Connect with us

Nûçe û Rapor

Di rêzekiryarên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê li navçeyên dagirkirî,….hêzên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, malên koçberên sivîl yên Sûriyê vediguhêrin navendên leşkerî û binpêkirinan zêde dike

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Yamin al-Xalid – Heleb
Ji destpêka ku Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê bi piştevaniya Tirkiyê erdên Sûriyê dagir kiriye, ew binpêkirinên dijî mafê mirovan ta niha dike mîna desteserkirina malên sivîlan û avahiyên giştî, talankirin û binçavkirina sivîlan li Efrîna dagirker. Ev hemû ji aliyê rêxistinên mafnas hatin belgekirin, îroj ev binpêkirin zêde dibin û girûpên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê malên sivîlan li Efrîne vediguhêrin navendên leşkerî.

Gelek binpêkirin li navçeyên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê pêk tên, veguherîna malên sivîlan bo navendên leşkerî piştî qewitandina xelkên wan malan, ev yek ji destpêka ku Tirkiyê û Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê ew navçe dagir kirine li bakurê Sûriyê nemaze bajarên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ku di encamê de gelek malbat koçber bûn û talankirina mal û milkên wan, herwiha xirakirina navendên giştî û avahiyên xizmetguzariyê û veguherîna wan bo navendên kesane.

Mal û milkên sivîlan veguherîn navendên leşkerî
Piştî ku hêzên siyasî û yên leşkerî yên Sûriyê ketin bin kontrola Tirkiyê û bûn girêdayî wê, ew bûn destên Tirkiyê yên pê li sivîlan dide û Tirkiyê bi riya wan proje û berjewendiyên xwe li Sûriyê pêk tîne, ev yek gihiştiye asta ku dîroka van girûpan bûye tejî binpêkirin û tawanên dijî mirovatiyê. Di dema ku Tirkiyê dixwaze van binpêkirinên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê veşêre, gelek rêxistinên mafên mirovan bi dehan van kiryaran belge dikin ku tekeziya vê dike Tirkiyê dewleteke dagirker e û xelkên navçeyê yên resen koçber kirine û li şûna wan xelkên biyanî bicihkirine bi armanca çêkirina guhertina demografîk li deverê, herwiha wê destê wan girûpan berdaye jib o gendeliyê pêk bînin û malên sivîlan desteser bikin.

Toreya ASO ya Nûçeyan hin binpêkirinên van girûpan şopand ku malên sivîlan, avahiyên giştî û yên xizmetguzariyê desteser kirine û ew veguherandine bo navendên leşkerî.
Çalakvanê rojnamevan Silêman Asaf (navekî ne rasteqin e) yê li Efrînê ji toreya ASO re diyar dike dibistanên ku niha bûne navendên leşkerî û dibêje ku hêzên taybet yên girêdayî Tirkiyê li dibistana Feysel al-Qedûr ya li taxa al-Vêlat ya bajarê Efrînê bicih bûne piştî ku Tirkiyê ew veguherî bo navendeke leşkerî di destpêka dagirkirina bajêr di Adara 2018an de. Di heman demê de hêzên polîsa leşkerî li dibistana amadeyî ya bajêr bi cih bûne, polîsên sivîl li gel endamên artêşa Tirkiyê li dibistan al-Zîraa bi cih bîne, dibistana Amîr Gobarî jî di bin kontrola dagirkeriya Tirkiyê de ye piştî ku hatin veguherandin bo navendeke leşkerî, herwiha dibistana Azhar Efrîn jî bi vî rengî ye, dibistana al-Asdîqaa jî hat veguherandin bo navendeke leşkerî û niha hêzên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê li gel yên Tirkiyê bi cih bûne.

Dewleta dagirker a Tirkiyê dixwaze ku siyaseta tirkkirinê pêk bîne li gel guhertina demografîk li deverê ji ber wê ew dixwaze xwendinê ji hole rake û rengê leşkerî bide bajêr bi riya veguherandina dibistanan bo navendên leşkerî. Asaf dibêje ku li piraniya navçeyên Efrîne mûna Cindirês, Şeran, Mabatlî, Raco û Şiyê hêzên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê û yên Tirkiyê bi giranî hebûna xwe bi cih kirine li dibistanên navên û yên amadeyî, di heman demê de dagirkirina Efrînê ji aliyê wan bû sedema xirakirina bi dehan dibistanên bajêr û yên gundewarê wê di encama bombebarana balafirên leşkerî yên Tirkiyê di şerê ku qewimî di 2018an û di dawiyê de bajar hat dagirkirin.

