Nûçe û Rapor
Roja Rojnamegeriya Kurdî.. Ji Qahîre, ev der Kurdistan e
“Kurdistan”, rojnameya kurdî ya yekemîm ku li Qahîre di 22ê Nîsana 1898an de derket û ji wê rojê ve 22ê Nîsanê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin ango Roja Rojbûna Rojnameya “Kurdistan”.
Ka em bi hev re li vê Rojnameyê binêrin da ku em yekemîn karê rojnamegeriya Kurdistanî nas bikin, ku ji xwe re Misir weke bigeha yekemîn dît..
Rojnameya “Kurdistan”
Di 22ê Nîsana 1898an de, li Qahîre û bi taybet li Dar al-Hîlal, hejmara yekem ya rojnameya “Kurdistan” derket ku rojnameya yekem ya bi zimanê kurdî bû û 31 hejmar jê derketin di 4 salan de, ew jî bi zimanên Kurdî û Tirkî bûn. Rojnameya Kurdistan mehê du caran derdiket ku buhayê salane yê bidestxistina wê 80 Qirş bû.
Her pênc hejmarên pêşîn yên rojnameya “Kurdistan” li Qahîre li herdu çapxaneyên “Dar al-Hîlal” û “Kurdistan” hatin çapkirin, lê ji ber fişarên dewleta Osmanî ji bo girtina rojnameyê, “Kurdistan” êdî li Cinêva Siwîsrayê derdiket û piştre dîsan vegeriya Qahîre. Piştre berê xwe da Folkston ya Birîtaniya û dîsan li Cinêvê vegeriya û çapa dawî ya 31 lê hat çapkirin. Di sala 1902an de rojnameya “Kurdistan” rawestiya û hin dibêjin ku hejmarên wê yên giştî 32 ne û di 14ç Nîsana 1914an de rawestiyaye.
Silogan û Rêveberê Sazkirinê
Rojnameya “Kurdistan” silogana “Dijmintiya netewî ya Kurd û Ermeniyan zirarê digihîne herdu miletan”, ji ber vê yekê wê roleke baş list di başkirina têkiliyên di navbera kurdan û neteweyên din mîna Ermeniyan. Osmaniya di wê demê de digotin û belav dikirin ku Ermen dijminên kurdan in, herwiha Kurdistan” berê kurdan da şaristanî û bidestxistina zanînê. Rêveberê yekem yê sazkirinê di rojnameya Kurdistan” de mîr kurd Miqdad Midhet Bedirxan bû, piştre birayê wî Abdilrehman Bedirxan bû rêveber. Malbata Bedirxaniyan li Misirê rûniştin piştî ku ji Amedê hatin, Amed yek ji navçeyên kurdan li Tirkiyê û Iraqê ye.
Vekirina Rojnameyê
“Ez li Misirê me û li Kurdistanê rêxistinbûnê dixwazim, armanca min ji derxistina vê rojnameyê xizmeta miletê min û xweşiya wî ye”. Ev gotin Miqdad Bedirxan di çapa yekem ya rojnameya Kurdistan” bi zimanê Ferensî nivîsand, wî da xuyakirin ku armanca wî ew e ku rojnameyek bi nave kurdan li Qahîre û dûrî zilma Osmaniya û qedexekirina wan ji rojnameyên kurdî derkeve.
Herwiha Miqdad got “Min daye ber çavên xwe armanca cîbcîkirina hezkirina zanînê di kesayeta xelkê miletê min de, û ez derfetê vekim ji bo ku miletê min şaristaniya serdemê û pêşketina wê nas bike û herwiha wêjeyê jî. Ez dixwazim asta çand û rewşenbîriyê di nava miletê xwe de bilind bikim.”
Berxwedan Pênûsê
Dr. Seyid abilfetah, serokê navenda al-Qahîre ya lêkolînên stratejîk di derbarê armanca derxistina rojnameya “Kurdistan” dedibêje “Kurdistan dixwest rêxistinbûn û rewşenbîriyê pêşkêşî miletê kurd bike, ew pêşketina ku di wê demê de li Misirê peyda dibû. “Kurdistan” gaveke li pêş ya di dîroka berxwedaniya kurdan de bû ji ber ku wê berxwedan ji asta tevgerên êl û olî yên çekdar rizgar kir û bire asta berxwedana bi riya pênûs, zanîn, çand û wêjeyê. “Kurdistan” têkilî bi miletên din yên navçeyê û sembolên çandî yên dewletên din re çêkir ji bo ku wan bike piştgir ji miletê kurd re yê ku salên dirêj yên zilm û nezaniyê dîtin.
