Connect with us

Nûçe û Rapor

Daristaneke ku “Mafia” wê birêve dibin… Dilgiraniyeke gelêrî ji ber ne aramiya li navçeyên dagirkirî ji aliyê Tirkiyê ve

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Yamin al-Xalid – Heleb

Xelkên li navçeyên dagirkirî ji aliyê Tirkiyê û piştgirî tê dayîn ji Artêşa Niştîmanî û Hikûmeta demkî, zehmetiyan dikişînin ji ber rewşa tevlihev û ne aram ya ku her roj dubare dibe, herwiha ji ber tirsa tê jiyankirin dema ku girûpên çekdar şerê hev dikin. Rewşên revandin, girtin û kuştinê zêde belav bûne, herwiha desteserkirina mal û milkan, ev hemû xelkên resen yên li deverê mayî dixin rewşeke ne aram de, herwiha xelkên biyanî yên ku Tirkiyê û artêşa niştîmanî ji deverên din anîn şûna xelkên resen, ew jî gazinin dikin ji ber vê rewşê.

Awlekariya ku Tirkiyê û artêşa niştîmanî pê bang dikirin dema ku bajar dagirkirin li ser zemînê tune ye û xelkên li wan navçeyan dimînin tenê hêviya wan ku aramî hebe, ev yek berovajî ku Tirkiyê ji cîhanê re dibêje ji ber ku ew navçe bûne cihê ne aramî û metirsiyê.

Xelk dibêjin ku sedema tevliheviyê hebûna girûpên çekdar e ji ber ku ew dest datînin ser dahatiyên bajar û navçeyan û her girûpek serweriya xwe li ser komek xelkê ferz dike, herwiha hemû girûp ne weke hev xelkê bi rêve dibin ku ev yek astengiyan ji bo jiyana xelkê ya rojane çê dike.

Herwiha belavbûna çekan bi awayekî ne birêkûpêk û bêkarî sedemên sereke yên ne aramiyê ne ku ev navçe di çavên xelkê de bûne mîna daristanan di bin kontrola Mafia de.

Heysem al-Alî (navekî nerasteqîn e), çalakvaneke li bajarê Izazê yê gundewarê bakurê Helebê ji Toreya ASO re dibêje ku di navçeyên Diri al-Furat û Çiqila zeytûnê de, rewşên pevçûn, kuştin, teqîn, dizîn û revandinê nayên hejmar.

Di 24ê Tebaxa borî de, 5 birîndar û 3 kuştî çêbûn di encama şerê di navbera du malbatan li gundewarê rojhilatê Helebê, di vî şerî de bombe û kilaşînkof hatin bikaranîn ku rewşek metirsiyeke zêde di nava sivîlan bi xwe re anî.

Herwiha di 17ê Tebaxa borî de, girûpeke çekdar ya girêdayî Tirkiyê li xortekî 26 salî xistin, xort ji bajarokê Sico ya girêdayî bajarê Izazê bû. Dema ku xort dixwest sînorê Tirkiyê-Sûriyê derbas bike, ew rastî lêdan û dizînê hat ku nêzî 700 dolarên emerîkî jê hat dizîn.

Di nîvê Tebaxa borî li bajarê Izazê şer di navbera penaber û girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê derket, ji ber berdewamiya binpêkirinên girûpan derheqê sivîlan. Di şer de her du aliyan çekên sivik û nîv-giran hatin bikaranîn û di encamê de hejmarek birîndar ji herdu aliyan ketin. Şer bi navbînkariya hin êlan û destwerdana Polîsên Leşkerî hat rawestandin.

Di 11ê Tebaxa borî de, hêzên Tirkiyê xwepêşandanên sivîlan bi darê zorê sekinandin, ew xwepêşandanên ku ji ber axaftinên wezîrê derve yê Tirkiyê Çawîş Oxlo derketin ku tê de behsa lihevhatina bi rêjîma Sûriyê re kiribû. Gelek xwepêşandanên bi vî rengî rastî tundiyê ji aliyê hêzên Tirkiyê hatin ku gule berdan sivîlan û kesekî penaberê gundewarê Şamê li nêzî dergehê sînorî yê Cerablosê birîndar xist. Alavên ragihandinê ev rastî veşartin û gotin ku gule rastî ezmanan hat berdan.

Di destpêka Tebaxa borî de, sivîlek rastî lêdanê hat ji aliyê endamekî Polîsên Leşkerî di xwepêşandaneke pêşberî navendeke perwerdê li bajarê Izazê. Ew sivîl rastî lêdanê hat ji ber ku tenê siloganên dijî Tirkiyê û girûpên girêdayî wê li ser dîwarê navendê nivîsandibû.

