Nûçe û Rapor
Vegereke ji xweber e yan guhertineke demografîk û birina yek milyon penaber ber bi pêşerojeke ne nas ve ye
Hikûmeta dagirker ya Tirkiyê li ser zimanê Receb Tayip Erdoxan û wezîrê wê yê karê derve da xuyakirin ku ew ê nêzî yek milyon penaberên Sûriyê vegerîne bakurê Sûriyê û bi taybet navçeyên gundewarê bakurê Helebê yên di bin kontrola opozisyona çekdar ya girêdayî Tirkiyê ye.
Ev pirojeya Tirkiyê tê bi armanca çêkirina guhertina demografîk li deverê bi riya avakirina cih û waran ji bo van penaberan.
Jêderên taybet ji toreya ASO ya Nûçeyan re diyar kirin ku hikûmeta Tirkiyê dest bi avakirina van cih û wargehan li ser erdê kiriye, li navçeya Batboy a gundewarê bakurê Idlibê wargehek bi dawî bûye ku tê de bi sedan mal hatine avakirin û li gorî heman jêderan wezîrê karê hundirîn yê Tirkiyê Silêman Soylo beşdar bû di 5ê Gulanê de dema ku ev wargeh hat vekirin.
Ev wargeh di bin serpereştiya tam ya desthilata Tirkiyê de hat avakirin û tu rêxistinên mirovî yên sûrî di vî karî de beşdar nebûn, Hayata Kirîz û Rewşên Awarte ya Tirkiyê, Heyva Sor ya Tirk û Weqfa Olî ya Tirkiyê serpereştiya vî karî kirin. Aramanca vê wargehê ew e ku bi hezaran malbat tê de werin bicihkirin.
Gelek alavên ragihandinê yên Tirkiyê plana şandina penberan bo Sûriyê eşkere kirin, yek ji wan kanala (h haber) bû û diyar kir ku 8 qonaxên vê planê hene û ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatiye danîn.
Li gorî heman kenalê, qonaxa yekemîn ew e ku penaberên Sûriyê dê ji bajarên mezin mîna Istanbol, Anqere, Intab û Adana derkevin û piştre dê hazirtî li bakurê Sûriyê werin kirin da ku yek milyon penaber li wan navçeyan bi cih bibin.
Di destpêkê de wê giranî were dayîn ji bo 13 navçeyan mîna Crablus, Cindêrs, Izaz, Bab û hwd ku bajarên bakurê Helebê ne, piştre dê nexweşxane, dibistan, firin û saziyên xizmetguzariyê werin avakirin da ku kar û xizmetan ji xelkê re pêşkêş bikin.
Ev sozên dewleta tirk ne cihê baweriyê ne li cem kesên sûrî yên li bakurê Sûriyê yan jî yên li nava Tirkiyê ne, ew dibînin ku ev soz derew in û tu carî li ser erdê pêk nayên û tirsa wan ji wê yekê ye ku Tirkiyê dest bi şandina wan bo Sûriyê bike.
Di vê derbarê de, Xalid al-Ahmad (Navekî ne rasteqîn e) ku ew li gel malbata xwe ji sala 2012an ve li gundekî derdora bajarê Antakiya yê Tirkiyê ne, ji toreya ASO dibêje ku ew niha li Tirkiyê di nava aramiyekê de ye û li saziyeke xêrxwaz kar dike, herwiha alîkariyên xwarinê û mûçeyeke mehane werdigire û hema hema dikare bi vî rengî debara xwe bike, ew dibêje vegera Sûriyê ji bo wî felaket e.
Herwiha dibêje ku gelek xizmên wî li nava kampên li bakurê Sûriyê dijîn û ew bi wan re di nava têkiliyan de ye, ew rewşa wan baş nas dike, dibêje dema zivistan bi ser wan de tê gelî çêdibin ji ber baranê û di havînan de rewş ne baş e ji ber germa zêde, ev yek li gel hejarî û tunebûna derfetên kar û lawazbûna asta alîkariyan.
Di nava vê rewşê de, al-Ahmad naxwaze vegere nemaze ji ber hebûna Hayat Tahrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê) û grûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê li Sûriyê û kiryarên wan yên xirab di derheqê sivîlên li navçeyên di bin kontrola wan de mîna ferzkirina baceyan û astengkirina jiyanê.
Al-Ahmad bi riya Toreya ASO bang li saziyên mafnas û dewletên yekîtiya Ewropa dike ku destwerdanê bikin da ku vê meselê li gel Tirkiyê çareser bikin da ku Tirkiyê vê hejmara mezin ji sivîlan neşîne Sûriyê ber bi çarenûseke ne diyar ve di nava metirsiyên hejarî, birçîbûn û egera mirina di bin bombebarana balafirên hikûmeta Sûriyê yan jî ji ber rewşa ewlekariyê ya tevlihev û xirab li navçeyên dagirkeriya Tirkiyê û Hayat Tahrîr al-Şam.
Di heman mijarê de, rojnamevan û mafnas Luay Abû Cewad yê ku li Idlibê ye ji toreya ASO re dibêje ku desthilata tirk bi rengekî eşkere dixwaze ku dosyaya penaberên Sûriyê bigire û hejmara wan li Tirkiyê baş kêm bike beriya destpêkirina hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê di 2023an de ku Erdoxan dixwaze dostên xwe zêde bike û partiyên opozisyonê hinekî nerm bike ji ber ku ew partî vê dosyayê dixin serlîsta karê xwe de.
