Nûçe û Rapor
Tirkiyê Opozisyon xapand… Niha wê niyeta xwe ya nêzîkatiya bi Rêjîma Sûriyê re eşkere kir
Yamin al-Xalid – Idlib
Piştî salan ku Tirkiyê miletê Sûriyê xapand bi sekna li kêleka wan ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û hiweşandina rêjîmê, herwiha ji bo rakirina zordestî û ne heqiyê, niha berovajî vê yekê hat xuyakirin û di dema dawî de hikûmeta Tirkiyê niyeta xwe ya rasteqîn eşkere kir da ku berjewndiyên xwe pêk bîne û opozisyona Sûriyê ji xwe re bi kar bîne da ku xwe nêzîkî rêjîma Sûriyê bike bi armanca tunekirina hebûna kurdî li Sûriyê, ev yek matmayibûneke mezin li nava penaberên Sûriyê li Tirkiyê çê kir, her wiha li nava xelkên Sûriyê yên li bakurê Sûriyê dimînin ku wan eşkere kir ku ew naxwazin li rêjîmê vegerin û lihevhatinê pê re pêk bînin. Li aliyekî din helwesta opozisyona Sûriyê bi hemû beşên xwe negetîv bû derbarê dagirkirina Tirkiyê ji navçeyên Sûriyê re û ragihandina şer li dijî kurdên Sûriyê.
Tirkiyê xelkên Sûriyê xapand
Di dema dawî de gelek daxuyanî ji hêla berpirsên tirk derketin ku berovajî sekina Tirkiyê li gel opozisyona Sûriyê bûn, Tirkiyê dest bi axaftinên xweş derbarê rêjîma Sûriyê kir û da xuyakirin ku nêzîkatî di navbera wan û rêjîmê de hene, herwiha ew bi niyet in ku danûstandinê bi rêjîmê re bikin da ku şerê terorê bikin û ji bo vê yekê pêwîst e lihevhatin di navbera Opozisyon û Rêjîmê de çê bibe.
Axaftina dawî ya ku kolana sûrî germ kir ew bû dema ku wezîrê derve yê Tirkiyê Çawîş Oxlo roja pêncşemê 11ê Tebaxa niha bi riya Ajansa al-Anadol ya fermî diyar kir ku divê ew opozisyon û rêjîma Sûriyê li hev bînin û eger ev yek pêk neyê dê aramiya dûmdar çênebe, piştre di cih de ajansê ev daxuyanî guhert piştî dengvedana wê ya li nava xelkên Sûriyê yên li navçeyên dervî kontrola rêjîma Sûriyê.
Li dijî van daxuyaniyan bi deh hezaran xelkên Sûriyê nîvroya roja din ya 12ê Tebaxê daketin xwepêşandanan li hemû navçeyên bakurê Sûriyê, xwepêşanan dest pê kirin ji Idlib û hin bajarokên gundewarê wê mîna Sermeda, Dana, Hezano, Derkûş, Cisir al-Şixûr, Mestûma û hwd û gihiştin gundewarê bakurê Helebê mîna bajarên dagirkirî ji hêla Tirkiyê ve yên Serê Kaniyê û Efrîn û li bajar û bajarokên Izaz, al-Bab, al-Rayî û hwd belav bûn.
Nejîb al-Xazî koçberek ji navçeya Sehil al-Xab ya gundewarê rojavayê Hemayê ye û niha li bajarokê Izaz yê gundewarê bakurê Helebê dimîne, ji Toreya ASO ya Nûçeyan re got ku ew tevlî xwepêşandanan bû da ku nêzîkatiya di navbera Tirkiyê û Rêjîma Sûriyê de protesto bike, rêjîma ku bû sedema koçberiya 14 milyon xelkên Sûriyê li hundir û derveyî welat, herwiha rêjîma ku tawanên bê hempa yên kuştin û girtina sed hezaran pêk anî, wî got ku piştî van hemû azarên xelkên Sûriyê li ser destên rêjîmê, dewleta tirk dixwaze wan vegerîne bi serweriya vê rêjîmê.
