Nûçe û Rapor
Piştî 7 salan, radestkirina hestiyên Hakan Arslan di kîsekê de, Hakan yê ku li Sûrê jiyana xwe dest dabû

حجم الخط:
Wall Street
Desthilata Tirkiyê piştî 7 salan di ser kuştina Hakan Arslan re derbas bûn, hestiyên wî radestî bavê wî kir. Hakan di 2ê Kanûna paşîn a sala 2015an li navçeya Sûrê ya Diyarbekir/Amed di dema ragihandina qedexeya çûn û hatinê de jiyana xwe ji dest dabû.
Bavê wî Alî Rîza Arslan, hestiyên lawê xwe di kîsekê de girt û li bajarê Ardromê bin ax kir.
Hakan li ser destên rêjîma Tirkiyê hatibû kuştin û li rex mizgefta Hasîrlî li taxa Sûrê hatibû veşartin.
Hestî hatibûn veguhestin enstityûta bijîşkiya rewa û piştî ku analîza asîda nuklerî ji bo bav û diya Hakan hat çêkirin, encam ew bû ku 95% ev hestî yên Hakan Arslan in.
