Connect with us

Nûçe û Rapor

Bi riya Navgîniyê… Xanî tên belavkirin li ser kesên nêzîkî rayedarên girûpên çekdar li Bakurê Sûriyê

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Yamin al-Xalid / Gundewarê Bakurê Helebê
Wargehên dagirkirinê yên ku tên avakirin bi piştgiriya dagirkeriya Tirk û rêxistinên mirovî yên ku li navçeyên dagirkirî li gundewarê bakurê Helebê, zêde dibin. Li gorî berpirsên tirk û wan rêxistinên mirovî, ew wargeh ji bo koçberên sûrî tên avakirin di çarçoveya plana 9Veger jixweber) ya ku hikûmeta dagirkeriya Tirkiyê daye destpêkirin bi armanca vegerandina nêzî yek milyon penaberên sûrî ji Tirkiyê ber bi bakurê Sûriyê ve, lê li gorî karên li ser erd, xuya dike ku piraniya van xaniyan tên belavkirin li ser kesên alîgirên dagirkeriya tirk û nêzî rayedarên girûpên çekdar.

Favorîzim yan ku (ev kes nêzî vî rayedarî ye) gotinên ku zêde belav in di navbera malbatên penaber yên li gundewarê bakurê Helebê dimînin, ev yek nîşana hejmara zêde ya van xaniyên hatine avakirin li wan wargehan ku dibin para kesên nêzîkî rayedarên girûpên çekdar û li aliyekî din gelek kesên penaber ji wan xaniyan bê par dimînin.

(Çi kesê karibe navgîniyê, di nava çend saetan de û bêyî westan xaniyekî bidest bixe), bi van gotinan Mihemed Abd al-Salam axaftina xwe ya ji bo Toreya ASO ya Nûçeyan dest pê kir, ew kesekî li gel malbata xwe ji gundewarê başûrê Hemayê koçber bûye û li bajarê al-Bab yê dagirkirî li gundewarê bakurê Helebê dimîne, wî gelek caran hewil da ku xaniyekî li gundekî çêkirî ji aliyê Heyva Sor ya Qatarê û Heyva Sor ya Tirkiyê bi dest bixe, lê ev yek pêk nehat bi bihaneya ku rewşa wî ne zêde hewce ye.

Abd al-Salam herwiha got ku tîma Mulhim ya xwebexş, navdêrtirîn rêxistinên ku li ser wî gundî disekine ku bi navê Bajarê Mayînê tê naskirin û nêzî bajarê al-Bab e, wî anî ziman ku hejmarek kesên nêzî rayedarên girûpên çekdar xanî bi dest xistin tevî ku dewlemend in û xwedî tirmbêlên buha ne.

Gelek malbatên penaber di rewşeke hejariyê de jiyan dikin û mecbûr in ku pereyên zêde ji bo kirêkirina xaniyan li bajarê Babê bidin, gereke ku ev xanî li ser van malbatan werin belavkirin, lê kesên ku li ser karê belavkirinê disekinin bi rayedarên leşkerî re hevkar in. Li gorî Abd al-Salam, ev yek di nava nebûna çavdêriyê li ser karê rêxistinan û nebûna rêbazên wekhev yên belavkirina xaniyan.

Abd al-Salam da zanîn ku gelek xanî hene, kes di wan de tune ye û ev du sal in belavkirina xaniyan sekinî ye (piştî vekirina wargehê di 2019an de), ew texmîn dike ku xanî radestî malbatên endam û rayedarên girûpên çekdar bûne da ku sûd ji xwarinên mehane û alîkariyên mirovî werbigirin û bifiroşin.

Silêman al-Satûf (navekî nerasteqîn e), xwendekarê zanîngehê ye, ji bajarokê Sifohin yê gundewarê başûrê Idlibê ye û niha li bajarê Izazê dimîne, ji Toreya ASO ya Nûçeyan re got ku di 16 Gulana borî de hejmarek rêxistinên mirovî li gel Komeleya al-Hîkma ya Kiwêtê û Weqfa Olî ya Tirkiyê wargehek çekirî ji bo penaberan li bajarê Izazê li gundewarê bakurê Helebê vekirin, lê piraniya xwestekên penaberan yên ji bo bicihbûna li wê wargehê hatin redkirin û gelek xanî li ser kesên nêzîkî girûpên çekdar û dagirkeriya tirk, hatin belavkirin.

