Nûçe û Rapor
DI MEDYAYA LIBNANÎ DE, AXAFTINA KÎNÎ LI DIJÎ PENABERAN
Ev rapor hatiye belavkirin bi hevkarî di navbera Toreya Rojnamevanên Kurd ( SKJN) û Toreya ASO ya Nûçeyan di programa hevkariyê ya di çarçoveya projeya “Ragihandin me kom dike” de, derbarê “xurtkirina rola Ragihandinê li dijî balkêşkirin û axaftinên nehezkirinê ji bo civakeke hevgirtî”
MIHEMED HAC ŞÊXO
Ji dema ku daxwazên vegerandina penaberên sûrî ji Libnanê derketiye holê, di medyaya libnanî de rêjeya postên ku kînê bi xwe re hildigirin, zêde bûye.
Torên medyaya civakî êdî bi axaftina kînê ya ku li dijî sûriyan tên belav kirin, gihiştiye asteke ku civaka libnanî li dijî panaberan sor bike da ku libnanî kiryarên bi tund li dijî sûriyan pêk bînin.
Ji vê zêdetir hin biryarên hikûmeta Libnanê yên weke qedexekirina gera sûriyan ya bi şev li hin bajaran piştgirî da axaftina kînê û jêre bû destek.
Li kêleka torên medyaya civakî hin kenal û ajansên libnanî jî tevlî vê pêngavê bûn û axaftina kînê li dijî sûriyan belav kirin ku weke ev kîn bi awayekî sîstematîk tê meşandin.
BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK, PÊNGAVÊN KÎNÎ
Dema tu di nav malperên medyaya civakî de li mijara kînê bigerî tu yê bibînî ku ev axaftina kînê bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Mînak li ser facebook û twitter ê bi dehan haştagên weke ((#penaberê-sûrî ya dagirker, #çare –daxwaza- giştî- ye – ev- dagirkeriye –ne-penaberiye, #libnan –ya – libnaniyan e #ez- li –welatê- xwe –nebim- penaber )) û gelek haştagên dîtir li ser van malperan belav dibin ku bi hezaran kes beşdarî van pêngavan bûne û parve kirine.
Belavkirina haştag û axaftinên weha destekê didin belavkirina nijadperestî û tundiya li dijî penaberan.
Ev yek ji me re xuya dike ku armanca wan aliyan belavkirina sîyaseteke plankirîye ku sûriyan weke teror û metirsîdar li ser hebûna libnaniyan ji cîhanê re bidin nîşandan.
BELAVKIRINA NÛÇEYÊN DEREW JI BO GURKIRINA CIVAKA LIBNANÎ LI DIJÎ SÛRIYAN
Di derbarê nûçeyên derew yên ku axaftina kînê li dijî penaberên sûrî li Libnanê zêde dike, gelek kenal û malperên fermî dest bi lêkolîn û aşkerekirina rastiyên wan nûçeyan kirin.
Weke mînak : Li ser medyaya civakî fotoya nasnameyeke polîsî hat belavkirin ku xwediyê nasnameyê sûrî ye û bûye endamê polîsa bajaroka El-qelûq ya libinanî.
Li kêleka fotoyê hevokên kînî hatibûn nivîsîn ku ev karê libnaniyan e, sûrî ne hêjayî vî karî ne û divê hikûmet wan vegerîne û hwd….
Piştî ku ev foto bi awayekî berfireh li ser medyaya civakî belav bû, lêpirsîn û lêkolînên hikûmet û dezgehên ragihandinê dest pê kirin.
Di dawîyê de xuya bû ku ev foto ne rast e û li ser programa Photoshopê hatiye çêkirin, da ku tevlîhevîyê di nava libnaniyan de belav bikin.
Di heman mijarê de bi sedan nûçeyên derew li dijî sûriyan hatin belav kirin ku bêhtirî wan nûçeyan axaftina kînê bi xwe re hildigiritin.
Hêzên ewlekariya libnanî gelek operasyon li dijî penaberên sûrî li darxistin ku di dema operasyonan de hin nûçe hatin belavkirin û tê de xuya dikir ku çawa penaberên sûrî hevokên piştgiriya rêxistina Da’îşê dikin. Ew hevok li ser dîwarên bajaran dinivîsandin an jî zarokên sûrî piştgiriya hizrên terorî dikin.
Piştî van nûçeyan kenalên weke El- hura û malpera ŞÎÎK li rastiya van nûçeyan geriyan û dîtin ku derew in û bi armanca belavkirina kînê hatine weşandin.