Ne tenê dibistan, mal û milkên sivîlan jî bûn navendên leşkerî
Mesele ne tenê li cem guhertina demografîk û veguherandina dibistanan bo navendên leşkerî sekinî ye, li gorî jêderên taybet yên toreya ASO bi dehan malên sivîlan jî veguherîne navendên leşkerî ku tê de Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê û artêşa dagirkeriya Tirkiyê bi cih bûne. Li gundê Xawenda ya girêdayî navçeya Raco weke mînak, mala hemwelatiyê sivîl Xelîl Şikrî Mustafa hatiye veguherandin bo navendeke leşkerî cihekî artêşa Tirkiyê, herwiha malek li gundê Kefer Sifira yê navçeya Cendirêsê bûye navendeke leşkerî j ibo artêşa Tirkiyê û girûpa Semerqend ya girêdayî wê.

Di 8ê Cotmeha 2021an de çekdarên girêdayî girûpa Artêşa al-Ahfad sê malên sivîlan li navçeya Mabatlî desteserkirin û xwediyên wan j iwan qewitandin û kirin navendên leşkerî. Di 15 Îlûna 2021an de çekdarên girêdayî girûpa Sultan Murad girtin ser hejmarek malên gundê Kefer Cena yê girêdayî Efrînê û li xwediyên wan dan û ew bi darê zorê ji malên wan qewitandin û piştre ew mal veguherandin navendên leşkerî û tê de bi cih bûn li gorî gelek jêderên bajêr.
Tirkiyê Efrên û navçeyên wê dagir kiriye û kiryarên weke dagirkirinê li wan pêk tîne li gorî raporên saziyê navdewletî û yên rêxistinên mafê mirovan.

Li navçeya Şiyê, 50 ta 80 malên sivîlan hatine desteserkirin û girûpa Sultan Murad ya girêdayî dagirkeriya Tirkiyê wan control dike û ew kirine navendên leşkerî piştî ku xelkên wê yên resen qewitandin derveyî navçeyê.

Gelek malên sivîlên koçberkirî li gundê Basûfanê yê başûrê bajarê Efrînê û piraniya xelkên wê Êzîdî ne hatine desteserkirin ji aliyê girûpa Feyleq al-Şam û ew mal bûne navendên leşkerî mîna mala Dilgeş al-Umer, mala jina temenmezin Xezala al-Selmo û mala Silêman Cafar, tê zanîn ku tenê 5% xelkên resen yên gund niha li wir dimînin ku kêmtirî 100 kesî niha li wir in li şûna 2000 kesî, ev yek ji ber koçberkirina wan ji aliyê wan girûpan bi bihaneya ku ew ji ola êzîdî ne li gorî heman jêderî.

Ev kiryarên Tirkiyê berdewam in li hemû bajarên dagirkirî, li Serê Kaniyê girûpên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê dest danîn ser malên sivîlan û heman tişt li gundewarê bajêr pêk anîn û malên sivîlan hatin hilweşandin mîna bûyerên li gundê Eyn Hîsan yê rojavayê bajêr qewimîn û yên li gundê al-Dawidiyê ku gund bû navendeke leşkerî. Komîteya koçberên Serê Kaniyê di 22 Adara borî bi riya daxuyaniyekê diyar kir ku girûpa al-Hemzat ya girêdayî Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê di heman dema Newrozê de bêhtirî 9 malên sivîlan li gundê Eyn Hîsan hilweşandin, herwiha zeviyên wan jî xira kirin û gund bû navenedeke leşkerî û cihê perwerdeya leşkerî.