Setûf dibêje ku wî xwesteka xwe pêşkêş kir da ku ew li gel hevjîn, her sê zarok û bav û diya wî xaniyekî bi dest bixin lê xwesteka wî hat redkirin bi bihaneya ku xwendekar e û ji ber ku ew pereyan dide zanîngehê, tê wateya ku ew dikare xaniyekî ji xwe û malbata xwe re kirê bike. Ew piştre mîna gelek penaberan li cihekî din geriya, wî ji bo xwendina xwe odeyek kirê kir û malbata xwe şand kampeke navçeya Atma li gundewarê bakurê Idlibê.

Setûf herwiha zêde dike ku ew gelek kesên li ser wê wargehê disekinin, nas dike. Yek ji wan Mihemed Abû el-Xeys e, ji bajarokê Cozif yê gundewarê Idlibê ye, li gel rêxistina Nemaa ya pêşandanê kar dike û birayê endamekî girûpa Sultan Murad e ya ku pianiya bajêr kontrol dike. Abû el-Xeys piraniya xelkên bajarokê xwe yên alîgirên Tirkiyê di ser penaberên din re girtin, herwiha yek ji karmendên heman rêxistinê ku navê wê Suha Dewîş e û ji bajarê Himsê ye, wê gelek malbatên ku nas dike, anîn û li wargehê bicihkirin.

Setûf tekez dike ku wî ev agahî bidest xistine ji heval û xizmên xwe yên ku li wargehê xanî bi dest xistin piştî ku belavkirina xaniyan li ser malbatên nêzî berpirsên rêxistinan û rayedarên leşkerî, bi dawî bûn, herwiha piştî ku wan gazin kirin û gelek zehmetî kişandin. Setûf daxwaz dike ku dawî li favorîzimê were kirin û ev xanî li ser esasê alîkariya penaberan hatine avakirin û da ku penaberan ji kampan veguhêzin wan wargehan.

Belavbûna favorîzim û navgîniyê ne tiştekî nû ye, ew di her warê jiyanê de belav bûne li navçeyên dagirkirî ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê li gundewarê bakurê Helebê.

Zêdebûna kişandina astengiyan li kampên penaberan û zehmetiya kirêkirina xaniyan di nava rewşa jiyanê ya dijwar de, berê xelkê didin ku li wan wargehên çêkirî xaniyan bi dest bixin û alîkariyên mirovî li wê derê werbigirin.

Menhel al-Xabî ku çalakvanê warê mirovî yê berê ye û li bajarê Idlibê dimîne, ji Toreya ASO ya Nûçeyan re diyar kir ku hemû rêxistinên mirovî yên ku li bakurê Sûriyê kar dikin, berjewendiyên wan bi rayedarên girûpên çekdar re hene, herwiha wargehên mayînê yên ku tên çêkirin deriyê dengeliyê ye ji aliyê rayedarên girûpan, berpirsên rêxistinên mirovî û kesên sivîl yên nêzîkî wan in.

Al-Xabî herwiha dibêje ku têkiliyên di navbera rayedarên girûpên leşkerî û berpirsên rêxistinan de, têkiliyên berjewendiyan e, rayedarên girûpên çekdar çavên xwe digirin di derbarê gendeliya nava karê rêxistinan beramberî ku xanî û alîkariyên mirovî ji bo wan werin dayîn.

Piraniya xaniyan tên belavkirin li ser kesên nêzî rayedarên leşkerî, alîkariyên mirovî jî bi vî awayî tên belavkirin, kesên nêzî rayedaran qasiyên zêde ji van alîkariyan wedigirin.

Di dema dawî de gelek wargehên mayînê hatin vekirin bi piştgiriya Tirkî, Qeter, Kiwêt, Filestîn û rêxistinên xwecihî li navçeyên bakurê Helebê yên di bin kontrola girûpên lekdar yên girêdayî Tirkiyê ne, mîna wargeha Bizûr Filestîn ya li bajarokê Izazê ye û 94 hezar xanî dihewîne, wargeha al-Salam ya Kiwêtê ku li bajarêkê Cindêrisê dikeve û 3 hezar xanî dihewîne, wargeha al-Xêr ya li bajarokê Izazê ye û 100 hezar xanî dihewîne, wargeha Besma ya li bajarê Efrînê ye û 350 xanî dihewîne, herwiha wargeha Habîb al-Rahman ya li bajarokê Mari û 204 xanî dihewîne û gelek wargehên mayînê yên din.

Aliyên ku piştgiriya van pirojeyên dagirkirinê dikin, dibêjin ku armanca wan ew e penaber ji kampan werin veguhestin bo van wargehan da ku wan ji germa havînê û serma zivistanê biparêzin, lê di rastiyê de ev piroje ji aliyê hikûmeta Tirkiyê hatiye danîn da ku demografiya herêmê were guhertin li ser destên girûpên çekdar û rêxistinên mirovî di bin navê mirovatiyê de.

Copyright © 2017 Aso Network.