Connect with us

Nûçe û Rapor

Feqîr Ehmed…

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Ehmedê Bekoyê Hebeşê tê naskirin bi navê Feqîr Ehmed di sala 1942 li gundê Mizenterê li bakurê kurdistanê ji dayîk dibe xwarziyê midrisê Mechên e ew jî welatiyê Kobaniyê ye, gelekî bi wî bamdor dibe.

Wek her malbateke kurdistanî di rewşeke xizan û belengaz re derbas dibe di sala 1977 dest bi nivîsandina helbestê dike çar dîwanên wî hene bi navê Dîwana Reş hejmar 1.2.3.4.

Berî 50 salî koçberî almaniyayê dibe li wir li bajarê Kolenê jiyana xwe berdewam dike.

Bi helbesta “Riya Kobanî bi dar e” navdar e, her wiha gelek helbestên wî yên din hene bi navê “Berxwedan jiyan e” – “Xewûna serxwebûn” – “Newroz û sersala me”

Feqîr Ehmed kesayetekî welatparê û kurdhez bû di koçberiya dawiyê de ku welatiyên rojavayê kurdistanê koçberî almaniya dibûn bi wan re dibû alîkar.

Xwesteka wî ya dawî ku piştî sê mehe din dikira bihata serdana bajarê xwe Kobaniyê lê mixabin pêknehat û di 30’yê Adara 2023’an çû ser dilovaniya xwe.

Copyright © 2017 Aso Network.