Connect with us

Nûçe û Rapor

Kuştina bȇ Guneh …… Gotara kȋnȇ li dijȋ jinȇ

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Ev rapor hatiye belavkirin bi hevkarî di navbera Toreya Rojnamevanên Kurd ( SKJN) û Toreya ASO ya Nûçeyan di programa hevkariyê ya di çarçoveya projeya “Ragihandin me kom dike” de, derbarê “xurtkirina rola Ragihandinê li dijî balkêşkirin û axaftinên nehezkirinê ji bo civakeke hevgirtî”

Ebdilbaqȋ Elȋ

Gotara Kȋnȇ…jȇder û pȇnasȋn
Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku komelȇn mirovan li gor suruşt û çanda xwe birȇve diçin yan xwe birȇve dibin ,û li gor wȇ jȋ komelgehȇn mirovan di tȇkilȋ û pȇwendiyan de di livin ,û gotara kȋnȇ Koştina bȇ Guneh ……Gotara kȋnȇ li dijȋ jinȇ
Ebdilbaqȋ Elȋ

Gotara Kȋnȇ…jȇder û pȇnasȋn
Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku komelȇn mirovan li gor suruşt û çanda xwe birȇve diçin yan xwe birȇve dibin ,û li gor wȇ jȋ komelgehȇn mirovan di tȇkilȋ û pȇwendiyan de di livin ,û gotara kȋnȇ çȇlîka çanda van komelgiha ye.
Ti wate û pȇnasȋneke dogmatîk ya gotara kȋnȇ ta niha ne hatiye saz kirin ,lȇ mirov dikare bide nasȋn ku çi simbol ,wȇne ,gotin ,yan kiryar ya ku dibe sedema belavbûna çanda şer ,dijatȋ, cudakirin û piçûk kirina aliyê dȋ ,yan sorkirina li ser kuştin û tundiyȇ ye,û para mezin jȇ di civakȇ de digihe jinȇ.

Jin wek qurbaniyeke gotara kȋnȇ
Ji kevin ve ta roja ȋro Jin rojane dikeve bin bandora gotara kȋnȇ de bi sedema cawaziya regezȇ jiber çanda civaka me ya nȇratȋ ya ku jinȇ di çarçoveya adat û teqalȋdan de di nase ,ku jinȇ dike dȋla çend nerȋn û bendȇn ku wȇ di mala wȇ de bȇ biryar û beşdarȋ di civakȇ de dorpȇç dikin ,mafȇ wȇ yȇ bingehȋn û resen û yasayȋ di çewisȇnin ,û mirovatiya wȇ bi giştȋ desteser dikin ,derbaskirina xȇzȇn sor yȇn civakȋ qedexedikin.

Ger jin sȋnorȇn xȇzȇn sor derbas bike wȇ yekser tȇkeve bin tȋrȇ gotara kȋnȇ de ,û wȇ bi awayekȋ birȋnkir bȇ rexnekirin. ku bandora xwe li jiyana wȇ bike ,û ziyanin derûnȋ mezin lȇ bike. lȇ bandora neyȇnȋ (nȇgetȋv) ya gotara kȋnȇ li civakȇ bi giştȋ û li jinȇ bi taybetȋ ne ya derûnȋ bi tenȇ ye ,belȇ bandorên wê yên civakî wêranker hene, ta digihe ȇşa canȋ û kuştinȇ jȋ ,ku bi mihaneya kirȇt ,şerim û fihȇtȇ ew bi saxȋ binax dikirin.

hȇz û karȋna jinȇ ya xurt û dijwar li ser kar ji bal çavdȇr û yasayȇn civakȋ ve tȇ vemirandin û pûçkirin ,dema ku jin ber ȇvarȇ ji seredanekȇ yan ji seyranekȇ vedigere mala xwe dibe ( jina nav malan ) li gor gotin û pistpista cȋrana.

Ji xwe jina ku bȇ berdan yan xwe bide berdan li gor fermana civakȇ rûreş û riswa dibe bi kûve here yan bilive weke daxekȇ didin riwȇ wȇ bȇ ku sedem û egera berdanȇ jȋ nas bikin weke ku ji zayȋna wȇ yan ji zikmakȋ ve pȇve be.

Di qeyran û nakokiyan de dengȇ gotara kȋnȇ li dijȋ jinȇ bilindtir dibe ku nerȋneke cuda bi pejirȋne, yan rexneya nerȋnekȇ yan kiryarekȇ bike ,yekser dibe armanca tundûtȋjȋ û nijadperestiyȇ.

