ingilîzî. Di 12ê Adara îsal de navendê ezmûnek ji bo asta yekemîn ji xwendekarên zimanê Tirkî re çêkir.

Zanîngehên Tirkî li gundewarê bakurê Helebê belav dibin
Hikîmeta dagirkera tirk hewil dide ku zanîngehên xwe yên ku zimanê Tirkî tê de esasê fêrbûnê ye, belav bike, ev yek li gel ku zimanê Tirkî weke metiryaleke bingehîn e li hemû dibistan û zanîngehên li navçeyên di bin kontrola wê de. Meclisa xwendina bilind ya Tirkiyê birya da ku beşên zanîngeha Intab li Efrîn, Bab û Cerablusê firehtir bike ku di encamê de fakulteyên nû vebûn mîna fakulteya zimanê Tirkî di 15ê Tebaxa 2020an de.

Li gorî lêpirsîneke Toreya ASO ya Nûçeyan, Xalid el-Hisên (navekî ne rasteqîn e) yê 32 salî ku ew xwendekarekî fakulteya zanyarî li zanîngeha Izazê ye, dibêje ku metiryala zimanê Tirkî metiryaleke bingehîn e li fakulteyê ku gelek pirtûk pê ve girêdayî ne û ji aliyê mamosteyê pispor ve tên dayîn jib o rêveberiya zanîngehê gelekî giring in.

Herwiha Xalid dibêje ku zehmetî heye di fêrbûna zimanê Tirkî de û di heman demê de nikare piştguh bike ji ber ku ne tenê li zanîngehê, zimanê Tirkî mercekî serek ye ji bo bidestxistina karekî piştî derçûyînê. Di dawiya meha Tebaxa 2020an de fakulteyek taybet ji bo zimanê Tirkî li zanîngehê hat vekirin ku cihekî wê yê taybet heye herwiha mamosteyên tirk jî tê de cih digirin, balkêş e ku pereyên tomarkirina di vê fakulteyê de ji yên fakulteyên din kêmtir in.

Xalid herwiha anî ziman ku Tirkiyê dixwaze zimanê Tirkî û perwerdeya dîroka osmaniyan li zanîngehan ferz bike û gelek xwendekar armancên vê siyaseta Tirkiyê ya guhertina demografîk li deverê baş nas dikin, lê di heman demê de ti çareyeke din li pêşberî wan tune ye ji ber zimanê Tirkî mercê yekemîn yê kar û jiyanê ye li wan deveran.

Xalid guhertina demografîk nemaze li deverên kurdan li Efrînê şermezar dike û tirsa xwe tine ziman ku dibe ku ev rewş bêhtir xirab bibe.

Zimanê Tirkî dibistanên zarokan jî dagir dike
Di destpêka sala xwendinê ya 2018an de hikûmeta sûrî ya demkî zimanê Tirkî weke metiryal derbasî hemû dibistanên di bin kontrola Tirkiyê de kir, zarok ji hemû pêkhateyan zehmetiyan dikişînin dema ku vî zimanî fêr dibin, zimanê Tirkî metiryaleke mecbûrî û bingehîn e û pileya wê 100 e, dema ku şagirt pileyekê kêmtir ji 50 bidest bixe, ew bi ser nakeve.

Abdela el-Ehmed (navekî ne rasteqîn e) mamosteyekî qonaxa seretayî ye li bajarê Izazê, ji Toreya ASO ya Nûçeyan re dibêje ku şagirt pir zehmetiyan dikişînin di fêrbûna zimanê Tirkî de ji ber ku ev ziman li ser wan nû ye û ji zimanê ingilîzî zehmetir e, malbatên şagirtan herdem gazinan ji ber zehmetiya zimanê Tirkî dikin.

Herwiha dibêje ku wezareta fêrkirinê ya girêdayî hikûmeta sûrî ya demkî giringiyeke zêde dide zimanê Tirkî ji ber ku ew zimanê dewleta ku piştgiriyê dide wan û deverê control dike.

Herwiha dibêje ku guhertinên di minhacên xwendinê de hatine çêkirin gelek pirsan derdixe hole mîna derbaskirina dîroka tirkan û danasîna rayedarên tirk, ev yek li gel ferzkirina zimanê Tirkî ku hemû nîşana siyaseta tirkkirina plankirî ji dever û navçeyên Sûriyê re ye.
Ew metirsiya xwe dide xuyakirin ji ber lawazbûna asta zimanê erebî li cem sed hezarên xwendekaran li nava Tirkiyê, zimanê erebî bi temamî hatiye rakirin ji minhacên zarokên penber li Tirkiyê, tenê zimanê Tirkî maye û ev yek tê wateya ku nifşên pêşerojê wê bi zimanê Tirkî biaxivin, divê çareseriyeke xurt û bingehîn ji vê siyaseta Tirkiyê re were dîtin.

Ta niha dewleta dagirker ya Tirkiyê û grûpên wê berdewam in di siyaseta guhertina demografîk li Efrîna kurd û hemû navçeyên gundewarê bakurê Helebê, Tirkiyê gelek rêbazan bi kar tine da ku vê siyasetê ferz bike ku giringiyê dide fêrkirina zimanê Tirkî û dîrok û çanda osmaniyan di ware perwerdeyê de.

Copyright © 2017 Aso Network.