Rewşên revandin, girtin, dizîn û teqînan zêde û rojane ne, girûpên girêdayî Tirkiyê nikarin bisekinîn, ev hemû dihêlin ku navçeyên di bin kontrola dagirkeriya Tirkiyê ne baş bin ji bo jiyanê, piraniya xelkê dixwazên jê derkevin lê ji ber rewşa wan ya madî ew nikarin vê yekê bikin, sivîlên li wan navçeyan Tirkiyê berpirsyar dibînin di ber rewşa tevlihev û ne aram ya wan navçeyan ku Tirkiyê dagir kirine.

Miwefeq Ewed al-Hilal xortekî penaber e, ji gundewarê bakurê Helebê ye û li fakulteya endezyarî li bajarê Izazê dixwîne, wî ji Toreya ASO re got ku ew dema derbasî navçeyên dibin kontrola girûpên girêdayî Tirkiyê dibe, ew ditirse ji ber ku ti sîstemeke aqilmend tune ye û rewş li her warên jiyanê tevlihev e.

Herwiha dibêje ku dema sivîl digihêjin dergehên sînorî yên al-Xezawiya û Dêr Belût, endamên çekdar yên li wir dest bi derxistina astengiyan dikin, sixêf û gotinên ne baş ji sivîlan re dibêjin, li wan didin, wan digirin û baceyan li ser wan ferz dikin. Ev hemû tevî ku ev girûpên çekdar di yek laşê leşkerî de cih digirin, lê ew weke Mafia ne, her girûpek xwedî şêwazeke û bajar û gundan li xwe par dikin.

Miwefeq diyar dike ku her dema ew dixwaze derbasî bajar bibe ji bo perwerdeya xwe, şer yan revandin çê dibe û pê re aramî wenda dibe û ev yek sivîlan aciz dike, nemaze penaber ku ti çare li cem wan tune ye ji bilî wan navçeyan.

Al-Hilal dibêje ku divê dawî were li van bûyerên li navçeyên dagirkeriya Tirkiyê û girûpên wê, divê weke gava yekemîn kar li ser peydakirina aramiyê li wan navçeyan were kirin, eger Tirkiyê cidî be derbarê vegera koçberan bo Sûriyê, gereke aramî û ewlehiyê li wan navçeyan peyda bike, lê ev yek pêk nayê di çarçoveya dagirkirina Tirkiyê û girûpên çekdar yên ne rêxistinkirî.

Xalid al-Deqsî kalemêrek e, ji bajarê al-Bab yê gundewarê rojhilatê Helebê ye, karê wî rastî ziyanê hat ji ber rewşa ne aram ya bajêr, ew xwediyê sê dikanên firotina kel û pelên malan li cadeya sereke li nîvê bajêr e, beriya niha ew dima ta derengî şevê li ser karê xwe, lê niha ew mecbûr e ku dikanên xwe saet 8ê şevê bigire ji ber tirsa ji êrîşeke çekdar ya girûpekê bi mebesta diziyê.

Ew dibêje ku her cara şerê girûpan yan êlan li bajêr diqewime, ew karê xwe hejmarek rojan disekinîne, ev yek ji bilî ziyanên madî yên ku li bazarê û li cihê bûyerê di encama şer de pêk tên.

Îsal rewşa tevlihev û ne aram zêde bû û ev yek li ber çavên Tirkan û girûpên girêdayî wan, giringtirîn sedemên vê rewşê belavbûna çekan bi awayekî bê rêkûpêk û gihiştina wan destê sivîlan, gihiştine destên zarokên bin 18 salî de jî.

Sivîlek dibêje ku bi dehan dikan hene çekan difiroşin sivîlan û ev dikan belav bûne bi awayekî normal mîna dikanên xwarinê û firinan, ev yek dibe sedema tawanan nemaze revandina kesan bi riya çekan ji bo bidestxistina pereyan beramberî serbestberdana wan, ev rewş zêde sivîlan di nava tirsê de dihêle.

Al-Deqsî ne rehtiya xwe tîne ziman ji ber vê rewşa tevlihev li navçeyên dagirkirî ji aliyê Tirkiyê ve, nemaze ku girûpên çekdar ne bi niyet in ku dawî li vê rewşê bînin, tevî ku dibêjin ew li pey tawanbaran in ji bo radestkirina wan bo dadgehê û operasyonên wan yên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê, lê encamên vê yekê ne xuya ne ji ber ku e girûpên çekdar sûdê ji vê rewşa tevlihev digirin û ne cidî ne ji bo bidawîkirina wê.

Hêja ye gotinê ku dagirkeriya Tirkiyê navçeyên di bin kontrola xwe de mîna navçeyên gundewarê bakurê Helebê, Serê Kaniyê û Girê Spî weke Navçeyên Aram bi nav dike û kar dike ji bo pirojeya vegera yek milyon penber ji Tirkiyê ber bi wan navçeyan ve ku dixwaze wan penaberan di wargehên çêkirî û kampan li hundirê Sûriyê bi cih bike, ew bi vê yekê rewşa ne aram û ya tevlihev û binpêkirinên derheqê sivîlan de piştguh dike.

Copyright © 2017 Aso Network.