Herwiha got ku rêjîma Sûriyê tenê zimanên kuştin û îşkencekirinê fêm dike û vegera bin serweriya vê rêjîma tê wateya xiyaneta bi xwîna sed hezarên kesên ku xwe kirin qurban bo Azadî û Rûmetê, lê Tirkiyê rûyê xwe eşkere kir û dixwaze kerta penaberên Sûriyê ji bo berjewndiyên xwe bi kar bîne û wan vegerîne Sûriyê. Ev yek ji ber ku hilbijartinên serok komariya Tirkiyê nêzîk bûne û ew dixwaze bi riya vegerandina penaberên Sûriyê, partiyên opozisyona Tirkiyê razî bike.
Dem debas bû
Bi navê Dem Derbas bû, hin çalakvanên Sûriyê helwesta Tirkiyê ya derbarê opozisyonê de destnîşan kirin, axaftin derketin derbarê derngmayîna helwest opozisyonê derbarê Tirkiyê de ya ku tevgera li Sûriyê pûç kir, beşdar bû di gutûbêjên Asatana ya ku azariya li Sûriyê zêde kir û bû sedema lihevkirina di navbera Tirkiyê û Rûsiya ji bo radestkirina hin navçeyên bakur-rojavayê Sûriyê bo Rêjîmê beramberî dagirkirina Tirkiyê hin navçeyên kurdî li Sûriyê.
Gelek çalakvanên kurd diyar kirin ku helwesta opozisyona Sûriyê derbariyê Tirkiyê de dereng hat û gereke ev helwest bi dagirkirina Tirkiyê ji navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê re derketiba û di dema ku xelkên resen hatin koçberkirin û xelkên parêzgehên din li şûna wan hatin bicihkirin, herwiha di dema ku Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê ya girêdayî şoreşê piştgirî da Tirkiyê.
Xwepêşandan xurtir bûn
Xwepêşandanên ku li bakurê Sûriyê derketin bûn karvedanek xurt li dijî helwesta Tirkiyê û dan xuyakirin ku helwesta gelêrî yek e di derbarê redkirina lihevhatina bi rêjîmê re, herwiha Tirkiyê ne xwediyê miletê Sûriyê ye û mafê wê tune ye ku çarenûsa wan diyar bike li gorî axaftinên Nejîb Xazî, lê li aliyekî din helwesta siyasetmedar û rayedarên leşkerî yên opozisyonê berovajî vê yekê bû û wan bergirî di ber Tirkiyê û helwest wê de kir.
Nejîb Xazî diyar kir ku çareya tekane ya ku miletê Sûriyê dipejirîne ew e ku serkêşê rêjîma Sûriyê xwe bide alî ji desthilatê û were cezakirin li gel hemû kesên ku destên wan heye di kuştin û koçberkirina xelkên Sûriyê, û avakirina Sûriyeke demokratîk ya pir reng ku tê de wekhevî di navbera hemû pêkhateyan de peyda bibe.
Helwestên şerm yên opozisyona siyasî û leşkerî
Tu hewest ji aliyê opozisyona siyasî û leşkerî tune bû, herwiha helwestek diyar ji hêla civaka sivîl û ragihandina sûrî derneket, ev sazî ji aliyê Tirkiyê ve tên sînordarkirin û ji dêvla ku helwestek ji bo xelkên Sûriyê yên ku biryara Tirkiyê qebûl nakin, derkeve van saziyan giranî dan bûyera şewitandina ala Tirkiyê li Izazê û lêborîn ji Tirkiyê xwestin, herwiha daxuyanî ji aliyê hikûmeta demkî û kesên opozisyonê derketin ji bo protestokirina şewitandina ala Tirkiyê.
Herwiha girûpek rayedarên leşkerî di artêşa niştîmanî ya Sûriyê de lêborîn ji Tirkiyê xwestin ji bo şewitandina ala Tirkiyê û ragihandin ku ew ê kesên sûcdar ceza bikin. Alavên ragihandinê dan diyar kirin ku kesên alaya Tirkiyê şewitandin hatin girtin û ev yek ji aliyê berpirsên Tirkiyê hat pejirandin û destxweşî bi rola artêşa niştîmanî ya Sûriyê anîn ziman.