Ew dibîne ku şandina sûriyan karekî ne rewa ye û ne li gorî sozên Erdoxan yên salên dawî ye, wî herdem digot ku ew xelkên Sûriyê naşîne Sûriyê eger xeterî li ser wan hebe, ew niha dixwaze wan vegerîne di bin navê Navçeyên ewle de ku ew navçe ne ewle ne û herdem pevçûn û şer lê diqewimin ji bilî rewşa tevlihev ya wan navçeyan.
Ew dibêje ku gelek sozên Tirkiyê yên di derbarê vê mijarê de hene û xelkên Sûriyê êdî nema tenê ji ber rewşa şerê Sûriyê bi awayekî demkî vegeryane, êdî gelk tişt hene wan bi Tirkiyê ve girêdane û nahêlin ku bifikirin vegerin nemaze ku gelek nasnameya Tirkiyê wergirtine û hemû kerta mayîna demkî wergirtine ku ew kert mafê dide hemûyan li Tirkiyê bimînin madem xeterî li ser jiyana wan heye li Sûriyê.
Rojnamevanê sûrî diyar dike ku xelkên Sûriyê tu bar li ser Tirkiyê çênekirine û rewş berovajî vê yekê ye ku aboriya Tirkiyê gelekî li pêşket bi saya bazirgan û kesên pîşesaz yên sûrî, herwiha Tirkiyê li ser navên penaberan gelek pere ji Ewropa salane digire û tevî ku hebûna sûriyan rewşa aborî û gelek proje li bajarên mezin yên Tirkiyê dane destpêkirin.
Herwiha dibêje ku avakirina zêdetir wargehan li navçeyên opozisyonê li gundewarê bakurê Helebê karekî dijî mirovan e ji ber ku xwediyên erda van wargehan sivîlin kurd in û Tirkiyê ew ji warên wan dûrxistine bi bihaneya şerê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk. Avakirina wargehan û bicihkirina kesên biyanî li wan deveran li şûna xelkên deverê yên resen, guhertineke demografîk e.
Rojnamevanê sûrî dibêje ku giring e hemû sûrî li dijî vê biryara Tirkiyê derkevin û daxwaz ji sûriyên li nava Tirkiyê dike ku dakevin qadan û xwepêşandanan li dar bixin, herwiha gereke dewletên Ewropa mudaxela vê rewşê bikin û nehêlin ku Tirkiyê vê plana xwe bigihîne serî.
Silêman al-Mehmûd (Navekî ne rasteqîn yê jêderekî toreya ASO ye) dibêje ku desthilata Tirkiyê dest pê kiriye ku astengiyan ji penaberên Sûriyê re derxîne û ji bo vê yekê rêbendên ewlehiyê li ber dergehên sereke yên bajaran daniye, rêbend hûrgiliyê di derbarê nasnameya sûriyan pêk
tînin. Tirkiyê di 12ê Gulana îsal de nêzî 200 penaberên sûrî û efxanî ji nava xaka xwe qewitandin bêyî k utu dezgeheke ragihandinê giraniyê bide vê yekê, herwiha nasnameya duqat ji gelek sûriyan stand tevî ku wan sûriyan bi awayekî rewa ew nasname bi dest xistibûn li gorî zagonên Tirkiyê yên ku mafê vê nasnameyê didin kesê bazirgan û pîşesaz ango kesên xwedî rol di Tirkiyê de.
Al-Mehmûd herwiha dibêje ku xelkên Sûriyê yên li Tirkiyê gelek zehmetiyan dikişînin ji destpêka ku Tirkiyê dest bi van axaftinan kiriye bi riya pêkanîna hûrguliyê li ser nasname û cihê mayîna wan.
Herwiha diyar kirk u Tirkiyê bi niyete ku 1 milyon penaber bişîne Sûriyê û dê plana vê yekê beriya sala 2023an temam bibe li gorî axaftinên kolana tirkî ya ku kêfxweş e bi bihîstina van axaftinan.
Heman jêderî tekez kir ku penaberên sûrî vê yekê red dikin û metirsîdar in ji çarenûsa ne diyar ji ber ku baweriya wan bi Tirkiyê nayê, beşek penaberan ditirsin ku navçeyên bakurê Sûriyê radestî rêjîma Sûriyê bibin piştî vegera penaberan nemaze k utu rola grûpên opozisyonê nema ye û ew tenê mane weke amûr di destên tirkan de.
Tevî diyarbûna proseya vegerandina bi zorê ya penaberên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve û berdewambûna karê avakirina wargehan li navçeyên di bin kontrola dagirkeriya Tirkiyê ji aliyê rêxistinê tirk ve mîna Hayata kirîz û rewşên awarte, Heyva Sor a Tirk û Weqfa ola Tirk ve ku herî dawî wargeha li gundê Banbo yê gundewarê bakurê Idlibê û wargeheke din li navçeya Efrîna dagirker bi nave gundê Besma bûn, ev rêxistin dibêjin ku ev wargeh tenê ji bo veguhestina xelkên kampan û ne jib o hemû penaberan e.
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayip Erdoxan daxwaz ji dewletên Natoyê kir di 18ê Gulana îsal de ku Navçeya Ewle li bakurê Sûriyê were avakirin û ew bi riya vegerandina penaberan dixwaze ku guhertineke demografîk li navçeyên bakurê Sûriyê pêk bîne li gorî berjewendiyên Tirkiyê yên li Sûriyê.