Connect with us

Nûçe û Rapor

Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê daxwaz dike ku çarenûsa Rojnamevanekî girtî were eşkerekirin

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê bi rêya daxuyaniyekê got ku hevkarekî wan yê Toreyê ji aliyê komeke rûgirtî li bajarê Qamişlo hatiye girtin.

Daxuyaniyê ji Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest ku çarenûsa rojnamevan “Goran Ezim” di cih de were eşkerekirin, Goran li gorî daxuyaniya Toreyê ji aliyê komeke rûgirtî ve hatiye girtin.

Toreyê bi rêya daxuyaniya belavbûyî li ser malpera xwe ya Facebookê, berpirsiyariya ewlehiya Goran da ser milê aliyê ku ew girtiye.

Herwiha Toreyê ew aliyê ku Goran girtiye, hişiyar kir ji egera rasthatina Goran ya ti binpêkirin yan zerereke laş ve û diyar kir ku bûyera girtina wî bi awayekî ne rewa û bê zagon çêbûye û bêyî ku sedema girtina wî were eşkerekirin.

Toreyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “”Goran Ezim yek ji damezirînerên Toreya Rojnamevanên Kurd e û ew bi çalakiyên xwe yên bergir di ber rojnamevanên deverê de naskirî ye.

Tê zanîn ku girtina ji aliyê koma rûgirtî li gorî daxuyaniya Toreyê, çêbûye dema ku Goran li bazara sereke ya bajarê Qamişlo bû.

Copyright © 2017 Aso Network.