Giringîdayîna Rojnameyê
Rojnameya “Kurdistan” bû xwedî giringiyeke xuya bi riya name û peyamên ku ji rewşenbîrên derveyî Kurdistanê digihiştin, herwiha bala kesên ewropî yên di ware kurdan de çalak in, kişand. “Kurdistan” bû desgeheke azad ji bo her dengekî niştîmanî û xwediyên pênûsên daxwaza mafên netewî û niştîmanî yên miletê kurd dikin. “Kurdistan” gotar û peyam ji gelek bajaran digirt mîma Mûsil, Cezîrê, Şam, Silêmanî, Mêrdîn, Amed, Edene, Istenbol û hwd.
Kovara al-Hîlal
Kovara al-Hîlal ya Misirê raporek derbarê rojnameya “Kurdistan” belav kir da ku xwênerê erebî wê nas bike ku “Kurdistan” yekemîn rojnameya kurdî bû li cîhanê û ji bo ku tekez bike miletê kurd serbilind e ku ev rojname li Misirê derket. Herwiha ji bo “Kurdistan” beşek be ji rojnamegeriya Misirê ku tê de pênûsên cihêreng û xwedî zimanê cuda cih girtin.
Hejmarên wendayî
Ji ber ku rojnameya “Kurdistan” xwedî cihekî giring e di dîroka çapemeniya kurdî de, gelek lêkolînerên kurd xebateke dijwar kirin ji bo danheva hejmarên “Kurdistan” yên wendayî ta ku lêkolîner Kemal Fuad hemû hejmarên rojnameyê dîtin ji bilî 5 hejmaran, ev yek piştî lêkolîneke pênc salan ci navbera Elmaniya rojhilat û ya rojava û piştî ku hejmar hatin dîtin hemû di yek dosyayê de bi nave “Kurdistan” hatin komkirin û di sala 1972an de çap kir.
Hejmarek din yên lêkolîneran hejmarên rojnameyê yên wendayî dîtin li pirtûkxaneyên Nemsa û Enqere û dîsan ji nû ve hatin çapkirin, lê heta niha hejmara 19an ya rojnameyê wenda ye.
Rola Misirê
Rojnameya “Kurdistan” destpêka yekem bû ji bo belavkirina zimanê kurdî û hevdîtina yekem di navbera kurd û Misiruyan de. Misir xwedî roleke mezin e di serkeftina vê tecrubeyê de ku li hemû welatan hat redkirin û piştre li hin welatan dubare bû.
Di 22ê Nîsana 2018an de, nûnertiya Partiya Demoqrat ya Kurdistanê PDK (Iraq) li Qahîre bi serokatiya Şêrgo Hebîb şahiyek li yek ji hotêlên al-Madaî bi boneya roja rojnamegeriya kurdî ya 120 û derxistina rojnameya “Kurdistan” li dar xist. Hebîb di şahiyê de tekez kir ku Qahîre xwedî roleke mezin e di derketina yekemîn rojnameya kurdî de li ber şewqê, herwiha got ku sedema hibijartina Misirê ji bo vê tecrubeyê ew bû ku Misir dûrî destwerdana rêjîma Osmaniyan bû û serbixwe bû.
Herwiha tekez kir ku Qahîre cihê pêşî bû ji bo serkeftina her projeyeke rewşenbîrî yan hunerî. Tecrubeya derxistina rojnameyekê bi zimanê kurdî li Sûriyê û Iraqê di salên hefteyî de jî dubare bûn, lê ew serkeftina mezin ya mîna li Qahîre bidest nexistin. Herwiha got ku rindbûn xelkên Misirê sedema pêşwazîkirina wan ji netewên ne erebî re mîna Kurd, Ermen û hwd ku ew wan weke birayê xwe li nava welat dibînin.