Piştî derketina xwepêşandanên nerazîbûnê ji aliyê hezaran ve, şewitandina ala Tirkiyê û sekina li hember sazî û xalên çavdêriyê yên Tirkiyê, wezîrê karê hundirîn yê Tirkiyê Silêman Siwêlo li ser hesabê xwe yê Twitterê roja înê 12ê Tebaxê ji bo hêrsa gelê Sûriyê bimije, got ku welatê wî dest ji xelkên Sûriyê yên ji ber zordestiya rêjîmê azar kişandine, bernade. Herwiha hin hesabên medyaya civakî li bakurê Sûriyê li ser zimanê wî ragihandibûn ku Partiya Karkerên Kurdistan, Yekîneyên Kurdî, Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêjîma Sûriyê li pey berovajîkirina gotinên wî ne da ku bi awyekî şaş were fêmkirin.
Wezareta karê derve ya Tirkiyê di 12ê Tebaxa niha de daxuyaniyek belav kir, tê de got ku Tirkiyê ji destpêka kirîza Sûriyê dewleta herî zêde ya ku piştgirî da çareseriya li Sûriyê li ser bingeha cîbcîkirina dazwazên gel yên rewa ye, herwiha Tirkiyê ya pêşîn bû ku kar kir ji bo agirbestê li ser erdê pêk bîne û piştgirî da gutûbêjên Asatana û Cinêvê, herwiha piştgirî da avakirina komîteya destûrê û opozisyonê.
Tirkiyê ber bi lihevhatin bi rêjîmê û lêdana kurdan diçe
Hemû tişt eşker dikin ku Tirkiyê dixwaze têkiliyên xwe yên bi rêjîma Sûriyê re vegerîne weke berê tevî hemû daxuyabiyên berpirsyarên tirk yên ku xwestin daxuyaniya Oxlo veşêrin û hat xuyakirin ku tu pirgirêk li cem Tirkiyê tune ye ji bo têkiliyan vegerîne weke berê li gorî çalakvan Mueyed al-Alî (navekî ne rasteqîn e).
Al-Alî diyar dike ku Tirkiyê lîstokeke siyasî pêk tîne di heman dema ku dibêje ew piştgiriya doza miletê Sûriyê dike di derbarê hilweşandina rêjîmê û avakirina Sûriyeke demokratîk û cihêreng. Li aliyê din têkilî û danûstandin berdewam in di navbera wê û rêjîmê de û ew li girûpên opozisyonê dinêre weke alav ji bo pêkanîna berjewndiyên wê û dema ku rola van girûpan biqede, ew ê wan bifiroşe û hemû rayedarên wan bixe zindanê.
Al-Alî nerehetiya xwe anî ziman di derbarê vegerandina penaberên sûrî yên li Tirkiyê bo bakurê Sûriyê ji hêla hikûmeta Tirkiyê ve ku ev yek ne dûr e ji ber Erdoxan dikare her tiştî bike da ku li ser desthilatê bimîne. Vegera penaberan niha bo bakurê Sûriyê ne gunaw e ji ber ewqas cih ji bo hembêzkirina wan li bakurê Sûriyê tune ne û xizmetguzarî li wan deveran tune ye. Eger Tirkiyê ev yek pêk anî, gereke opozisyon û girûpên çekdar kirasê Tirkiyê ji xwe deynin û bi tena serê xwe kar bikin ji bo navçeyên dagirkirî ji hêla rêjîmê vegerînin û penaberan li wan deveran bi cih bikin.
Dema ku wezîrê derve yê Tirkiyê Çawîş Oxlo egera lihevhatinê di navbera rêjîmê û opozisyonê de ragihand, wî behsa hevdîtineke kurt kir di navbera wî û wezîrê derve yê Sûriyê de û pê re behsa pêwîstiya şerê li dijî terorê li bakurê Sûriyê kiribû, tê. Tê zanîn ku rêjîma Sûriyê hemû girûpên siyasî û leşkerî li bakurê Sûriyê weke terorîst dibîne.
