Connect with us

Nûçe û Rapor

Helbestvanê kurd Mele Ehmedê Namî (1906 – 1975)

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Helbestvanê kurd Mele Ehmedê Namî di sala 1906’an li gundê Erbetê yê girêdayî Nisêbîna Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Dema bavê wî çû ser dilovaniya xwedê, Ehmed 4 salî bû û li ser daxwaza dêya wî metika wî ew di dibistanên olî de da xwendin.

Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd sala 1925’an li Bakurê Kurdistanê, hejmarek welatparêzên kurd berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê, yek ji wan jî Mele Ehmedê Namî bû. Namî li gundê Darê û Amûdê feqîtî kir û piştî gereke dirêj li nava gundên binxetê, ew dawî li gundê Til Şeîra aşîtiyan bû mele.

Mele Ehmed dest bi xebata netewî û rewşenbîrî kir û bi kesayetên kurd yên navdar re tekilî danî mîna Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Dr. Kamîran Bedirxan, Osman Sebrî û hwd.
Ew yek ji damezirînerên komeleya Xuybûn bû û xwediyê kedeke mezin di avakirin û belavkirina kovarên Hawar û Ronahî de bû. Ji ber astengiyên rêjîma Sûriyê, Mele Ehmed gelek nivîs û helbestên xwe li malan vedişartin û mixabin hejmarek mezin ji wan berheman piştre wenda bûn.

Namî şeydayê zimanê kurdî û xwendin û zanînê, herwiha pêşketina keça Kurd bû. Bi saya Namî li gundê Til Şeîra Rojavayê Kurdistanê dibistaneke keçan hat vekirin.

Xwendekarên dibistanê her roj di kombûna sibehê de, helbesta wî ya bi navê “Neşîd û Gaziya Keçan” digotin. Piştî gundê Til Şeîrê û di destpêka salên 50 de, wî berê xwe da bajarê Qamişlo û li wir ma ta çû ser dilovaniya Xwedê.

Ji berhemên Mele Ehmdê Namî: Pirtûka Şewata sînema Amûdê, Dîwana Daxwazname û gelek helbestên cihgirtî di dîroka wêjeya kurdî de mîna “Pêşkevin em serfirazin miletê kurdî”.

5 keç û kurekî Namî hene, kurê wî Samiyê Mele Ehmedê Namî ye û ew jî bi xwe helbestvan û nivîskar e.

Mele Ehmedê Namî di 11.12.1975 li bajarê Qamişlo bi sedema nexweşiyeke giran koça dawî kir. Li ser daxwaza malbata wî, termê Mele Ehmed doh 20.05.2023 bi merasîmekê ji goristana Qudûr Beg ya bajarê Qamişlo hat veguhestin gundê Til Şeîrê.

Copyright © 2017 Aso Network.