Hebîb got ku têkiliyên me bi serokê meclisa bilind ya ragihandinê li Misirê Mekrem Mihemed Ehmed baş in û pêşbîn e ku hevkarî bi sandîkeya rojnamevanên Misirê xurtir bibe.
Misir hembêzgeha çandan e
Dr. Tariq Mensûr, mamosteyê dîrokê di zanîngeha Ayn Şemis de, bi boneya roja rojnamegeriya kurdî sala 2018an de, ji rojnameya al-Ahram re got ku Misir hembêzgeha germ ya her daxwazê aştiyê ye. Di dawiya sedasla 19an de li Misirê tevgereke çandî, hunerî û rewşenbîrî yên mezin peyda bû ku erda Kînana bû qibleya her kesê ku dixwaze sekeftin û dengvedanê bidest bixe ji nivîskar, helbestvan, hunermend û rojnamevanan. Herwiha rojnameya al-Ahram di wê demê de li ser destên herdu birayên hev Selîm û Beşara Teqla, kovara al-Hîlal piştre di heman demê de li ser destê Corcî Zêdan derket ku ev dezgeh xwe da ber çapkirin û derxistina rojnameya “Kurdistan”.
Mensûr da zanîn ku tevî Miqdad Bedirxan Qahîre hilbijart , lê ew neçar ma ku rojnameyê bisekinîne û li Ewropa berdewam bike ji ber zextên Osmaniyan li ser Misirê di dema dagirkeriya Inglîzan ji Misirê re. ev tecrubeya li Misirê mîna gelek tecrubeyên mîna wê de ku li Qahîre û Misirê di heman demê de destpê kirin. Ev yek ji ber ku Qahîre cihekî ewle bû ji gelek xelkên ewropî û yên din bû mîna Yûnanî, Îtalî, Ermen, Kurd û hwd.
Berpirsê fakulteya wêje li zanîngeha Ayn Şemis dibêje ku Misir her kesê ku berê xwe didê, hembêz dike û rojnameya “Kurdistan” pêta yekemîn bû û hêzek bû ji bo pêxistina tecrubeyên din yên kurdî li hember dagirkerî û zilma Tirkiyê. “Kurdistan” rojnamegeriya sirgûniyê bû ku derbeyên mezin li Osmaniyan xistin. Ev yek di nava germahiya pêşwazîkirina Qahîre û xelkên Misirê de.
Rojnameyên kurdî yên din
Piştî 6 salan ji derxistina rojnameya “Kurdistan” ya ku gava yekemîn bû di avakirina rojnamegeriya kurdî de, rojnameyên kurdî êdî li pey hev derketin li ser dem û çaxên cuda ji ber cudabûnên rewşên siyasî yên ku ta niha kurd rastî wan tên, lê bi giştî gelek rojname û kovarên cuda li Kurdistana Iraqê derketin.
Li Sûriyê, bi dehan rojname bi zimanên erebî û kurdî derketin mîna rojnameyên al-Hîwar, Tarîq al-Şab, Acras, Qadaya, û Hîwarat, herwiha kovarên mîna al-Hayat, al-Huria û Edeb al-qadiya.
Di destpêka salên 40yî yên sedsala borî, rojnameya kurdî kirasê partîtiyê li xwe kir û piraniya rojnameyên bi awayekî veşartî û ne li ber çavan derdiketin ta salên 70yî mîna rewşa partiyên siyasî yên ku di wê demê de derketin hole, ji wan kovaran mîna al-Şarara, Îla al-Amam, al-Qayîda, Wihdet al-Nîdal, Tehrur Kurdistan, al-Tehrur, Anîn al-Felah, Nîdal Kurdistan û hwd.
Li Tirkiyê, jiyana rojnamegerî û tevgera çapkirinê çalak bû bi serkêşiya Partiya Karkerên Kurdistan PKK di sala 1984an de, rojnameya partiyê Serxwebûn roleke siyasî û idyolocî list di hişmendî û ronîkirinê di nava kurdan de li gund û bajarên Kurdistanê tevî rewşa girtin û binçavkirinê yak u rastî kurdan hat ji aliyê desthilatdariya Tirkiyê ve.
