Nûçe û Rapor
Kompaniya “Enerjî” ya Tirkiyê, yek ji alavên desteserkirin û tirkirinê ye li bakurê Sûriyê yê dagirkirî
Dagirkeriya Tirkiyê berdewam e di ferzkirina desthilata xwe li ser hemû warên jiyanê li navçeyên di bin kontrola girûpên çekdar yên girêdayî wê, ev yek diyar dibe bi riya deha kompaniyên taybet yên ku hewcedariya xelk ji xwe re dikin qezenc mîna elektrîkê.
Dagirkeriya Tirkiyê kar kir ku ew bi tena xwe elektrîkê bide van navçeyan bi riya kompaniya “Enerjî” ya ku ji xwe re ji rewşa xelkê ya belengaz û tunebûna elektrîkê sûdê werdigire û nirxê elektrîkê destnîşan dike.
Kompaniya Enerjî dest bi kar kir bi riya gihandina elektrîkê ji Tirkiyê bo navçeyên girûpên çekdar yên girêdayî wê, wê di sala 2018an de ji bajarê Efrîn yê dagirkirî dest pê kir piştî kablên xwedî voltaja bilind kişandin di riya dergehê Bab al-Salama yên sînorî bi Tirkiyê re, niha li kompaniyê karmendên sûrî û tirk kar dikin û gelek beşpn wê hene li bakurê Sûriyê yê dagirkirî.
Xelkên ku li gundewarê bakurê Helebê, Serê Kaniyê û Girê Spî dimînin gazinan ji ber bilidbûna nirxê elektrîka ku digihêje mal û dikanên wan dikin, herwiha gazinan ji ber qutbûna zêde ya elektrîkê û awayê danûstandina xirab ya karmendan bi wan re, dikin. Ev hemû bûn sedem ku xelk dakevin xwepêşandanan ji ber kiryarên vê kompaniyê.
Di Hizêrana borî de, gelek bajar mîna Efrîn, Izaz û Mari tê de xwepêşandan bi rê ve çûn û xwepêşanderan êrîşî navendên kompaniyê kirin û navenda li Efrînê şewitandin, herwiha avahiya Meclisa Xwecihî ya girêdayî Hikîmeta demkî hat şewitandin. Xwepêşandan rastî tundiyê hatin ji aliyê Polîsa Leşkerî û çavdêrên meclisa xwecihî li Efrînê. Ev yek li gorî jêderên taybet yên Toreya ASO ya Nûçeyan ku nexwestin navên xwe eşkere bikin ji ber sedemên ewlekariyê.
Abîr al-Abraş ku penaberek eji gundewarê başûrê Idlibê ye, ji Toreya ASO re dibêje ku kompanî di dema dawî de saetên dana elektrîkê kêm kiriye û bûye 4/4 saetan, herwiha ew gazinan dike ji ber buhabûna nirxê elektrîkê ku nirxê 1 kîlo-wat ya malan gihiştiye zêdetirî 4 lîreyên tirkî.
Herwiha diya dike ku yek malbat bi awayekî navbêr hewceyî zêdetirî 200 kîlo-wat e, ango 800 lîreyên tirkî, ev tê wateya 50 dolarên emerîkî.
Wê daxwaz kir ku dawî li xapandina sivîlan û danheva pereyên zêde ji bo kompaniyên Tirkiyê were kirin, herwiha wê girûpên çekdar û meclisên xwecihî tawan bar kir bi xapandina sivîlan.
Al-Abraş dilgiraniya xwe tîne ziman ji ber sûdwergirtina kompaniya tirk ji hewcedariya xelkê, kêmkirina saetên dana elektrîkê, pirsgirêkên teknîkî yên berdewam û awayê xirab yê danûstandina karmendan bi xelkê re. ew diya dike ku kesê bixwaze kerta xwe ya elektrîkê dagire, divê bi saetan li bin roka dijwar li ber deriyê kompaniyê bisekine.
Herwiha diyar dike ku sedema xelk berî didin vê kompaniyê û nadin enerjiya berdel ew e ku ne başiyên enerjiya berdêl heye mîna xeteriya betariyan li ser malbatan di rewşa germahiya zêde, nemaze piştî derketina rewşên teqîna hin betariyan û birîndarbûna zarok û jinan.
Al-Abraş dibêje jî ku di werzê zivistanê de bikêrhatina tabloyên enerjiya rokê lawaz e û baştire ku berî bidin enerjiya giştî.
Di heman warî de, Xalid al-Yûsif (navekî ne rasteqîn e) ku çalakvanê ragihandinê ye û li bajarokê Cindrêsê yê gundewarê bakurê Helebê dimîne, ji Toreya ASO re dibêje ku ev kompanî yek ji dehan kompaniyên Tirkiyê yên ku xwe li ser bakurê Sûriyê ferz kirine û dest danîne ser hemû warên jiyanê mîna Enternêt, Elektrîk, Xwarin, Tirimbêl û hwd û ev bû sedem ku karê kompaniyên Sûriyê li deverê rawest e û lawaz bibe.
Siyaseta kompaniya Tirkiyê (Enerjî) bû sedem ku gelek malbat nema jê elektrîkê bistînin ji ber buhabûna nirxê wê, nemaze piştî ku diyar dibe dê di mehên bê de nirxê wê buhatir bibe û saetên qutbûnê zêdetir bibin li gorî al-Yûsif.
Mihemed al-Salih (navekî ne rasteqîn e) ku malbatekê ji kesan pêk tê, xwedî dike û li Izaza gundewarê bakurê Helebê dimîne, ji Toreya ASO re dibêje ne tenê buhabûna elektrîkê, zêdebûna saetên qutbûnê û danûstandina nebaş dibin sedem ku xelk dilgiran bin ji vê kompaniyê, ev kompanî dolarên emerîkî weke bace ferz dike li ser kesê ku dixwaze cihê mayîna xwe biguhere, nemaze ku piraniya xelkê penaber in û mecbûr in ku gelek caran cihê xwe biguherin. Ev hemû bi armanca zêdekirina pereyên ku ji xelkê tê standin, xelkên ku di rewşeke jiyanî ya pir xerab de jiyan dikin.
Siyaseta desteserkirinê ya ku dagirkeriya Tirkiyê pêk tîne li ser navçeyên dagirkirî bi riya girûpên çekdar û ferzkirina baceyan li ser warên bazirganî, çandinî, perwerde, tenduristî û dikanên bazarê, herwiha dagirkirina deverê ji aliyê kompaniyê Tirkiyê, ev hemû rewşa xelkê dijwartir dikin û dilgiraniyê zêdetir dikin. Gelek kesên ku Toreya ASO bi wan re civiya, texmîn dikin ku ev rewş dê biteqe û nêzîk dê serhildaneke gelêrî ya hundirîn li dijî desteserkirina Tirkiyê ji navçeyên bakurê Sûriyê yê dagirkirî re.