Connect with us

Nûçe û Rapor

Windabûna baweriya Girûpên Çekdar yên Sûriyê bi Piştevaniya Tirkiyê piştî dubarekirina Kedxwarinê

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Di dema dawî de, girûpên çekdar yên sûrî û girêdayî Tirkiyê bi ne rehetî û xapandinê dihesin di danûstandina xwe ya bi Tirkiyê re ji ber ku Tirkiyê li gorî sozên xwe yên darayî derneket, ew sozên ku dan çekdaran ji bo berjewendiyên wê pêk bînin.

Li gorî jêderên taybet yên Toreya ASO ya Nûçeyan, gelek çekdar dibêjin ku ew êdî ne amade ne bikevin şerekî nû ji bo berjewendiyên dagirkeriya Tirkiyê, nemaze di dema ku Tirkiyê gefan dike li dijî navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê.

Ev hest zêde bû li cem van girûpan piştî ku Tirkiyê bi hezaran endam ji bo şerên li Lîbya û Ezrebêcanê şandin û nemaze piştî ku rayedarên girûpên çekdar dest danîn ser mûçeyên wan endaman, ji nav wan kesê bi navê Mihemed al-Casim yê ku tê naskirin bi navê Abû Amşa yê ku mûçeyên du mehan yên zêdetirî 1000 endamên dizîn, ew endamên ku li Lîbya şer kirin û mûçeyên wan ji 2500 dolarên emerîkî daket kêmtirî 400 dolarî.

Ev hemû bûn sedem ku endamên van girûpan êdî ne bawer bin bi dagirkeriya Tirkiyê û rayedarên girûpên wan yên ku ji wan dixwazin amade bin ji bo operasyona leşkerî ya dibe ku li dijî navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîl li bakur û rojhilatê Sûriyê pêk were.

Jêderên taybet ji Toreya ASO ya Nûçeyan re eşkere kirin ku ti xwestek li cem gelek endaman nemaye ji bo ku beşdar bibin di vê operasyonê de û ew dibînin ku ev operasyon dê şewatgeh be ji bo wan.

Ev yek ji ber ku ew texmîn dikin ew ê tiştekî qezenc nekin eger ew beşdarî vî şerî bibin û rayedarên wan wê dest deynin ser pereyan û bidizin mîna şerên berê eger pere hebin.

Di vê derbarê de ciwanê bi navê Seîd al-Alî (navekî nerasteqîn e) ku endamekî Tevgera Ahrar al-Şam e ji Toreya ASO re dibêje ku piraniya endamên girûpên girêdayî Tirkiyê ne bawer in bi sozên Tirkiyê û ta niha bi sedan endam li Lîbya nobedariyê dikin û li navçeyên di bin kontrola Tirkiyê de belav in û mûçeyên wan ne zêdetirî 400 dolarên emerîkî ne ji dêvla ku 2500 dolar bin.

Al-Alî dibêje ku rayedarên girûpên girêdayî Tirkiyê dest bi amadekirina lîsteya navên endamên ku dê şer bikin, kirine. Ew endamên ku dibe li bakur û rojhilatê Sûriyê şer bikin û li gorî wî, hejmar zêde kêm e ji ber vê yekê rayedaran gef lu endaman xwarin eger beşdar nebin, dê ji nava girûpê derkevin.

Hemûd al-Ibrahîm (navekî nerasteqîn yê endamekî girûpa Feyleq al-Şam ya girêdayî Tirkiyê ye) ji Toreya ASO re dibêje ku ew êdî red dike ku di ti operasyoneke Tirkiyê li Sûriyê û derveyî wê beşdar bibe ji ber ku Tirkiyê ti garantiyê nade endaman û rayedarên girûpan hov in û dest datînin ser pereyên wan.

Herwiha dibêje ku piraniya endaman naxwazin ku hebûna Tirkiyê li bakurê Sûriyê hebe û dest deyne ser hemû warên jiyanê, lê tişta ku wan mecbûr kiriye ew e ku mûçeyeke wan ya biçûk heye û pakêteke mehane xwarinê heye ku wan birçî nehêle.

Herwiha diyar dike ku di nava girûpa Feyleq al-Şam de komin hene bi awayekî eşkere , ji ber ku ew dibîn ya giring ew e ku operasyon li dijî navçeyên di bin kontrola rêjîmê de pêk were li gundewarê başûrê Idlibê, gundewarên bakur û rojavayê Hemayê û gundewarê rojavayê Helebê ji bo rizgarkirina wan navçeyan û vegera penaberan, ne ku operasyoneke nû li navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de pêk were.

Al-Alî bêhêviya xwe tîne ziman di derbarê rewşa li bakurê Sûriyê ya ku Tirkiyê ew gihandiye û diyar dike ku endamên girûpên çekdar bûne mîna kaxezan di dest Tirkiyê ya ku ew ji armanca wan dûrxistin û wan ji bo berjewendiyên xwe yên her devereke cîhanê bi kar tîne.

Ew tekez dike ku piraniya endaman naxwazin şer bikin ji ber ku dibînin ew bûne lîstok ji bo dagirkeriya Tirkiyê. Li aliyekî din rayedarên girûpan bûne xwedî saman, malên buha, yirimbêlên buha û pereyên di bankên derve de.

Berpirsên tirk di dema dawî de gefan dixwin ku ew ê navçeyên nû li bakur û rojhilatê Sûriyê dagir bikin, lê li gorî diyardeyên li ser erdê û piştî civîna Tehranê ya ku hevalbendên Asatana civand, piştre hevdîtina Sotşî ya di navbera Erdoxan û Potîn de, xuya dike ku dagirkeriya Tirkiyê şewqa kesk ji wan aliyan bi dest nexistiye û Emerîka gelek caran li ser zimanên berpirsên wê Tirkiyê hişyar kir ku ti opersyoneke leşkerî ya nû li bakur û rojhilatê Sûriyê pêk neyine.

Copyright © 2017 Aso Network.