Nûçe û Rapor
CÛDAHÎ DI NAVBERA AXAFTINA KÎNÊ Û AZADIYA DERBIRÎNÊ DE
Ev rapor hatiye belavkirin bi hevkarî di navbera Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê (SKJN) û Toreya ASO ya Nûçeyan di programa hevkariyê ya di çarçoveya projeya “Ragihandin me kom dike” de, derbarê “xurtkirina rola Ragihandinê li dijî balkêşkirin û axaftinên nehezkirinê ji bo civakeke hevgirtî”
MIHEMED HAC ŞÊXO
Ji mafê her mirovekî/ê ye ku di civakeke azad û ewle de bijî, bêyî ku were astengkirin. Ji bo ku ev yek pêk were, divê azadiyeke rewa û diyarkirî di civakê de peyda bibe. Herwiha planek hebe ku mirov bikaribe li gorî wê bi azadî, hestên xwe der bibire û ji gotinên kîn û nefretê dûr bikeve.
Destûra piraniya welatan azadiya derbirînê diparêze. Herwiha di peymanên mafên mirovan ên navneteweyî de jî tê parastin.Tevî van peymanan, gelek welat ji bo azadiya derbirînê li cihên giştî û li ser malper û platformên ragihandinê parastineke rast nabînin. Di vir de têkoşîna li dijî axaftinên nefretê hewce dike ku cûdahiya di navbera azadiya derbirînê ya rewa û axaftina nefretê ya ku tê red kirin de, were famkirin.
AZADIYA DERBIRÎNÊ ÇÎ YE?
Digel ku azadiya raman û derbirînê taybetmendî û prensîbên herî girîng ên civaka demokratîk a vekirî ne, axaftina nefretê di her civakê de nîşana paşverûtiya rewşenbîrî û exlaqî ye.
Hemû cureyên azadiyan xwedî hin sînorên ku nayên derbaskirin û divê bi hin rênemayan pabend be, ger ne wiha be civaka mirovî dê tenê bibe daristaneke weha ku kesê hêzdar yê lawaz bixwe.
Di navbera rexnekirin û belavkirina ruhê nijadperestî, mezhebî û bangkirina nefreta ji yê din de ferqeke mezin heye. Tu kes û kom ne di ser rexneyê re ye û di civakên pêşketî de xetên sor nînin ku dest lê neyê girtin, azadiya raman û îfadeyê divê pîroz be, bi şertê ku mafên kesên din bin pê neke, li baweriyên wan bêhurmetiyê neke, rûmeta wan xera neke û heqaretê li hebûna wan neke.
Em dikarin bêjin ku azadiya derbirînê yek ji kilîdên pêşkeftin û rûmeta kesane ye, ji ber ku mirov bi parvekirina derbirîn û zanyariyên xwe bi serbestî bi kesên din re dikare derdora xwe û cîhanê bi tevahî fam bike, ev yek jî dibe sedema pêşveçûna di hemû warên jiyanê yên wekî civakî, aborî û hwd…
ÇAWA EV DERBIRÎN DIBE KÎN Û NEFRET
Wekî ku ji navê xwe diyar e, axaftina kîn û nefretê axaftinek e ku bi rêya wê kîn bi kesan re tê kişandin. Di destpêkê de, dibe ku ew wekî rengekî azadîya derbirînê xuya bike, lê ew di hundirê xwe de rengekî din hildigire , armanca wê teşwîqkirina tundiyê, an êrîşî kesek an jî komekê bike.
Di vir de em dikarin bêjin ku azadiya derbirînê wekî axaftina nefretê tê hesibandin heke ev tişt tê de hebin:
Axaftina êrîşkar : Wek kesayetîkirina mijaran, şiyana tehrîkkirina dijminatiyê û tolhildana yekser e.
Teşwîqkirina tundiyê: Wek arastekirina peyvên ku dê bibe sedema gurkirina hestan û pêkanîna êrîşek di paşerojeke nêzîk an jî dûr de, wek jenosîd, îşkenceya fîzîkî, zordestî û cûreyên din ên nefretê.
Gefa rastînî: Weke arastekirina daxuyaniyên zelal ên bi armanca tehdîdkirin û tirsandinê di pêşerojê de bên bicihanîn.
Heqaret û îftira : Her du jî bi her awayî dibin, lê îftira devkî ye.
BANDORÊN VÊ KÊŞEYÊ LI CIVAKÊ
Ji ber ku Axaftina kînê naverokek nefret û nepêwîst diafirîne, di nav civakê de dijmantiyeke zêde peyda dike. Herwiha dibe sedema xirabtirbûn û parçekirina civakê. Li aliyê din azadiya derbirînê bi giştî dibe sedema mezinbûna civakê.
Gelek caran sedema axaftina nefretê di rêza yekem de nezanî ye, ji ber vê yekê, civakên ku kîn û nefret lê serdest in, hewceyî çend tedbîran in. Weke peydakirina cihên gotûbêjan û peydakirina baştirîn navgînên perwerdeyê, ligel piştgirîkirina sektoreke ragihandinê ya azad û serbixwe ku bi cihêrengî û pirrengiyê bawer be, ku bikare bi temsîlkirina hemû beşên civakê rabe. Bi taybetî jî kêmnetewên ku bi gelemperî tên paşguhkirin, eger agahiyên şaş der barê wan de bên weşandin, piştgiriya wan bike.
DI ENCAM DE ÇARESERÎ ÇÎ YE ?
Azadiya derbirînê nahêle ku mirov çi bixwaze, kengî û li ku derê bixwaze, bêje! Divê yasa bên derxistin ji bo kontrolkirina azadiya derbirînê ku ew jî, ji bo parastina mirovan di jiyana wan de û bi riya malperên wan ên torên civakî.
Tevî avantajên erênî yên medyaya civakî, lê di heman demê de bandorên neyînî yên naskirî jî hene, di nav wan de: Belavkirina peyamên nefretê û teşwîqkirina tundiyê bi awayên nû û nenas. Van neyîniyên ku bi şaştî tên têgihiştin, dihêlin hin kes li ser medyaya civakî têgeha azadiya derbirînê xurt bikin bêyî ku rastiya azadiya derbirînê bizanin, lewra divê bi rê û rêbazên cur bi cur rastiya vê têgehê ji xelkê re were şîrovekirin û zelalkirin.
Di navbera gotinên kînê û azadiya derbirînê de cûdatiyeke hindik heye, mirov pirî caran nikare wan je hev cûda bike, ji lewra dikeve xefika kîn û nefretê de, dibe ku bêyî zanebûna xwe jî kînê belav bike, lê dema ku rê li ber vê kêşeyê neyê girtin wê rewş aloztir bibe.
Divê mirov dema ku tiştekî dibêje yan jî parve dike, destpêkê ji gotina xwe tekez bibe ku ne li dijî rûmet, maf û hestên kesekî an jî komeke din e.
Gelek sazî û hikumetên welatan zagonên rêlibergirtina kîn û nefretê sazkirine, lê ev tenê ne bese, divê hişyarî û fêmkirineke civakî hebe ku tê de exlaq û gerdeş rolekî sereke bilîzin.
Jêder
https://www.irz-dialogue-afroallemand.de/ar/2020-09-30-06-41-30/justizreform-ar/benhebri-medien
https://www.asjp.cerist.dz/en/downArticle/648/1/2/122278