Connect with us

أخبار وتقارير

Salvegera Pêncemîn ya Toreya ASO ya Nûçeyan: Xebata li gorî Rojnamegeriya Nûjen… Karê xwecihî yê ku pêş dikeve..

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Serdar Mele Derwêş

Di rêya her saziyeke ragihandinê de, armanc û nêrînên ku divê pêk werin, hene. Ev yek ji bo misogeriya berdewamiya heman saziyê ye.
Di heman demê de saziya ragihandinê hewce ye ku pêşketinên zanista rojnamegeriyê bişopîne, nemaze di nava van pêşketinên bi lez yên di warê agahî û teknîkê de ku bi xwe re pêşketinên mezin di qada ragihandinê de tînin.

Toreya ASO ya Nûçeyan li navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê dest pê kir ji ramaneke biçûk di 22’ê Cotmeha 2016’an de.
ASO pêvajoyên rizgarkirina bajarên navçeyê ji destên DAIŞ’ê dişopand ku saziyên ragihandinê yên navdewletî jî ev yek dişopandin. Di wê demê de bajarê Minbicê ji bin dethilata tundirew ya DAIŞ’ê derket û girûpeke xwebexş ev yek dişopand û gihişt vê ramanê ku divê karê ragihandinê yê ji bo rûbirûbûna tundirewiyê were rêxistinkirin ji ber ku tundirewî pirsgirêka herî mezin e ji bo civakên sivîl.

Li gel lihevkirina derbarê rêxistinkirina kar di Toreyê de, pêwîstî hebû ku tîma kar bawer be bi doza karkirinê ya li ser bingeha lêgerîna li rastiyê eger ew bi awayekî xwebexş be jî, herwiha dîtina tîmeke belav li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê ji ber ku armanc ew e ku nimûneyeke ragihandina civakî û xwecihî were avakirin ku li gorî derfetên xwe şopa rewşê bike.
Herwiha kar were kirin ji bo damezirandina sazûmeniyê da ku piştgirî were dan ji civaka Sûriyê re bi giştî ber bi guhertinê ve.

Li gel fikira birêxistinkirina kar, pêwîst bû ku alavên karê rojnamegeriyê werin destnîşankirin. Di rewşa pêşveçûnê ya alavên têkildariyê de, şopandina ragihandina nûjen zora karê bi awayê kilasîk dibe, ev tê wateya ku pêwîst e sûd were girtin ji teknîka nûjen û ragihandina jimarî û alavên têkildariyê.

Bi rastî di destpêkê de kar bi vî rengî bû ku xebat li gorî ragihandina jimarî ya nûjen be û ji bo vê yekê alavên têkildariya civakî yên belav werin bikaranîn ji ber ku xelk wan zêde dişopînin û bi kar tînin.
Kar dest pê bû li ser berhemên wêneyî, nivîskî û yên guhdarîkirinê bi armanca ronîkirina civakên paşguhkirî û lawaz, diyarkirina giringiya atmosfêra li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya pir reng û pêkhatî, gihiştina hemû pêkhateyan û zêdekirina derfetên hevgirtinê li hember şerê li nava welat, dijîderketina li hember axaftinên nakok di çarçoveya pirengiya li nava civakê, dijîderketina li hember teror û tundirewiyê yên ku ev yek qadeke fireh li navçeyê girt ji aliyê Toreyê ve, herwiha afirandina atmosfêreke bi ewle di naverokan ji bo zarokan bi riya Facebook, YouTube, Instagram, Twitter û Telegram. Ev hemû beriya ku naverokeke dewlemend ji Toreyê re çêbibe û pêwîstiya vê yekê bi rûpeleke internêtê ya fermî hebe, herwiha Toreyê hemû pêkhateyên navçeyê ji xwe re kir armanc û ji bo vê yekê derî li pêş hemû zimanan vekir, bi vî rengî kar bi zimanên Erebî, Kurdî û Ingilîzî hat kirin (Toreya ASO hemû zimanên din jî dipejirîne dema ku kes hebin dikarin bi xurtî kar bikin da ku zimanên xwe bidin nasandin mîna Suryanî û Aşorî).