Rojnamegerî li Kurdistanê
Nûnerê Partiya Demokrat ya Kurdistanê PDK li Qahîre, Şêrgo Hebîb di boneya salvegera 120 ya damezirandina rojnameya “Kurdistan” diyar kir ku Herêma Kurdistanê niha xwedî derfetên giranbuha û baş yên azadiya rojnamegeriyê û azadiya nêrînan, ev yek di çarçoveya zagonên ku karê rojnamegeriyê rêxistin dikin. Nabe ofîsa tu rojnamevanî yan ew were girtin tenê ji ber gotarekê, nabe tu lêpirsîn pê re were kirin eger serokê sandkeya rojnamevanê Herêma Kurdistanê ne amade be, Sandîkeya rojnamevanên Herêmê yek ji endamên Fiderala navnetewî ya Rojnamevanan e li Biruksilê, nûnertiya rojnamevanên Herêmê di vê dezgehê de ji Kurd, Ereb, Xiristiyan û Êzidiyan pêk tê.
Tevî riya rojnamegeriya kurdî ya dûdirêj, ew ta niha dîl e ji bo partî û tevgerên siyasî ku ew dorpêç kirine û nahêlin armanc û peyamên xwe li gorî ku tê xwestin pêk bînin. Li gorî gelek rexnevan û rojnamevanên kurd, qada rojnamegeriya li Herêma Kurdistanê tevî ku li Herêmê desthilateke serbixwe heye ji sala 1991 de, lê ta niha rojname û dezgehên ragihandinê yên serbixwe tune ne.
Xelatkirina Rojnamegeriya Misirê
Di sala 2019an dePartiya Demokrata ya Kurdistanê PSD li Qahîre dergehê rojnamevanî Roz al-Yûsif di şahiyekê de xelat kir, ev yek bi amadebûna balyozê Iraqê Ahmad Nayif al-Dilêmî û serokê ofîsa PDK Şêrgo Hebîb. Rojnamevan Şahînaz Ezam ya ku nûnertiya Roz al-Yûsif li meclisa welatên erebî dike, ev xelat wergirt.
Herwiha Şêrgo Hebîb û balyozê Iraqê mertala rojnamegeriya kurdî ji bo navê rojnamevanê oxirbûyî Abdilezîz Abdela pêşkêş kir yê ku rojnamevan bû di rojnameya al-Cumhûriya de û lêkolîn di derbarê rewşa kurdî de çêdikirn, herwiha ji bo navê rojnamevanê oxirbûyî Hamid Duniya yê ku rojnamevan bû di rojnamey Oktober de.
Di şahiyê de sandîkeya rojnamevanan hat xelatkirin bi riya nivîskar û rojnamevan Ibrahîm Abû Kêla serokê berê yê sandîkeyê û herwiha hejmarek rojnamevanê Misirê mîna
Nivîskar û rojnamevan Fatima Naût, rojnamevan Sumeya abdul Minim ji rojnameya al-Wefi, rojnamevan Sûzan Atif ji rojnameya al-masrî al-Yawm, rojnamevan Ibrahîm Cemal ji rojnameya al-Ahram, rojnamevan Mihemed abilMecîd ji rojnameya al-Cumhûriya, Ehmed Hesen ji rojnameya al-Beyan, Redwa al-Sûsî ji rojnameya al-Bewaba, Ehmed Abû Harûn ji rojnameya al-Akhbar, Ehmed al-Amîd ji rojnameya al-Weten û rêveberê sazkirinê ya al-Arabî al-Yawm Ahmed Saad. Herwiha ji Iraqê herdu rojnamevan Alî Ebdo û Ibrahî Şerîf hatin xelatkirin.
Radyoya Kurdî
Serokê oxirbûyî Cemal Abdulnasir didît ku kurd xwedî mafên ziman û çandê ne, wî di sala 1957an de derfet da wan ku yekemîn radyoya kurdî li Iraqê were damezirandin ku 4 saetan dirêj dikir bi riya dengê al-Arab, vê yekê alîkariya kurdan kirk u serxwebûna xwe bidest bixin.
