Connect with us

Nûçe û Rapor

Berdewamiya Çapkirina Pirtûkên xwedî Naverokên Olperest ji aliyê Girûpên girêdayî Dagirkeriya Tirkiyê û Heyet Tahrîr al-Şam ve li Bakurê Sûriyê

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Quteyba al-Alî / Toreya ASO ya Nûçeyan

Li piraniya navçeyên bakurê Sûriyê yên di bin kontrola Heyet Tahrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê) û girûpên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê, gelek pirtûkxane hene ku pirtûkên xwedî naverokên nijadperest û olperest belav dikin, ev pirtûk li dijî gelek pêkhateyên Sûriyê kînê didin çandin, herwiha ev pirtûk ji aliyê kesên olperest ve tên amadekirin û pirtûkxaneyên ku hin ji wan girêdayî girûpên çekdar in, serpereştiya belavkirina wan dikin û wan bê pere belav dikin.

Danerên van pirtûkan olperestên ku ji girûpên çekdar cuda ne, lê di heman navçeyan de jiyan dikin û ji nasnameyên cuda ne weke sûrî, mexribî, mesrî û kendava erebî. Ew di van pirtûkan de baweriyên xwe yên derbarê pêkhateyên olî yên mîna elewî, xiristiyan û dirziyan de dinivîsin, hemû pirtûkên wan destnîşan dikin ku dive ev olên din weke olên kafir û dijminan were hesibandin.

Naverokên hin pirtûkan behsa Cîhadê dikin û daxwaza berdewamkirina şer dikin ta ku sîstema misilmantiyê li Sûriyê pêk were û rêjîma Sûriyê were hilweşandin, ew rêjîma ku weke rêjîma Nuseyrî tê binavkirin, Nuseyrî tê wateya pêkhateya serokê rêjîma Sûriyê Beşar al-Asad. Pirtûkên belavbûyî ji xortan dixwazin ku şerê her aliyê ne misilman bikin û weke koçber neçin welatên derve ji ber ku ev tê wateya revîna ji erkên Cîhadê.

Ciwanê xwendekar Rekad al-Fewaz yê ku li Idlibê dimîne ji Toreya ASO ya Nûçeyan re dibêje ku hejmara van pirtûkan di destpêkê de ji niha zêdetir bûn, bi destpêka bûyerên Sûriyê re gelek kesayetî û saziyên ser bi komên radîkal ve dest bi nivîsandina û çapkirina van pirtûkan kirin û li ser rêbendên leşkerî belav dikirin.

Herwiha dibêje ku niha hejmara wan ji berê kêmtir e, lê ew bi awayekî bêhtir rêxistinbûyî derdikevin hole, herwiha bêhtir pisporî tê de heye ji ber ku berê tenê bi awayê belavok û kaxezan bûn. Kesên radîkal û olperest yên ku li ser nivîsandina van pirtûkan kar kirin mîna Abdulah al-Mihêsenî, Mislih al-Alyan, Abû Hemam al-Mesrî, Abû al-Yaqzan al-Mesrî, Abdulrazaq al-Mihdî û hwd, lê aliyên ku serperştiya çapkirinê dikirin, pir in.
Herwiha destnîşan dike ku berî niha çapkirina van pirtûkan girêdayî Heyeta Şerî bû ya ku kesên olperest ji hemû girûpan di nava xwe de dihewîne.

Al-Fewaz diyar dike ku rewş niha ne weke berê ye, niha çapxaneyên ku van pirtûkan çap dikin pir in, hin girûp serpereştiya van pirtûkxaneyan dikin mîna girûpa Nûr al-Dîn Zinkî ya ku herî zêde guh dide pirtûkan û ji aliyê Tirkiyê tê piştgirîkirin, herwiha Heyet Tahrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê).

Li gorî vî jêderî, tenê kesek ji navçeyên Heyet Tahrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê) ku ew rayedarê berê yê DAIŞ e, hemû pirtûkxaneyên ku van pirtûkan belav dikin, bi rêve dibe.

Di nav navçeyên girûpên girêdayî Tirkiyê de gelek pirtûkxane hene girêdayî hin girûpan in mîna girûpên Ahrar al-Şarqiya, Ceyş al-Islam, al-Hemzat û al-Cebha al-Şamiya.

Di vê derbarê de Ahmad al-Hamad (navekî neresteqîn e) ku xwendekarê zanîngehê ye û li bajarê Izazê dimîne, ji Toreya ASO ya Nûçeyan re dibêje ku hin pirtûkxane hene ku tenê pirtûkên al-Bena û sembolên din yên Ixwan al-Muslimîn belav dikin, ew pirtûkxane tenê girêdayî rayedarekî Ahrar al-Şam ku bi nave Abû Ahmad Debaş tê naskirin ku ew ji bajarokê Milis yê gundewarê Idlibê ye, herwiha pirtûkxanene hene pirtûkên ku behsa kesayetiyên radîkal yên berê mîna Xetab al-Şîşanî û Bin Ladin, belav dikin.

