Connect with us

أخبار وتقارير

EM hîn li ser şopa ragihandineke pispor dimeşin.. Toreya ASO ya Nûçeyan: Pêvajo û astengî li hember salvegera xwe ya pêncemîn

نشر

قبل

-
حجم الخط:

(Sûriyê îroj di rastiya xwe de gelek kirîzan jiyan dike, di nav wan de kirîza rastiyê bi firehbûna qada ragihandinê û derketina ragihandina sûrî ya nû ku xwe weke dijber ji desthilatê re dibîne, lê ev ragihandin bi awayekî berfireh kete xefka yekalîbûnê de. Di heman demê û li gel hebûna ragihandina çapkirî, bihîstî û dîtî, ragihandina jimarî dikarîbû cihekî berfireh di ragihandinê de bigire, nemaze bi belavbûna amûrên medyaya civakî ya ku cûreyeke nû ji ragihandinê afirand û xwe isbat kir li ser zemîna ku pêwîste saziyên ragihandinê û kesên rojnamevan bi vê pêşketinê re bimeşin).

Beriya çar salan ji niha ve (2016), projeya Toreya ASO ya Nûçeyan dest pê kir, ev proje ji ramanên xwebexş, alavên biçûk û bi rizgarkirina bajarê Minbicê ji rêxistina DAIŞ’ê dest pê kir. Sekinandina li hember terorê, yek ji pêdiviyên herî giring yên wê qonaxê bû. Ji ber ku baweriya me hebû ku em beşdar bin di damezirandina ragihandineke rasteqîn li herêmê, herwiha ji ber pêdiviyên rewşa Sûriyê piştî bûyerên 2011’an ku ragihandineke niştîmanî û xwecihî ava bibe, Toreya ASO ya Nûçeyan ji vir ve dest pê kir li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Damezirandina ASO hat ji ber ku pêwîst bû rojnamegerî/ragihandineke xwecihî û civakî ava bibe ku karibe dîmenê saz bike ji bo rastî temam bibe, ev slogana ku ASO ji xwe re girt da ku nêzî jiyana xelkê bibe û bi wan re tecrube û serpêhatiyên wan jiyan bike, nemaze ku pirrengiya herêmê êş dikişand ji tundirewî, lihevsorkirin û gotina nijadperest di nava belavbûna fikirê teror li derdor û nava herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Pêwîst bû ku li hemeber vî fikirî sekin çê bibe, karê bi bawerî ji bo guhertinê peyda bibe, herwiha pêwîstî bi xurtkirina desthilata çaremîn ku karibe rewşê şîrove bike û ber bi demokratîbûnê ve bibe ji bo pêşeroja welat.

Tevî astengiyên rewşê û nûbûna karê desthilata xwecihî ya ku wê rewşê derxist holê, lawazbûna têgihiştina civakî, bandora li ser xelkê di aliyê jiyankirina bi salan ya bi rewşa sitemkariyê li Sûriyê, desthilata sitemkar ya ku gelek astengî peyda kirin û pêşketin qedexe kir mîna qedexekirina ragihandina azad û mafê mirovan yê dayîna nêrînan, tevî van hemû astengiyan, tîma kar karîbû riya rast bişopîne û ala bêalîbûn, karê pispor û rêzdayîna ji nirxên karê rojnamegeriyê re bilind bike. Rêgez û bingehên karê rojnamevan; yek ji herî nirxên giring yên ku hemû endamên tîma karê ASO li ser erê kirin û pejirandin.

Karê Torey ASO ji bajarê Serê Kaniyê di 21’ê Cotmeha 2016’an de dest pê kir, bi riya du tîman, tîmekê rêvebirina karê Toreyê ku weke sazî dikir û tîma din li ser erdê ji bo cîbcîkirina karê Toreyê kar dikir. Ev hemû ji kesên xwebexş yên akademîk, rojnamevan, çalakvan û welatiyên rojnamevan pêk dihat.

