Nûçe û Rapor
Zêdebûna rewşên cudabûna endamên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê ji ber nedana mûçeyan
Rewşa cudabûn û nakokiyan di nava refên girûpên opzisyona Sûriyê ya çekdar ku Tirkiyê piştgiriya wê dike, berdewam e, ev yek ji ber lawazbûna piştgiriya darayî û kêmbûna nirxên mûçeyan e di nava rewşên bilindbûna nirxên kel û pelên jiyana rojane li bakurê Sûriyê.
Piraniya endamên van girûpan ciwanên bê kar û ji xwendinê dûr in.
Kêmbûna nirxê mûçeyên mehane û qutkirina mûçeyên hin girûan bûn sedem ku cudabûna tekane û ya bi kom di nava girûpan de derkevin tevî sozên Tirkiyê yên derbarê başkirina rewşê.
Husam al-Mihêmîd (navekî ne rasteqîn yê jêderekî Toreya ASO ya Nûçeyan li bakurê Sûriyê ye) diyar kir ku girûpa (Eniya niştîmanî ya rizgarkirina Sûriyê) ya di bin sîwana Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê de kar dike, ev bûye 8 meh ku rastî cudabûnên tekane tê ku hejmara van cudabûnan bûye nêzî 1700 kesî.
Li gorî Mihêmîd, sedema van cudabûnan nedana mûçeyên mehane di 3 mehên destpêkê de ku piştre tenê 400 lîreyên tirkî ango tenê nêzî 28 dolarên amerîkî hatin dan.
Li gorî heman jêderî, piraniya endamên Eniyê li navçeyên di bin kontrola Hayat Tahrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê) de dimînin ku ev yek cudabûna wan û tevlîbûna wan ya nava Hayat Tahrîr al-Şam hêsan kir nemaze ku mûçeyên wan 600-1400 lîreyên tirkî ye.
Li gorî heman jêderî, hin endamên cudabûyî vegeriyan malên xwe ji bo ku ji xwe re karekî ne çekdarî bikin yan ku berê xwe dan Tirkiyê bi qaçaxî da ku karekî din peyda bikin.
Hesen al-Umer yê 30 salî (navekî ne rasteqîn yê endamekî nû ji nava girûpa Artêşa Idlibê ya Azad cuda bûye) ji Toreya ASO re dibêje ku wî di dawiya sala 2021 de cuda bû ji ber nedana mûçeyên 5 mehan û nedîtina çareseriyekê ji bo wan.
Ew dibêje ku ew û hevalên xwe li ser xeta pêşîn ya beramberî navçeyên hikûmeta Sûriyê bû li gundewarê başûrê Idlibê û mûçe ji Gulana 2021 qut bûn û ta Mijdara wê salê nehatin dayîn, piştî ku wî hêvî qut kir biryara cudabûna xwe stand da ku karekî din ji xwe re peyda bike û her çar zarokên xwe xwedî bike.
Al-Umer diyar dike ku ti lîsteyeke diyar ji bo mûçeyan tune ye û mûçeyên wan bi mehan qut dibûn bêyî dîtina çareseriyê.
Herwiha mûçe ne zêdetirî 400 lîreyên tirkî bû ku têra xwedîkirina malbata wî nedikir ku mehane 2500 lîreyên tirkî jê re pêwîst e ji ber buhabûna nirxên pêwîstiyên jiyanê.
Hewcedarî sedema tevlîbûna nava girûpan e
Li gorî al-Umer, sedema tevlîbûna gelek ciwanan ya nava van girûpan pêwîstiya madî ye da ku malbatên xwe xwedî bikin û ne girêdayî mijarên şer û şoreşê ye, piraniya hejmara rewşên cudabûnê piştî qutkirina mûçeyan vê yekê tekez dikin.
Cudaker berê xwe didin Hayat Tahrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê)
Gelek cudakerên ji girûpên girêdayî Tirkiyê berê xwe didin Hayat Tahrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê) ji ber mûçeyên wan yên bilind beramberî yên girûpên din, herwiha pêşkêşkirina xwarinê jib o endaman.
