Connect with us

Nûçe û Rapor

Gotara Kînê

نشر

قبل

-
حجم الخط:

*Ev rapor hatiye belavkirin bi hevkarî di navbera Toreya Rojnamevanên Kurd (SKJN) û Toreya ASO ya Nûçeyan di programa hevkariyê ya di çarçoveya projeya “Ragihandin me kom dike” de, derbarê “xurtkirina rola Ragihandinê li dijî balkêşkirin û axaftinên nehezkirinê ji bo civakeke hevgirtî”

Evîn Elo

Dewlet û bajarên ku tê de gotara kînê tune ye nînin heta carcaran di navbera ziryetên eşîran bi xwe de jî heye. Bi gelemperî sazîyên dewletan û pergala wan nijadperestîyeke rikgir belav dike û geh li gorî reng û zayendê û geh jî li gorî sîstema heyî vê kînderiyê diçîne.

Di civatên ewropayî de bi piranî gotara kînê xwe dispêre zayînd û cihêwazîya rengan spî û reş, lê li welatên ereban di navbera şênîyên bajêr de û koçberên li wan welatan bi cih bûne derdikeve.
Bingeha gotara kînê di heman dewletê de ji talankirina karîn, şûnwar û mafên gelan tê, ji ber ku çi kesên dijberî siyaseta wan derbikeve dê ji rikberî û nefretê bê par nemîne, bi wê re tevlihevî û bê ewlehiyê di nav beşa kînê û beşa zehmetiya vê nijandperestîyê gur dike.

Di çarçoveya banga bilindkirina nirxê wateya lêborandin de û dûrxistina axaftinên nefretê bi her şêweyên wê… Nizanim ku mirov li hevjiyana yekî din ku ji civaka Kurd e lê bigere yan jî bikole, pêkan e. … Gelo ev pirs dê were pirsîn an jî ew ê bi vî rengî an bi rengek din fonksiyonek paqijkirinê pêk bîne… yan dê bersivên aşkere gotara kînê derxe holê????

Tecrûbeya min a şexsî kêm zêde serpêhatiyeke erênî ye… Ji ber ku Kurmanc bi giştî civakeke tolerans e ku yê din qebûl dike… Bûyerên koçberiya ji herêmên din û rehetiya wan li vir mînaka herî mezin a wê yekê ye…

Ev ji aliyê jiyanê ve ye ku di nêrîna min de aliyê herî girîng e, lê ji hêla bawerîyê ve nexasim li cem siyasetmedaran dibînim ku bindestiya di dirêjahiyê dîrokê de nefreteke etnîkî û olî ji ereb û îslamê re peyda kiriye, ji ber vê yekê piştî ewqas teşhîr neçar dimînim parastina îslama rast bikim, ev jî di asta danûstandina di wê civatê de dimîne lê hewcedariya vê kelemê bi guhartina hişmendî, pergala civatan bi rê ve dibe heye da ku mirov buhara di çavên hev de bibîne û bibe bingeha gihandina nifên bedew.

Ez mîna jineke şamî ger ne hembêzkirina cihêwazîya çanda herêma Cizîrê ba min nedikarî bi wan re bijîm, lê ji bo ku ez çavên xwe li ser bandora ferq û cudahiya etnîkî negirim heta radeyekê hem zikreşî hem jî neqebûlkirineke ji hêla hin Ereb û kurdan ve heye

Di bawerîya min de pirsgirêk li vir ne pirsgirêka nijadê ye, bi qasî ku ya kesên din e… an jî yên din ên li pêşberî civaka herî sofîstîke ye. Di civaka Kurd de kesên xerîb hîs dike ku ew ji çîna duduyan e…yên Kurd jî gava rolan diguherin li ber civakeke pêşketîtir an civakeke ne ya xwe…cuda dibin.

Li cihê ku hemwelatîbûn ne prensîba herî bilind e… tiştên weha xwezayî ne… her çend ez bawer nakim ku hemwelatîbûnek bi tevahî samîmî li welatên herî pêşketî yên cîhanê jî hebe…
Lewma tişta dikarim bibêjim ew e ku madam edalet li ser rûyê erdê nemaye, bêguman dê gotara kînê şûrê li ser stûyên milyonan kesên li cîhanê bimîne.

Copyright © 2017 Aso Network.