Nûçe û Rapor
Tirkiyê dîwarekî li nava axa Sûriyê ava dike da ku navçeyên di bin kontrola xwe ji yên din qut bike
Yamin al-Xalid – Idlib
Tirkiyê berpirsyar e di ber parçekirina Sûriyê de û gelek navçeyan li bakurê Sûriyê dagir kiriye
Roj bi roj xwestekên Tirkiyê yên dagirkirina bêhtir ji xaka Sûriyê zêde dibin da ku wan bi Tirkiyê ve girê bide, Tirkiyê hebûna xwe li wan navçeyên tesbît dike bi riya derbaskirina bi dehan tirimbêlên leşkerî û leşkeran bi bihaneya belavkirina (Xalên çavdêriyê).
Tirkiyê navçeyeke fireh li bakurê Sûriyê dagir kiriye, girûpên çekdar yên ku Tirkiyê piştgiriya wan dikin ew navçe control kirine. Di dema dawî de Tirkiyê dest bi avakirina dîwarekî kiriye da ku navçeyên di bin kontrola xwe ji yên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de qut bike, ev gaveke nû ye ji bo dabeşkirina Sûriyê û bicihkirina demdirêj ya Tirkiyê.
Tirkiyê ev dîwarê çîmento da dawî Adara borî de dest pê kir, dîwar ji bajarê al-Bab dest pê dike ta digihêje navçeya Tadif li rojhilatê bajarê Helebê, ev navçe hemû navbînker e di navbera navçeyên girûpên çekdar û yên hêzên rêjîma Sûriyê li gorî jêderên taybet ji bo Toreya ASO ya Nûçeyan.
Jêderekî ji nava girûpa Eniya Niştîmanî ya Rizgarkirina Sûriyê ji Toreya ASO ya Nûçeyan da xuyakirin ku karên avakirina dîwarê navbînker berdewam in û herwiha li seranserî dîwar xendeqek tê kolan, ev kar hemû ji aliyê girûpên Artêşa Niştîmanî ya girêdayî Tirkiyê tê kirin, wan girûpan amûrên giran ji bo vê yekê anîn bêyî k utu daxwyanî ji aliyê Tirkiyê ve were dan di vê derbarê de.
Jêderekî li ser zimanê fermandarekî Eniya Niştîmanî ya Rizgarkirina Sûriyê da diyarkirin ku armanca vî dîwarî ew e ku rê li hewildanên revîna sivîlan, leşker û fermandarên rêjîma Sûriyê bigire û herwiha rê li ber derbaskirina sûtemenî û madeyên hişbir jî bigire.
Basim al-Alî şirovekarekî leşkerî û fermandarekî ji hêza rêjîmê cudabûyî ye û niha li Libnanê dimîne, ji Toreya ASO re got ku berjewendiyên Tirkiyê li bakurê Sûriyê xuya ne û ew dixwaze ku nexşeya leşkerî ya li ser zemînê weke xwe niha bihêle da ku misoger bike ku ew ê demeke dirêj navçeyên bakurê Sûriyê kontrol bike.
Tirkiyê sivîlên bakurê Sûriyê, girûpên opozisyona çekdar û civaka navdewletî xapandin ku ew alîgirê doza Sûriyê ye û li gel miletê Sûriyê ye ji bo daxwazên wî yên azadî, wekhevî û rûxandina rêjîma Sûriyê ye, lê ev helwest ji sala 2007an hat guhertin û Tirkiyê dest bi dagirkirina herêmeke berfireh li bakurê Sûriyê kir bi bihaneya Ewlehiya wê netewî û dûrxistina Hêzên Sûriya Demokratîk ji sînorê wê yê başûr ve.
Al-Alî da zanîn ku avakirina dîwarekî cudaker di navbera bakurê Sûriyê û navçeyên rêjîmê de destdirêjî ye li ser serweriya Sûriyê û Tirkiyê dixwaze ku di pêşerojê li ser xaka Sûriyê bimîne û tu niyeta wê tune ye ku ji wan navçeyan vekişe, ew navçeyên ku bi riya girûpên çekdar yên piştgiriya madî û leşkerî dide wan, control kiriye.
Al-alî herwiha got ku avakirina dîwarê çîmento tê wateya vegera Tirkiyê ser sozên xwe yên di derbarê dûrxistina vekişîna hêzên rêjîmê ji wan navçeyên ku di salên 2019 û 2020 de control kiribûn, ango navçeyên gundewarên Heleb, Hema û Idlibê ku bêhtirî yek milyon kes ji van navçeyan koçber bûn û niha piraniya wan li kampên penaberiyê dimînin di nava rewşeke jiyanê ya pir dijwar de.