ASO bi tîmekê biçûk dest pê kir ku ev tîm roj bi roj mezin bû, barê beşdarbûna di karê guhertina civakê de dan ser milên xwe û xwestin ku bibin neynika rewşê bi riya imkan û amûrên biçûk li gorî rewşa şerê li Sûriyê diqewime. Vê tîmê dizanîbû ku rewş ne li gor wê yekê ye ku bihêle mirov pêş bikeve û bi rehetî kar bike. Di salên dawî de saziyê ji vê rewşa veguhêr gelek tecrube girtin, ASO ne tenê li dijberî fikirê teror yê belavbûyî derket, ASO lêkolîn di derbarê guhertinên siyasî û leşkerî de çêkir, herwiha yên di derbarê rewşên aborî, jiyanî û koçberiya bi biryar yan ya bi zorê yên ku xelk jiyan dikin. Ji bilî qonaxa derketina li dijberî tundirewiyê, Toreya ASO kar kir ku jiyan ji nû ve vegere, ev yek berdewam bû ta qonaxa dagirkirina hin navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve. Ev dagirkerî ji Efrînê dest pê kir, piştre Serê Kaniyê û Girê Spî, guhertinên li ser erdê xwe ferz kirin. Piştre kirîza nexweşiya CORONA derket ku bû sedem em li Toreya ASO li gorî rewşên cuda û taybet yên vê nexweşiya navdewletî kar bikin.

Toreya ASO bi awayekî aktîv beşdarî xurtkirina ragihandina civakî li herêmê bû, ASO dikarîbû xwe bigihîne asteke baş bi saya keda karmendên xwe, ew dengê xelkê bû û neynika ku dîmena civakê ji hundir û derve vediguhêze, herwiha dikarîbû rewşên dijwar derbas bike, giringiyê bide rojnamegeriya jimarî ya nûjen û cureyeke nû ji rojnamegeriya “ON LINE” li navçeyê biafirîne, ji ber ku beşeke mezin ya kar elektronîk e û xwe dispêre dan û satndina ji dûr ve “ON LINE”. Di vê cureyê de, em rastî gelek zehmetiyan hatin, lê bi derketina diyardeya vîrûsa CORONA re, Toreya ASO xwedî karîneke baş û tecrubeyeke mezin bû di warê karkirina ji dûr ve.

Toreya ASO hewil da ku atmosfêreke civakî û xwedî exlaq ava bike, ev yek bi riya nêzîkbûna ji xelkê, nîşandana wan di naverokên Toreyê bi awayekî ku mafên wan parastî bin, meşa li ser şopên nêzî hemû saziyên ragihandinê yên din, qebûlkirina hemû rexne û şîretên niha û yên di pêşerojê de, herwiha insiyatîva ber bi damezirandina komên ragihandinê ku di gelek boneyan de hevkarî bi saziyên din re hatin danîn. ASO piştgiriya karê civaka sivîl li herêmê kir, nêzî her kesî bû da ku civak pêş bikeve, di warê zayendê de ASO cihekî giring û berfireh da karê jinan, piraniya karmendên Toreyê jin in, jinê rêveberiya ofîsa cîbcîkar di Toreyê bi qasî du geran kir, ji ber ku baweriya ASO ew e ku kar ji bo kesê xwedî berhem û aktîv e bêyî ku li zayenda kes were nêrîn, ev hemû ji bilî cihê taybet yê ku ASO daye zarokan di karê xwe de.

Em îroj rastî sala pêncemîn ya karê ASO tên, bi hêvî ne ku em berdewam bin di xizmeta xelkê de û rola ragihandinê ya pêşxistina civakê bilîzin, herwiha bi awayekî aktîv beşdarî guhertina civakê bibin li gorî îmkan û derfetan. Em li ser wê yekê kar dikin ku karê saziyê bêhtir sazûmen bikin û berdewam bin bi armanca ku em guhertinê biafirînin û bêhtir pêş bikevin..

Di heman dema ku em ber bi sala pêncemîn ve diçin, em baş dizanin ku cîhan kirîzeke nexweşiyê jiyan dike û di ber vê rewşê de ASO xwe berpirsyar dibîne ku kar bike li ser hişyarkirina xelkê da ku metirsiya vê nexweşiyê ji wan dûr bikeve. Saziya me slogana hevgirtina civakî radike, gotinên nijadperest dûr dixe, li hember sorkirina ber bi tundiyê ve disekine, ji bo pêşketina karê ragihandinê kar dike, bi rola ciwanan û aktîvkirina wan bawer e, ji bo avakirina ragihandineke pêşketî ku aktîv be di guhertina civakê ber bi demokratîbûn û wekheviyê ve bawer e û li ser kar dike, bi nirx û hevpeymanên mafên mirovan bawer e û bi rêgez û nirxên rojnamegeriyê pabend e..

Bi hev re ber bi cîhaneke tejî aştî
Cîhaneke vala ji metirsiyê
Cîhaneke vala ji nexweşiya COVID-19
Bi hev re ji bo rojnamegerî û ragihandineke kêrhatî ji bo pêşxistina civakê

Serdar Mele Derwêş
Rêveberê Giştî yê Toreya ASO ya Nûçeyan

Copyright © 2017 Aso Network.