Mamoste Selîm al-Ahmad (navekî ne rasteqîn e), toxtorekî zanîngehê ye li zanîngeha Idlibê, ji Toreya ASO ya Nûçeyan re diyar kir ku rastiya niyetên Tirkiyê eşkere bûne û di heman dema ku ew dixwaze opozisyona Sûriyê û rêjîma kujer û zordar li hev bîne, ew bi israr e ku operasyoneke leşkerî li dijî navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de pêk bîne.
Herwiha got ku ev tê wateya ku armanc ne ew e lihevhatin ji bo Sûriyê û pêşeroja wê ye, armanc ji bo ku hin navçe radestî rêjîm û Rûsiya bibe û endam û rayedarên ji artêşa rêjîmê cudabûyî bo hikûmeta Sûriyê werin radestkirin, ev yek beramberî rêvekirina li ber dagirkirina hin navçeyên din yên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk ji aliyê Tirkiyê ve.
Tirkiyê xwediya projeyeke dagirkirinê ya û ew vê yekê gav bi gav pêk tîne. Pirsa niha ew e Gelo çima Tirkiyê lihevhatinê bi Hêzên Sûriya Demokratîk re pêk nayine û aştiyê bi cih nake û dagirkirina navçeyên Sûriyê ranawestîne?, divê ku hişyarî derbarê plana Tirkiyê ya pêşerojê çêbibe û li gorî al-Ahmad, rola girûpên çekdar di vê derbarê de pêwîst e ku gereke dest ji Tirkiyê berdin û rê nedinê ew bi pêşeroja miletê Sûriyê bilîze.
Al-Ahmad tekez kir ku helwest piraniya xelkên sivîl li bakurê Sûriyê di derbarê Kurdan de helwestek pozîtîv e û ew dibînin ku pêkhateya kurd beşek in ji tevna civakî ya Sûriyê, lê girûpên girêdayî Tirkiyê hewil didin ku kurdan reş bikin li bakurê Sûriyê. Wî got ku em li dijî dagirkirina Tirkiyê ji navçeyên kurdî re û koçberkirina xelkên wê yên resen in.
Çalakvanên kurd dibînin ku helwesta sûrî ya niha li bermberî Tirkiyê gereke li gorî kiryarên Tirkiyê yên li Sûriyê bin û gereke dest ji piştgiriya Tirkiyê berdin û li kiryarên wê yên deheqê kurdên Sûriyê de binêrin. Armanca Tirkiyê ji nêzîkatiya bi rêjîmê re ew e ku projeya kurdî li Sûriyê têk bibin û hebûna kurdan li Sûriyê bikin armanc.
Hêja ye gotinê ku nêzîkatiyê Tirkiyê bi rêjîma Sûriyê re ne tenê bi riya axaftinên wezîrê derve yê Tirkiyê Çawîş Oxlo bû, jêderên taybet yên nêzî hikûmeta Tirkiyê eşkere kirin beriya çend rojan ku dibe axaftinek bi riya telefonê di navbera serok komarê Tirkiyê Receb Tayib Erdoxan û yê Sûriyê Beşar al-Asad pêk were bi navbînkeriya hin dewletên kendava erebî û dewleta Cezayirê.
Erdoxan di destpêka Tabaxa niha de gotibû ku Potin dixwaze ku Tirkiyê meseleya şerê li dijî terorê bi rêjîma Sûriyê çareser bike û hêzên istîxbarata Tirkiyê bi yên Sûriyê re vê meselê gutûbêj dikin, lê ya girng ew e ku encam çpbibin, eger istîxbarata me bi yên rêjîmê re danûsatandinê dikin û di heman demê de terorîst li navçeyê tevger dikin, divê Rûsiya piştgiriyê di vê derbarê de bide me û me ji bo vê yekê lihev kiriye.