Vê yekê handan da penaberên sûrî jî ku nûçeyên derewîn li dijî libnaniyan biweşînin û têde parastina hebûna sûriyan li libnanê bikin, an jî bi teşeya ku tola xwe ji libnaniyan hildin, nûçe dihatin belavkirin.
BERPIRSÊN LIBNANÎ JÎ DESTEKÊ DIDIN AXAFTINA KÎNÊ
Hemû xalên ku me li jorê anîne ziman ji axaftinên kîn û nefretê, ne tenê ji kesên normal derdikevin, lê belê hin berpirsên pilebilind yên hikûmeta Libnanê jî axaftinên bi kînê dagirtî li dijî penaberên sûrî anîn ziman û rewş hîna aloztir kirin.
Berpirsan xwestin terwîc bikin ku penaberên sûrî metirsiyê li ser ewlehiya libnanê çêdikin û bûne sedema qeyrana aborî, herwiha dixwazin Libnanê bikin cihê sûc, tewan û diziyê.
Di vê derbarê de wezîrê berevaniya libnanê Morîs Selîm di hevdîtineke xwe de got ku penaberên sûrî komên çekdar di hundirê Libnanê de ava dikin û civaka navdewletî naxwaze sûrî vegerin warê xwe, ji ber ku dixwazin sûrî li Libnanê bibin xwedî erd.
Derbarê heman mijarê de wezîrê navxwe yê Libnanê Bassam Moloyî jî bi teşeyeke kîn û nefretî rexne li sûriyan kir û got ku divê penaberên sûrî fêr bibin rêzê ji artêş û ewlehiya Libnanê re bigirin û bi zagonên vî welatî pabend bin.
Ev mijar li vir ranewestiya, lê belê ji bilî van gelek berpirsên dîtir jî di nava dem û demekê de derdikevin û li dîjî sûriyan diaxivin ku gotinên wan kîn û nefretê bi xwe re hildigire.
Ya herî dawî ku li ser ragihandinê bû cihê karvedan û gengeşeyan rojnamevan Nîdal EL-ehmediyê bû.
Ehmediyê bi awayekî kînî tinazî bi sûriyan kir û xwest bêje ku sûrî nezan û dinyanedîtî ne dema got ku paneberên sûrî êdî ji min re dibêjin bonjor û şokolamo nas nakin.
Bê guman ev ne cara yekê ku Ehmediyê axaftina kînê li dijî paneberan dibêje, berî niha gelek caran û bi gelek rê û rêbazan sûrî reş kirine û libnanî li wan sûr kirine.
HEWLDANÊN RAGIHANDINÊ KU VÊ KÊŞEYÊ DERMAN BIKE
Li hemberî ewqas axaftinên kînê ya ku li dijî penaberên sûrî li Libnanê tê kirin hin hewldanên sînordar ji aliyê rojnamevan û kesayetan ve heye . Komek ji rewşenbîr, nivîskar , çalakvan, hunermend û rojnamevanan li ser kêmkirin û dermankirina vê kêşeyê dixebitin.
Weke ku em li ser malperên medyaya civakî dibînin bi dehan kesên ku ji ev axaftina kînê ne razîne daxuyanî û postan diweşînin û têde bang li çareseriyê dikin ku pirsgirêka penaberan bi axaftina kînê çare nabe.
Tevî van hewldanan jî, lê rola ragihandinê di vê derbarê de hîna jî lawaz e.
Tevî ku gelek kenalên televizyonî û malperan bal kişandin ser vê kêşeyê jî lê asta belavbûna axaftina kînê ji hewldanên wan zêdetir e.
Ev mijar eger bi rêyên fermî çareser nebin, dê bibe sedema gelek kiryarên tundrew û ji bin kontrolê derkeve, anku pêdiviya vê mijarê bi destwerdanên navdewletî heye.
Her wiha divê dewleta Libnanê zagonên girêdayî ragihandinê di pratîkê de cî bi cî bike.
Li aliyekî din pêwîst e ku malperên ragihandinê di bin kontrola aliyên peywendîdar de bin, lê ev nayê wê wateyê ku azadiya ragihandinê asteng bikin, lê belê divê rê li pêşiya sucên elektronîk yên ku axaftina kînê geş dikin, werin girtin.
JÊDER:
FACEBOOK
TWITTER
MALPERÊN ÎNTERNETÊ