Nizimbûna helwest bixêrhatina gelêrî bi hebûna Tirkiyê li bakurê Sûriyê
Li bajarên bakurê Sûriyê helwest bixêrhatina gelêrî bi hebûna Tirkiyê li cem xelkên herêmê nizim bûye piştî ku Tirkiyê hêviyên wan şikandin û piraniya sûriyan niha bawer in ku Tirkiyê tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dike û girûpên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê ji xwe re weke alav bi kar tîne ji bo pêkanîna berjewndiyên xwe li bakurê Sûriyê.
Herwiha li gelek navçeyên bakurê Sûriyê xwepêşandan derketin li dijî awayê nêzîkbûna Tirkiyê ji doza Sûriyê re, dibe ku ku ev nerazîbûna gelêrî li dijî hebûna Tirkiyê li Sûriyê zêdetir bibe eger Tirkiyê bêhtir xaka Sûriyê dagir bike. Berjewendiyên Tirkiyê ji xelkê re eşkere bûye ku ew êdî nema guh dide çarenûsa bi hezaran koçber li kampên bakurê Sûriyê.
Bi belavbûna nûçeya avakirina dîwar ji aliyê Tirkiyê ve, ev proje ji aliyê xelkên sivîl yên bakurê Sûriyê hat rexnekirin û xelkê ev yek weke destpêka dagirkirineke nû ji navçeyan re dîtin bi bihaneya parastina sivîlan, xelkên sivîl daxwaz kirin ku Tirkiyê sozên xwe pêk bîne di derbarê vegerandina koçberan bo gund û navçeyên wan ji dêvla ku dîwaral ava bike û xendeqan bikole di navbera wan û navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de.
Bîlal al-Abd al-Minim ku li bajarokê Cerablosê yê gundewarê bakurê Helebê dimîne, ji Toreya ASO re dibêje ku Tirkiyê navçeyên bakurê Sûriyê ji Sûriyê bi temamî qut kiriye û ew kiriye mîna Xezayê ya li Filistînê da ku demeke dirêj li wan navçeyan bimîne.
Al-Minim diyar dike ku Tirkiyê bi bihaneya parastina sivîlan û rêgirtina li pêş êrîşên hêzên rêjîma Sûriyê, dixwaze dagirkirina wê ji xaka Sûriyê re berdewam be û ev yek ji aliyê piraniya xelkên bakurê Sûriyê nayê qebûlkirin yên ku piştî salên dirêj ji kirîza Sûriyê nas kirin ku Tirkiyê planeke metirsîdar li bakurê Sûriyê pêk tîne, ew plan guhertina demografîka herêmê ye.
Al-Minim berdewam dike û dibêje k utu niyeta Tirkiyê û girûpên wê yên çekdar tune bû ku navçeyên di salên 2019 û 2020an ketin bin kontrola rêjîma Sûriyê de vegerîne. Di dema ku Tirkiyê kar dike da ku girûpên çekdar yên girêdayî wê li gundewarê bakurê Helebê bike yek, gerek ew kar bike da ku wan navçeyên di bin kontrola rêjîmê de vegerîne, ne ku herêmeke berfireh ji Sûriyê cuda bike û di pêşerojê de tevlî xaka Tirkiyê bike.
Al-Minim diyar dike ku hemû tiştên heyî tekez dikin ku tu niyeta Tirkiyê tune ye ku ji xaka Sûriyê vekişe di dema nêz de, ew xwe di hemû aliyan li wan deveran bi cih dike û xwe xurt dike bi riya xurtkirina hebûna wê ya leşkerî û desteserkirina li ser hemû warên giring mîna tenduristî, aborî, çandinî û warên xizmetguzariyê.
Herwiha tekez dike ku sivîlên li bakurê Sûriyê dilgiran in ji ber awayê nêzîkatiya Tirkiyê ji doza Sûriyê re, ev yek ji ber kişandina karîna standina biryara leşkerî ji dest girûpên girêdayî wê ve ku ew girûp bûne çete di destên Tirkiyê de ji bo pêkanîna berjewendiyên wê li Sûriyê û ne zêde dûr e ku li navçeyên bakurê Sûriyê şoreşeke nû dest pê bike li dijî destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de.
