Connect with us

Nûçe û Rapor

Emerîka daxuyaniyên Tirkiyê yên kuştina serokê SAIŞ’ê napejirîne

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Tîma sazkirinê
Waşinton – Jêf Sildin

Emerîka ta niha daxuyaniya Tirkiyê ya kuştina serokê DAIŞ’ê yê niha di encama operasyonekê li bakurê Sûriyê, napejirîne.

Serokê Tirkiyê “Receb Tayip Erdoxan” roja Yekşemê ji kanala TRT re got ku hêzên Istixbarata Tirkiyê roja Şemiyê li Sûriyê serokê DAIŞ’ê “Abû al-Husên al-Huseynî al-Qureşî” kuştine.

Hin alavên ragihandinê yên Tirkiyê ji jêderine ewlekariyê, dan xuyakirin ku ev operasyon li bajarokê Cindêrisê yê bakurê Sûriyê, li navçeyeke opozisyona ku Tirkiyê piştevaniya wê dike, pêk hatiye piştî ku demekê serokê DAIŞ’ê di bin çavdêriyê de mabû.

Berpirsekê Emerîkî bêyî ku nexwest nave wî eşkere bibe, ji radyoya Dengê Emerîka re gotibû ku ta niha Waşinton tu diyardeyên kuştina serokê DAIŞê nedîtiye.

Herwiha got ku “Em niharin vê yekê bipejirînin û tu agahiyên me di derbarê vê yekê de tune ne.”

Tu agahiyên zêde di derbarê kesayeta Abû al-Husên û nave wî yê tevgerî de tune ne.

Cara pêşîn navê wî di Mijdara borî de hatibû gotin dema ku DAIŞê ew ji xwe re weke serokê nû ragihand, ev yek di heman daxuyaniya DAIŞê ya kuştina serokê beriya wî “Abû al-Hasan al-Haşimî al-Qureşî” de hatibû.

Tevî wilo, Berpirsên Emerîkî ji VOA re gotin ku Abû al-Husên ne weke yên beriya xwe endamekî girûpa damezirîner a DAIŞê ye, ew yek ji serkêşên nifşê nû yê ku DAIŞê birêve dibin.

Agahiyên istixbaratê yên ku Emerîka û welatên din yên Neteweyêm Yekbûyî yên ku sala borî di çend raporan de belavkirin, diyar dikin ku reayedarên DAIŞê mîna Abû al-Husên dixwestin ku wêneyên wan ne eşkere bin da ku ji fişarên Hêzên Antî-Terorê birevin, ew hêz ji destpêka derdora 13 berpirsên bilind yên DAIŞê ji destpêka sala 2022an de kuştin û girtin.

Ev yek kuştina berpirsekî mezin yê DAIŞê dihewîne di encama êrîşeke hewayî ya Emerîka di meha borî de. Berpirsên leşkerî yên Emerîka diyar kirin ku Abdulhadî Mehmûd al-Hac Alî berpirsyarê planên erîşine li Ewropayê bû û dema mirina xwe de ferman didan ji bo revandina berpirsên biyanî.

Daxuyaniya roja Yekşemê ya kuştina serokê DAIŞê, ne cara yekê ye ku Tirkiyê radigihîne ku di şerê li dijî DAIŞê de biser dikeve.

Di Gulana borî de, berpirsên ewlekariyê yên Tirkiyê gotin ku wan kesê berê li şûna Abû al-Husên girtin di encama operasyonekê li Istenbolê.

Berpirsên Istixbarata Emerîka û welatên rojavayî di demeke borî de gotibûn ku ev yek ne tam rast e û berpirsê DAIŞê yê ku Tirkiyê girtiye Beşar Hetab Xezal al-Sumêdiyî ye ku rayedarekî navdar yê DAIŞê ye.

Li Tirkiyê Erdoxan dixwaze careke din were hilbijartin ji bo serokatiyê û tê zanîn ku di 14ê Gulanê de dê hilbijêrên tirk berê xwe bidin sendoqên hilbijartinan.

Li gorî rapirsînan, Erdoxan rastî astengiyan tê ji bo dubarekirina hilbijartina wî û di dema dawî de ew çend caran beşdar nebûye di kampaniyên hilbijartinê de ji ber nexweşiyê weke ku tê gotin.

Radyoya Dengê Emerîka bi balyozxana Tirkiyê li Waşintonê têkilî danî ji şîrovekirina daxuyaniyên Erdoxan yên kuştina serokê DAIŞê, lê ta niha tu bersiv negirtiye.

Copyright © 2017 Aso Network.