Connect with us

Nûçe û Rapor

Toreya ASO ya nûçeyan alîkariyê dike ji bo amadekirina komxebata lixwenêrînê ya ji bo rojnamevnên jin û karmendên jin yên civaka sivîl

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Toreya ASO ya nûçeyan komxebata lixwenêrînê ya ku jinên karmend di saziyan de û yên di warên ragihandin û civaka sivîl de kire armanc, amade kir li bajarê Qamişlo li ser du rojan.

Armanca komxebatê ew e ku kêrhatiyên jinên rojnamevan û karmendên din yên civaka sivîl cîbicî bike her wiha ji bo pişgiriya wan û pêşketina wan di warê pîşesazî de û derbaskirina fişarên kar û jiyanê û dayîna alikariyê ji bo wan ji bo derbaskirina zehmetiyan.

Li ser bingeha avakirina kêrhatiyên jinên karmend û yên di warê ragihandin û civaka sivîl de ji bo piştgirî û pêşketina kar.

Ev komxebat bi sponseriya rêxistina Jiyan ya mafê mirovan pêk hat û têde 12 jin beşdar bûn.

Rojnamevana serbixwe û xwediya podkastê Nûr Elehmed ya ku beşdar bû di vê komxebatê de, li ser girîngiya amadekirina van komxebatan ji bo jinên di warên civaka sivîl de axivî û got ev yek bi armanca piştgiriya wan e û di vê komxebatê de gelek agahî û sûd jê hat girtin ” her tişt ji bo min erênî bû û bi rêya vê komxebatê min gelek rêxistinên mirovî yên di ware pişgiriya derûnî de kar dikin naskir. Nemaze ku ev komxebat di asteke bilind ya zanîn û agahî û tecrûbeyan bû”.

“Ji ber ku toreya ASO û xebatkarên wê baş dizanin bandorên derûnî yên ku em weke jinên rojnamevan û karmend di warê mirovî de rastî wan tên û têkiliya me ya rasterast bi civakê re di vê rewşa jiyanê ya zehmet de, wê ev komxebat li darxist”.

Nûr Elehmed tekez kir ku ev komxebat ji bo wê pir giring bû ku wê agahiyên giranbûha jê girtin û baweriya wê bi wê xurtir bû “ev komxebat ya ku du rojan berdewam kir ji bo min bû sedem ku ez ramanên nû û tecrûbeyên nû werbigirim ji bo jiyana min ya pîşeyî û rojan e, bi vê yekê dikarim gelek fişarên derûnî derbasbikim”.

Li gorî Elehmed ev komxebat bi awayekî fîzîkî bû sedem ku ew jinên ciwan yên ku di warê mirovî de kar dikin, nas bike û ji serpêhatî û tecrûbeyên wan bigire.

Wê tekez kir ku ev komxebat pişgiriyê dide wan, herwiha danûstandina ramanan û hevpariyê tevî ku çiqas nerîn ji hev cuda bin.

Emîna ya ku xwebexş e di rêxistina Taa Merbûta de tekez dike ku tecrûbeya vê komxebatê ji bo wê bi sûd bû “ev komxebat ji bo me bêhnvedanek bû û derfetek bû ji bo em mîkanizmên lixwenêrînê nasbikin”.

Fişar li gorî beşdaran ji hev cuda ne lê Emîna dibîne ku fişarên aborî yek ji wan fişarên ku bûn sedem ew beşdar bibe di vê komxebatê de û tekez dike ku beriya niha ti girîngî nedida çanda lixwenêrînê lê ji niha û pê ve bi rêya van korsan ew ê karibe danûstandinê bi fişarên rojane bike.

Alaa Mela Ehmed ya ku rojnamevanek sazker e di toreya ASO ya nûçeyan de dibêje ku beriya niha wê mîkanizmên derbarê fişarên derûnî de pêk dianîn lê bi rêya vê komxebatê wê karî bû mîkanizmên nû werbigire weke korsên bihênkişandinê ya ji bo derbaskirina tirs û strêsê “min bi rêya vê komxebatê gelek jin nas kirin û min sûd ji tecrûbeyên wan girtin”.

Newroz Elîka, civaknasa di rêxistina Jiyan ya mafê mirovan û rêvebera korsê dibêje “armanca komxebata lixwenêrînê ew e ku em hişmendiya xweyî ya jêderên curbicur yên fişara derûnî zêde bikin, fişara derûnî bandorê li ser tenduristiya derûnî ya rahêneran dike, herwiha em qadeke ewle ji wan re dabîn bikin û astengiyan bi hev re parve bikin û pişgiriya hev bikin nemaze ku ew di warên ragihandin û mirovî de kar dikin.

Elîka tekez dike ser girîngiya bikaranîna awayên lixwenêrînê li cem beşdaran û piştevaniya wan da ku ew pilaneke xwenêrînê ya tekane deynin.

Elîka dibêje ku ev komxebat tê de beşdar bi giranî hatin perwerde kirin û alav û teknîkên cur bi cur hatin dayîn weke çêkirina rahêna kolac (copy paste) û diyarkirina bandora tirsê li ser kes û giringiya lixwenêrînê û çêkirina mertalê kesane û lênerîna laş bi rêya hişmendiyê û teyrê azadiyê û gerînendeya kontrolkirinê û teknîkên din.

Elîka dibîne ku ya giringtir ji komxebatê ew e ku her beşdarek planeke kesane ya li xwenêrînê deyne.

Komxebata lixwenêrînê du rojan berdewam kir, Sêşem û Çarşem 16 û 17 ê vê Tebaxê li navenda Jiyan ya mafê microvan pêk hat.

Copyright © 2017 Aso Network.