Piştî damezirandina yekemîn radyoya kurdî jî li MIsirê, balyozê Tirkiyê li Misirê ev yek rexne kir û ji Nasir re got ku welatî wî ne razî ye li ser vê yekê, Nasir bersiveke hêdî û xurt da û got
Agahiyên li cem hene dibêjin ku Kurd li Tirkiyê tune ne weke hûn dibêjin û yên ku tên naskirin weke kurd ew Tirkên çiya ne. gelo çima hûn ji radyoyeke kurdî dilgiran û aciz in?
Kurd di nava xwe de vê bersivê tînin bîra hev û destxweşiyê li bersiva Nasir û helwesta wî dikin.
Piştgiriya Cemal Abdul Nasir ji kurdan re berdewam kir tevî hêrsa Tirkiyê, û serokî dîrokî yê kurdan Mustefa Barzanî pêşwazî kir û têkiliyên xurt pê re danî, herwiha di siyaseta xwe ya derve de gelek piştgirî û alîkarî da kurdan.
Hin jêderên dîrokî dibêjin ku kurdan gelekî pesnê Cemal Abdul Nasir didan di nava xwe de ji ber radyoya kurdî, wan bi riya wê radyoyê dikarîbûn çand û nasnameya xwe ji cîhanê re bidin naskirin ji ber vê yekê Dr. Saad Aldîn Ibrahîm mamosteyê zanista civakî-siyasî derbarê têkiliyên Nasir bi kurdan re wiha dibêje
Abdul Nasir rêz û hezkirin ji kurdan re dikir, ev yek mîna hemû Misiriyan e ku bi rêzdarî û hezkirin li vê miletî dinêrin ji ber xizmetên wî yên mezin di dîroka erebî û misilmanan de.
Alî Bedirxan
Dibe ku hin ji we dema nave Miqdad Bedirxan damezirînerê rojnameya “Kurdistan” xwendin, texmîn kirin ku têkiliyên malbatî di navbera wî û derhêner Alî Bedirxan de hebin, ev yek rast e, derhênerê sînemayê Alî Bedirxan kurê derhêner Ehmed Bedirxan e ku yek ji neviyên malbata Bedirxaniyan e yên ku rojnameya “Kurdistan” damezirand.
Alî Bedirxan yek ji giringtirîn derhênerên sînemaya Misirê ye, wî gelek filmên giranbuha çêkirin ku guhertineke berçav di vê hunerê de çêkir mîna Şefîqa û Mitwelî, al-Kirenk, al-Cûa, al-Rayî al-Nîsaa û hwd.
Ji ber vê yekê dema Yekîtiya Kurdistanî li Qahîre bi boneya 114 saliya rojnameya “Kurdistan” şahî çêkir, Alî Bedirxan hatibû vexwendin. Herwiha navenda çandê ya kurdî li Qahîre sala 2017an şahiyek ji bo xelatkirina Alî Bedirxan li dar xist piştî ku wî xelata al-Nîl ya hunerê wergirt weke rêzgirtin ji afirandinên wî giranbuha di 50 salan de.
Di salvegera 120an ya roja rojnamegeriya kurdî, Alî Bedirxan got ku divê rojnamegeriya kurdî hemû kurdên li cîhanê bike yek û doza kurdî bigihîne hemû deverê bi zimanê her civakê. Alî Bedirxan destxweşî li karê bapîrên xwe kir ji bo gihandina dengê kurdan bo hemû cîhanê li gorî imkan û derfetên berê, ew gav giring bû li dijî zilm û zoriya li ser miletê kurd.
Navdarên Misirê yên Kurd
Hêjayî gotinê ye, hejmarek navdarên Misirê hene ku bi eslê xwe kurd in mîna mîrê helbestvanan Ehmed Şewqî yê ku kurê bajarê Silêmaniyê ye, nivîskarê gewre Abas al-Aqad yê ku diya wî kurd bû, herwiha malbata Bedirxaniyan yak u me behsa wan kir.
Tê dîtin ku têkiliyên dîrokî di navbera Misirî û Kurdan de hene, ev têkiliyên baş bûn encama vekirina ofîsa Partiya Demokrata a Kurdistanê PDK li Qahîre di sala 2017an de ji bo piştgiriya warên çandî, aborî û siyasî yên hevbeş.
Em vê raporê belav dikin bi erêkirina Jêderê ji bo wergerandina ji Erebî bo Kurdî