Di salên borî yên karê Toreya ASO de, Enerjiya xebatê mîna vê yekê bû ku divê pêvajoya pêşketinê bi lez be û li gorî leza pêvajoya teknîk û alavên têkildariyê be, lê ev yek di rastiyê de ne wisa ye ji ber ku berhema ku tê derxistin dibe ku li gorî temaşevanan hêsan û normal be, lê li pişt wê ev heye ku girûpeke mirov kar dikin weke şaneya mêşên hingiv di aliyên teknîk û fîzîkî de, ev yek ji amadekirina fikireyê dest pê dibe, dîtina plana wê, pêkanîna wê li ser erdê û di dawiyê de veguhestina vî karî ji bo hildana ser rûpela fermî (ev yek di çarçoveya rewşa alavên têkildariyê yên li navçeyê ye), ev hemû proseyeke hûr bi hûr û bi westan e û pêwîstiya wê bi sebir û lêvegerandinê heye da ku naverok ji bo bîneran rast, xwedî armanc, xwedî bandor be û were pejirandin.

Sala heyî û ya beriya wê ne hêsan bû weke ku ji şopdaran re xuya dibû, rewş tersî wê yekê bû ji ber ku kirîza COVID-19 ji tîma kar re du zehmetî derxistin holê, ya yekem ew bû ku rewşa COVID-19 jiyan da sekinandin û ji bo vê yekê baldarî bêhtir pêwîst bû û liv û tevger kêm bû. Zehmetiya duyem ew bû ku divabû tîma kar li gorî rewşê tevbigere û ji bo hişyarkirina civakê li hemeber nexweşiya COVID-19 derfetan peyda bike, herwiha ji bo vê yekê divabû ji enternêtê sûd were girtin ji ber ku enternêt tejî bibû bi van agahiyan.

Toreya ASO ya Nûçeyan weke ku di vê salê de dest pê kiriye, dixwaze sazûmeniyeke kar ava bike û planên stratejîk deyne da ku ber bi pêşerojeke baştir ve biçe û li gorî wê pêşveçûnên ragihandinê pêk bîne û di heman demê de saziyeke civakî xwecihî be û xwe nêzî civakê bike di warê ragihandinê de. ASO bi van gavên destpêkê, karê birêvebirina kar û rêxistinkirina wî li pêş xist û lêgerîna guhertinên di xizmeta civakê de bêhtir bûn, lê ev yek pêwîstiya wê bêhtir bi demê heye ji ber ku piştgiriya saziyên ragihandinê li Sûriyê lawaz e, ev piştgirî beriya çend salan hate sekinandin ji bilî hin projeyên ku hemû saziyan li xwe nagirin.

ASO sazûmeniyeke kar û rêxistinbûnê ava kir û tîmeke hedugirtî saz kir ku ew tîm bû mînaka ragihandina xwecihî û civakî di rewşa welatê şer de. Ev yek di dema ku saziyên civaka sivîl hewceyî rola xurt ya ragihandinê bi riya hevpeymanên di navbera wan û ragihandina xwecihî de da ku karê van saziyên sivîl ji bo xelk û civakê diyar bibe. Ji bo hevpeymanên bi vî rengî divê saziyên civaka sivîl xwedî insiyatîv bin ji ber ku piştgirîdayîna ji bo wan ji ya saziyên ragihandinê bêhtir in.

Bi derbasbûna sala şeşan ji bo Toreyê û tîma kar, Toreya ASO ya Nûçeyan weke hemû saziyên ragihandinê xwedî armanc in ku pêşketinên di qada vî karî de bişopîne û pêk bîne, şopînerên xwe razî bike, daxwazên wan bi cih bike, ji bo piştgiriya civakê û pêşketina wê ber bi demokrasiyê ve xebatê bike, pirengiya civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêze, li dijî teror û axaftinên nakok derkeve, rola geşepêdanê bide naskirin, ciwanên Sûriyê hembêz bike, bibe mîna dikeyekê ji bo kesên nû yên ku ji vî karî hez dikin û armanc û rola karê xwebexş xurt bike da ku em bigihêjin civakeke ne vala ji nifşên aktîv yên ku dikarin pêşketinê bi xwe re bînin.

Copyright © 2017 Aso Network.