Connect with us

Nûçe û Rapor

Têkoşîna li hemberî Polarîtîmê

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Ev rapor hatiye belavkirin bi hevkarî di navbera Toreya Rojnamevanên Kurd ( SKJN) û Toreya ASO ya Nûçeyan di programa hevkariyê ya di çarçoveya projeya “Ragihandin me kom dike” de, derbarê “xurtkirina rola Ragihandinê li dijî balkêşkirin û axaftinên nehezkirinê ji bo civakeke hevgirtî”

Evîn Elo

Mirov dikare bi kurtî Polarization (Qezenckirin) mîna siyaseta zemîn ji der û dorekê re dabîn dike, pênase bike qene wan li gorî daxwaz û armancên xwe kaş bike ji xwe ger xwedî prensîbên xurt be dê tavilê wan kes an jî çi dibe bila bibe zeft bike. Li vir dibe ku neçarbûnek hebe û ew kes her tiştî ji pîvanan bigire di dayîna biryarên çarenûsî re derbikeve bipejirîne, lê ger ji wê zêdetir be ji xwe dê bizanibin serçimandinek heye.

Ji xalên ku me li jor nirxandin kêm zêde cudabûna di navbera kaşkirina erênî û neyînî derdikeve holê, polarization di gihandina civakê de dixuye, ku ya neyînî bêyî bawerî li cihekî yan jî di çarçoveya pergalekê de tê xebitandin, ji ber ku ne li gorî raman an jî berjewendiyên kesayetî ye, ji wê zêdetir jî dibe ku ev kesane ji bo aliyekî diyarker xwe tev li kar kiribin. Li vir ev kes xizmeta rejîma heyî nake berovajî wê wê tevliheviyê derdixe, ku nav û neyinka sîstemê xirab bike, bi wê re ger zû rê li pêşiya van kesan neyê girtin dê ji hundir ve bandoreke neyî li qad û performasyona dam û dezgehan were kirin.

Lê tevlêbûna erênî kesên baweriya xwe bi pergala sazîyan tînin û bi dilên xwe kar dikin ber bi wê ve diçin, bi wê re hem baweriya derdorê qezenc dikin hem jî xebata sazîyan bi ser dixin.

Di encama krîza Sûriyeyê de, herêmên me di qonaxeke dijwar re derbas dibe û di nava bêewlehî û aramiyê de dijîn, lewma divê mirov balê bikişîne ser xebata bi aliyên birêveber û taybet bi polarîteyê ve ku mirovan ber bi xwe ve bikişînin, hele hele li gorî derfetên xwe pêwîstiyên civakê dabîn bikin ji aliyên dabînkirina. Wekî nimûne me xwest ji nêz ve em ji hemwelatiyê bi navê (D-A) yê ji gundewarê navçeya Amûdê û bi çandiniyê ve mijûl dibe, pirsa çawaniya dabînkirina hewcedariyên çandiniyê bikin û wî jî wiha bersiv da: “Ji bo zadê min nemire, min mazot du qadan bêhtirî nirxên wê kirî û zeviyê xwe av da.”

Bi mînakeke din, karmenda bi navê “Ş O” yek ji astengiyên di encama pejirandina pîvanên karê xwe de pê re rû bi rû dimîne destnîşan kir û got: “Ez ê tenê mînakekê ji pergala xebata xwe bibêjim, bêhnvedana me roja înê ye û ez hem bi rola dê hem bi ya bavê radbim ji ber ku hevserê min çûye rehmetê, îca ez ê roja înê bigihêm çi bikim û çi nekim, lê dîsa jî ji ber ku ez neçar im kufletên xwe xwedî bikim ez tev li xebatê bûme û her tiştî bêyî riza xwe dipejirînim.”

Ji xwe ev du ji hezarên mînakan e ku poletîrtiya gelan û kombûna li ser pergelên heyî derbe dike me xwest bi rêya wan poletîretiya diyar bikin.

Li gorî van parvekirinan tê xuyakirin ku guhnedana bi kêm û kurtiyên hemwelatiyan bandoreke neyînî li polarîzasyona miletan dike, heta li hemberî wê tê dikoşe û peşkên xwe li geşepêdana hemû qadan dixe.

Lewra ger mirov bixwaze polarîzasyonekê pêk bîne divê di serî de, li hemû beşên civakê were guhdarî kirin, pêdiviyên wan di dema wê de werin bicihanîn û bi awayekî rast û durist ev pirs were derbaskirin mîna ku Katsuya Okada dibêje: “Bi berdewambûna polarîzasyona civakê re dûr û kûrbûna çîna navîn kêm dibe.”

Copyright © 2017 Aso Network.