Herwiha dibêje ku pirtûkên behsa pêkhateyên olî, Cîha, şer û ramanên durinde ji sala 2014an ve belav bûne, ew pirtûk destpêkê derbas dibûn bi rêya Tirkiyê û rayedarên Heyet Tahrîr al-Şam (Cebhet al-Nusra ya berê) û piştre bi dehan pirtûkxane û çapxane peyda bûn, lê mixabin ew tenê pirtûkên bi vî rengî belav dikin û me pirtûkên guncaw ji bo xwendekaran nedîtine.

Ew diyar dike ku armanc ji van pirtûkan ew e ku ciwanan bikişînin nava refên girûpên çekdar bi rêya van ramanên ku behsa şerê li dijî rêjîma Sûriyê dikin û pêwîstiya misogirkirina sîstemeke islamî li Sûriyê.
Herwiha berdewam dike ku tevî rêjeyeke bilin ya ciwanan heye ku xwedî ramanên nûjen in, lê hin ji wan tevlî wan dibin ji ber rewşa jiyanî ya dijwar.
Ji bo rêgirtina li pêşberî van pirtûkên mîna Jehrê ne, al-Hamad pêşinyar dike ku ciwan û civaka sivîl li hember wê derkevin, ew dibêje ku ev raman ne kêmî ramanên rêxistina terror a DAIŞê ne dema ku ev ramanên xwe di mejiyê xelkên di bin kontrola xwe de diçandin, herwiha daxwaza hişmendiyê dike li hember fikira Kafirkirina pêkhateyên Sûriyê ku ev yek xwedî encamên metirsîdar e li ser jiyana hevbeş ya sûriyan e piştî guhertina rêjîmê jî li gorî wî.

Çalakvana rojnamegeriyê Leyla Osman ya ku li Tirkiyê dimîne ku metirsî ne tenê di belavkirina van pirtûkên olperest de ye, ew di mana komek ji kesên olperest û radîkal ku piraniya wan ne ji Sûriyê ne û xwe weke zayarên oldar di nava xelkê de dane naskirin.

Osman ji Toreya ASO ya Nûçeyan re dibêje ku mixabin gelek xort û ciwanên sûrî yên li navçeyên bakurê Sûriyê guh didin van kesên olperest û şêxên naskirî bi durindetiya xwe li derveyî Sûriyê, ev yek bi awayekî negatîv bandor li rewişt û adetên wan navçeyan kir ku gelek ji wan hatine guhertin û min yek ji çîrokên ku vê yekê tekez dike, dît.

Herwiha ev çalakvan diyar dike ku partî, deste û sazîne hene li bakurê Sûriyê belav bûne ku metirsiya ji wan ji ya van pirtûkan ne kêmtir e, ji ber vê yekê dive rê were girtin li hember aliyên ku dixwazin van ramanan belav dikin û dixwazin navçeyê bikin meydana olperestan. Kesê ji nava miletê Sûriyê di sala 2011an li dijî rêjîmê derket, armanca wî ne tunekirina pêkhateyek ji pêkhateyên Sûriyê bû yan veguherîna Sûriyê bo qadeke şer, ew ji bo azadî û demokrasiyê ji bo hemû pêkhateyên derketibû.

Ew di heman demê de pirsa bêdengiya çalakvanên xwecihî yên hundirê Sûriyê dike, bêdengiya li hember van pirtûkxaneyên girûpên çekdar, bêdengiya li hember hewildana kirasê olperestiyê li bakurê Sûriyê were lêkirin ji aliyê hin girûpên çekdar, sazî û kesayetiyan mîna komên girêdayî girûpên ser bi dagirkeriya Tirkiyê ve û kesayetiyên li wan navçeyan dimînin mîna kesên cudabûyî ji rêxistinên terror yên DAIŞ, Huras al-Dîn û al-Qayîda ku wan herêm tejî kirine û li ber çavên dagirkeriya Tirkiyê tev digerin.

Ew ji hemû xelkên navçeyên bakurê Sûriyê dixwaze ku dûr bikevin ji van ramanên olperest yên ku ev alî dixwazin bi rêya pirtûkên xwe belav bikin, û di heman demê de li gorî pirensîp û nirxên hezkirin û mirovahiyê tev bigerin û rêzgirtinê ji hemû kesî re bikin û dûrî tadariyê bikevin.

Di heman dema ku ev kom û aliyên olperest berdewam in di jehrdana bi rêya van pirtûkên xwe, hemû kesên ku Toreya ASO ya Nûçeyan hevdîtin bi wan re çêkir, tekez kirin ku bandora vê yekê xuya kiriye di nava beşeke ciwanan. Dema ku xortek an zarokek tevlî xuleke perwerdeya Şarî dibe û van pirtûkan dixwîne, ew destpê dike bi cîbcîkirina van ramanan li ser zemînê bi rêya dijîderketina li hember pêkhateyên Sûriyê.

Ji ber ku ev yek zêde metirsîdar e û encamên van pirtûkan pir xeteriyê çêdikin, Toreya ASO ya Nûçeyan daxwaz dike ku li ser vî aliyê giring were sekinandin û rêxistinên têkildar karê xwe bikin da ku ev pirtûk neyên belavkirin û nifişekî olperest denekeve hole li nava civaka Sûriyê, dive were zanîn jî ku ev hemû pêk tên û dagirkeriya Tirkiyê ya ku serwer e li wan navçeyan, bê deng e.

Copyright © 2017 Aso Network.