Gotara kȋnȇ û regezperestiyȇ li dijȋ jinȇ ji nerȋneke qels derbarȇ jinȇ ye jibal civak û komelgihȇ ve ,ku jin ji rola xwe ya ku jibal civakȇ ve hatȋ saz kirin derkeve wȇ bikeve bin komek tomet ,tundûtȋjȋ û regezperestiyȇ.

çendȋn pend ,metelok ,û serpȇhatȋ ji bav û kalan hatine veguhestin weke gotara kȋnȇ li dijȋ jinȇ bi kar hatine û tȇ bi kar anȋn weke nimûne ji filoklor û tûrasa Erebȋ: (”Tûpişkek li ser dȋwar be û ne keçek di mal de be , xema keçȇ heta mirinȇ” ,”daxwaza şȇwirmendiyȇ ji jinȇ wȇ bibe sedema saleke wȇranȇ”).

Di komelgeha kurdȋ de Jȋ pendin hene bi heman şȇwe bi kar tȇ wek nimûne: (mȇjȋ yȇ heft jina di serȇ mirȋşkekȇ deye ew jȋ nikilȇ xwe linav tiştȇ pȋs dide ,jin parsiwȇ xwehre). ango jin hewqas kȇme ,bȇ hiş û mȇjȋye ,ji lewra ew biwe çanda civakȇ û li gor wȇ tȇkilȋ û pȇwendȋ li gel jinȇ tȇ kirin,Jin biwe qurbaniyeke gotara kȋnȇ.

Car caran Jin bixwe dibe sedema gotara kȋnȇ lidijȋ jinȇ wek metelokȇn bûk û xesiwȇ yan yȇ bûk û dişȇ: (“bûka malê hom e, xwelî li serê me kom e” ,”bûk e, pepûk e” ,”bûkê ne zar ziman, xesiwê ne dîn îman”).

Digel ku roleke jinȇ ya sereke di kȇşeyȇn hestiyar de heye, rola wȇ di dibistan ,zanȋngeh ,û di tȋmȇn pȇkanȋna kargeh ,û korsȇn tȇgihiştinȇ ji civakȇ bi giştȋ û ji jinȇ re bi teybetȋ heye ,dikare roleke erȇnȋ (posȋtȋv) di hişyarkirina civakȇ de di hemû asteyan de bibȋne. belȇ berdewam dibe qurbana gotara kȋnȇ.

Gotara Kȋnȇ….sedem û çareserȋ
Bȇ guman çi cihȇ ku mirovatȋ lȇ ne pirensîba herî bilind be ,dadmendȋ û wekhevȋ lȇ nebe, tiştên weha xwezayî ne ,ku gotara kȋnȇ serȇ xwe hilde ,û rikberȋ û nefret cih bigire ,belȇ sedema sereke ya belavbûn û cihgirtina kȋn û zikreşiyȇ di civakȇ de nezanȋ û netȇgihiştine ,jilewra divabe em tev xwe bispȇrin fȇrkirin û diyalogeke vekirȋ berfereh ,di gel ragihandineke azad ,hemereng û pirjimȇr ya ku nûneratiya tev çȋn û şepȇlȇn civakȇ bike ,nemaze kesȇn jibȋrkirȋ û bȇguhdan. tȇgihiştin,û mikumkirina hȇz û karȋna hevwelatiyan li dijȋ kiryarȇn nefret,û jihevxistinȇ,û vekirina asoyȇn azadiya gotin û derbirȋnȇ,û veguhestina raman û biryaran ,û avakirina maseyȇn danûstandin û gotûbêjȇn civakȋ yȇn rȇzdar û rexneyȇn akadîmî yȇn zanistî, ji mere giringin ,jibo lihev gihiştin û zanȋna tiştȇn hevbeş û yȇn jihev cuda ,naskirin û pejirandina taybetmendiya herkesekȋ. 

Tȇkoşȋn û berxwedana jinȇ li hember gotara kȋnȇ ne karekȋ hȇsane ,jilewra pȇwȋste jin pȇkve bi rȇ ya dezgehȇn pȇwȋst û tȇkildar kar jibo yek rȇzȋ û alȋkariya jinan û tȇgihiştina civakȇ  bikin ,di çarçoveya banga belavkirina çanda lȇbûrȋnȇ û bilindkirina nirxê gotina sivik û xweş de û qedexekirina bikaranȋna peyvȇn tûj û dijwar ,ango dûrxistina axaftinên nefretê bi her şêweyên wê.

Copyright © 2017 Aso Network.