Çalakvanê ragihandinê Ayham al-mihemed yê ku li Tirkiyê dimîne, ji Toreya ASO dibêje ku Hayat Tahrîr al-Şam ji destpêka çêbûna xwe piştgiriyê dide endamên ku tevlî wê dibin û xulên berdewam yên perwerdeya leşkerî ji wan re çêdike
Herwiha diyar dike ku Hayat Tahrîr al-Şam giraniyê dide hejmara zêde ya nava refên wê da ku kontrola xwe xurt bike li navçeyên Idlib û gundewarên wê, herwiha li hin navçeyên gundewarê rojavayê Helebê, rojavayê Hemayê û bakurê Laziqiyê.
Al-Mihemed dibêje ku mûçeyên Hayat Tahrîr al-Şam ji 100 dolarên amerîkî ango 1400 lîreyên tirkî dest pê dike û zêde dibe li gorî astên ku di nava refên wê de ne, di nava Hayat Tahrîr al-Şam de hêzên taybet hene ku ji wan re dibêjin al-Asayib al-Hamraa ku ev hêz rastî perwerdeyek girtî tên û di mehê de 20 rojan li navendên xwe dimînin, ev hêz mûçeyên herî bilind werdigirin 1400 lîreyên tirkî herwiha xwarinê bi qasî 50 dolarên amerîkî. Endamên din 600 lîreyên tirkî mehane werdigirin û xwarinê bi qasî 50 dolarên amerîkî distînin.
Herwiha berdewam dike û dibêje ku Hayat Tahrîr al-Şam bi awayekî berdewam xulên perwerdeya leşkerî li ser çekên sivik û giran ji endaman re çê dike, li aliyekî din pêşbirkan di nava endamên xwe de çêdike û yên serkeftî xelat dike. Ev hemû dibin sedem ku endamên girûpên din tevlî wî bibin û ev yek armanca Hayat Tahrîr al-Şam e da ku kontrola xwe ji deverê re xurt bike û girûpên din lawaz bike.
Li gorî al-Mihemed di dema dawî de Hayat Tahrîr al-Şam gelek hêsanî pêşkêş kir ji bo kesên ku dixwazin tevlî wê bibin, wê ji bo vê yekê navendên tevlîbûnê vekir li hemû navçeyên di bin kontrola wê de li bakurê Sûriyê da bi sedan endamên Eniya Niştîmanî ya rizgarkirina Sûriyê tevlî wê bibin.
Hewildanên Tirkiyê yên bê hêvî ji bo sekinandina rewşên cudabûnê
Istixbaratên dagirkeriya Tirkiyê hewil dan ku rê li ber zêdebûna rewşên cudabûnê di nava Eniya Niştîmanî de bigirin bi riya daneya pereyên ku demeke dirêj hatibûn sekinandin, mûçeyên du mehên sala borî yên Mijdar û Kanûna Pêşîn hatin dan lê piştre dîsan mûçe qut bûn. Li gorî jêderê taybet yê Toreya ASO ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwest nave xwe eşkere bike, piraniya pereyên ku hat dan çûn ji rayedaran re û ji bo deynên li ser mile Eniyê.
Rewşên cudabûnê berfireh dibin
Li gorî agahiyên ku Toreya ASO bidest xistine, gelek endamên Eniya Niştîmanî ya Rizgarkirina Sûriyê dibînin ku berdewamiya qutkirina mûçeyan dê bibe sedema zêdebûna rewşên cudabûnê ji nava refên Eniyê ku ev Enî yek ji girûpên sereke yên Artêşa Niştîmanî ya Sûrî û girêdayî dagirkeriya Tirkiyê ye.
Tê zanîn ku Eniya Niştîmanî ya Rizgarkirina Sûriyê di Gulana 2018an hat damezirandin û zêdetirî 10 girûpan di nava xwe de dihewîne mîna Artêşa Idlib ya Azad, her du girûpên beravî û Artêşa al-Nasir.