Navên xwediyên malên ku hatin helwişandin ev in: Elî Mustafa Hemo Kor, Mezlûm Elî Mustafa, Hemo Kor, Doxan Elî Mustafa Hemo Kor, Ehmed Muhemed Hemo Kor, Elî Muhemed Hemo Kor, Ebdulqadir Muhemed Hemo Kor, Mehmûd Muhemed Hemo Kor, Adnan Muhemed Hemo Kor, Azîz Muhemed Hemo Kor, Azîz Mustefa Hemo Kor, Ferhad Azîz Mustefa Hemo Kor, Elî Azîz Mustafa Hemo Kor.

Rêxistinên navdewletî û mafnas: Hêzên girêdayî Tirkiyê berpirsyar in li hember desteserkirina mal û milkan
Di rapora Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî ya sala 2018an de hat gotin ku ji destpêka ku artêşa Tirkiyê û girûpên girêdayî wê dest danîne ser Efrînê di Adara 2018an de, gelek koçberên ku li Efrînê vegeriyan dîtin ku girûpên girêdayî Tirkiyê dest danîne ser mal û milkên wan.

Di vê derbarê de 10 kesan ji heman rêxistinê re diyar kirine ku girûpên Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê dest danîne ser mal û dikanan li Efrînê, herwiha hejmarek koçberan gotin ku cîran û xizmên wan ji wan re gotine ku malên wan bûne navendên leşkerî jib o girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê ango xelkên Xûta Rojhilat yan yên Himsê li wan bi cih bûne.

Mamosteyekî koçber li kampeke navçeya Şehbaa ji Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî re diyar kir ku girûpa Feyleq al-Şam dest danîn ser mala wî ya li navçeya Cindirêsê û herwiha got ku cîranê wî jê re got ku mala wî hatiye desteserkirin û jê re wêne şandin ku di wan xuya ye nave Feyleq al-Şam li ser dîwarê male hatiye nivîsandin.

Di rapora mafê mirovan ya sala 2020an de, diyar dibe ku komîteya şopandina rastiyan tesbît kiriye ku gelek kiryarên desteserkirina mal û milkan yên ku gelek caran hatine dubarekirin, ji aliyê endamên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê li Efrîn û Serê Kaniyê hatine kirin û ev yek jê tê gotin ku piştî malên sivîlan hatine desteserkirin, çekdar li gel malbatên xwe di wan de bi cih bûne, çekdaran xwediyên malan yên ku piraniya wan kurd in, mecbûr kirine ku dest ji malên xwe berdin bi riya bikaranîna gef, kuştin, işkencekirin û revandinê. Komîteya şopandina rastiyan daye xuyakirin ku girûpên çekdar yên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê dibistan, kampanî û amûr û alavên çandiniyê desteserkirine.

Xeteriya veguherandina mal û milkên sivîlan bo navendên leşkerî
Ji aliyekî din ve çalakvanê li Idlibê Muhemed al-Ahmed (navekî ne rasteqîn e) ji toreya ASO re got ku veguherandina malên xelkên sivîl û avahiyên giştî bo navendên leşkerî jib o girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê ve, dibe sedema ku ev xelk malên xwe wenda bikin û koçber bibin û avahiyên giştî yên xizmetguzariyê ji rola xwe derkevin.

Herwiha veguherandina firin, cihên olî û saziyên sivîlane jib o navendên leşkerî li navçeyên gundewarê bakurê Helebê tekez dike ku ev girûpên çekdar hov in û dagirkeriya Tirkiyê tenê wêran û xirakirin ji navçeyên di bin kontrola xwe de aniye li gorî wî.

Ta niha hêzên Tirkiyê û girûpên girêdayî wê gelek mal, dibistan û avahiyên giştî kirine navendên leşkerî û ev yek tê wateya ku ew li dijî zagonên navdewletî yên li dijî van kiryaran derdikevin.

Herwiha tê zanîn ku hêzên dagirkeriya Tirkiyê û girûpên girêdayî wê ji destpêka dagirkirina navçeyên Efrînê di Adara 2018an de û ta niha tu cudahî nekiriye di navbera cihên leşkerî û yên sivîlane de û hêz bi kar aniye jib o desteserkirina malên sivîlan û avahiyên giştî û ta niha ev binpêkirin berdewam in.

Copyright © 2017 Aso Network.