Connect with us

Nûçe û Rapor

Helbestvan û nivîskar Lorî Tildarî koça dawî kir

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Helbestvan û nivîskar Loriyê Tildarî di sala 1957’an de, li gundê Tildarê li herêma Dêrka Hemko ji dayîk bû.

Di sala 1964’an de, li gundê Kaniya Dêwa (Endîwerê) dest bi xwendina xwe ya seretayî kir. Piştî qedandina qonaxa seretayî li Dêrikê di dibistana “Yusif Ezme” de, dest bi xwendina amadeyî kir û di heman dibistanê de bawernaneya bekeloriyayê qedand û piştî wê li Zanîngiha Şamê beşê mafnasiyê sê salan xwend. Piştî wê zêdeyî 20 salan li gundan bi erkê mamostetiyê rabû.

Di sala 1975’an de, dest bi nivîsandina helbestê kir bi awayekî seretayî. Lê di sala 1979’an de, dest bi nivîsandina helbesta resen kir.

Loriyê Tildarî li ser gelek çihok û çûbaran xebat kir. Yek ji wan nivîsandina helbesta resen a kilasîkî û ya nûjen bi zimanê Kurdî û her wiha yê Erebî.

Lê belê li gel vî karî dest bi berhevkirina folklor kir û heta dawiya temenê xwe di van mijaran de kar dikir:
Komên folklorî û taybet komên newrozan gelek sûde ji berhemên mamoste Lorî wergirtine û her wiha piştgiriya tevahiya stranbêj û dengbêjên Rojava kiriye, hem bi helbestan û hem bi awazan. Mînak Cemal Se’idûn, Elî Gavana, Ronî Cizrawî, Bilind Birahîm, Emîn Nadir, Kanîwar, Şadî Tildarî, Ziya Bek, Mustefa Mihmed Xelîl, Azad Feqe, Wehîd Mirad û hwd…

Li gel berhevkirina folklor gelek çandeserî li ser folklor kir, ango nivîsandina stranê li gel şîrovekirina wê bi awayekî wêjeyî veçirand û şîrove kir, derdora 800 stranî berhev kir. Ango 3 pirtûk in.

Berhemê Lorî Tildarî ev in:
Dîwaneke helbestê bi navê: Halan, çap kir.
Her wiha 2 dîwanên helbestên kilasîk yek bi navê Seqlan û yek jî bi navê Tildar û dîwaneke helbesta nûjen a bi navê Sefan.

Mamoste Lorî gelek kar û xebat di derbarê wêjeya kurdî de kir.

Ew di roja 29.07.2023 piştî kedeke mezin û xebateke dûdirêj li nexweşxaneya al-Selam ya bajarê Qamişlo koça dawî kir.

Copyright © 2017 Aso Network.