Henan Siwêd ku li kampa Samîdûn li bajarokê Silqîn yê gundewarê bakurê Idlibê dimîne, ji Toreya ASO ya Nûçeyan re got ku tu giringî ji xalên çavdêriyê yên li navçeyên bakurê Sûriyê belavbûyî, nema ye piştî ku dagirkeriya Tirkiyê navçeyên berfireh ji gundewarên Heleb, Hema û Idlibê radestî rêjîma Sûriyê kirin û di nava çend rojan de xalên xwe yên çavdêriyê ji wan deveran kişandin di şerên di salên 2019 û 2020 de qewimîn.
Siwêd herwiha dibêje ku eger dîwar were avakirin û navçeyên bakurê Sûriyê ji yên rêjîmê qut bibin, wê tu rola xalên çavdêriyê nemîne ji ber armanca van xalan ya sereke ew bû ku navçeyên opozisyonê ji yên rêjîmê cuda bikin, Tirkiyê miletê Sûriyê xapand û dest danî ser navçeyên bakurê Sûriyê.
Li gorî Siwêd, protestokirin tenê bes e, gereke xwepêşandanên milet derkevin û tevgereke xurt çê bibe da ku zext li Tirkiyê were kirin ji bo lîstina xwe ya bi kirîza Sûriyê bisekinîne, nemaze di derbarê vegerandina penaberên Sûriyê yên li ser xaka wê û şandina wan bo Sûriyê, yan destpêkirina operasyoneke leşkerî ya nî li bakur-rojhilatê Sûriyê û avakirina dîwarê cudaker û xendeqan ji bo dabeşkirina xaka Sûriyê.
Siwêd dide diyarkirin ku ev hemû kiryar û binpêkirin gereke werin sekinandin û niha gelek dixwazin ku Tirkiyê ji nava xaka Sûriyê derkeve û destê xwe li ser wan girûpan rake, Tirkiyê ji bilî zêdekirina xirakirinê û veguherandina sitemkariya rêjîmê bi ya Erdoxan, wê tiştekî din pêşkêşî Sûriyê nekiriye.
Henan al-Siwêd daxwaz dike ku hemû hêzên leşkerî yên Tirkiyê ji Sûriyê derkevin û kar were kirin li ser aktîvkirina tevgera şoreşgerî ya şoreşa Sûriyê pê dest pê kir bi awayekî dûr ji berjewndiyên derve û tekez dike ku ew li dijî avakirina Tirkiyê ji dîwarê cudaker e.
Çalakvanê rojnamegerî Xelîl al-Umer yê ku ji gundewarê bakurê Idlibê ye, ji toreya ASO re dibêje ku Tirkiyê herdem xala yekbûna xaka Sûriyê dubare dikir, lê di her sê salên dawî de armancên wê yên dagirkirina navçeyên di bin kontrola wê de diyar bûn, piştî ku Tirkiyê ewqas sal piştgiriya bê sînor da girûpên girêdayî wê ku di nav wan de girûpên bi terorê tên nasîn hene, wê xwest ku bi riya vê piştgiriyê berjewndiyên xwe yên dagirkirina navçeyên Sûriyê pêk bîne.
Al-Umer da zanîn ku Tirkiyê dixwaze xwe ji penaberên Sûriyê xilas bike beriya ku hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê dest pê bibin û ew ji ber vê yekê dixwaze navçeyên bakurê Sûriyê amade bike û aramiyê li wan pêk bîne da ku hemû penaberên Sûriyê li wan vegerîne, Tirkiyê hewil dide ku beriya sala 2023an vê projeyê bi dawî bike.
Girûpên çekdar ku di nav wan de girûpên islamî mîna Hayat Tahrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê), divê ku ji koletiya ji Tirkiyê re rizgar bibin û xwedî karîna standina biryara leşkerî bin, dive karibin guhertinê li navçeyê çê bikin, dabeşkirina Sûriyê red bikin û guhertina demografîk qebûl nekin, ev yek çareseriya tekane ji bo rewşê ye tevî ku em vê çareseriyê dûr û pir dijwar dibînin.
Dagirkeriya Tirkiyê plan dike ku yek milyon penaberên Sûriyê vegerîne welatê wan ku ev yek weke gava yekemîn ji pirojeya “Navçeya bi ewle” yan “Vegera ji xwe ber” bi riya avakirina bêhtir wargehan li nava navçeyên dagirkirî yên gundewarê bakurê Helebê, herwiha avakirina wargehan li bajarê Idlibê û gundewarê wê ku ya herî dawî di 3 Gulana borî de bû, dema ku wezîrê karê navxwe yê Tirkiyê Silêman Siwêlo wargehek nû li bajarokê Batbo yê gundewarê bakurê Idlibê vekir.