Connect with us

Nûçe û Rapor

Li gel berdewamiya operasyonên DAIŞ’ê,, Sedemên xwegiriya vê rêxistinê li Sûriyê çi ne?

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Lokas Tişabman Alî Alî
Qamişlo, Sûriyê
Di hefteya duyem ya Tebaxê de, rêxistina DAIŞ ya terrorist gelek êrîş li ser leşkerên rêjîma Sûriyê li parêzgehên Reqa û Dêra Zorê pêk anî, di encamê de bi dehan hatin kuştin û birîndarkirin, herwiha li gel berdewamiya êrîşan li navçeyên navîn û rojhilatê Sûriyê ku her zêde û xurtir dibin, tê pirsîn gelo bi rastî ev rêxistin bi temamî têkçû dema ku ev yek hat ragihandin di 2019an de?

Roja Şemiyê, 23ê Adara 2019an, boneyeke xweş bû ji bo jin û mêrên di nava Hêzên Sûriya Demokratîk HSD de, ya ku di nava xwe de gelek pêkhateyan dihewîne û Amerîka piştgiriya wê dike. HSD cenga bejahî li dijî DAIŞ da meşandin, herwiha ji bo xelkên li navçeya Rêveberiya xweser, navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn jî boneyeke xweş bû.

Ji Minbicê ta Kobanê, ji Reqa ta Hesekê û Qamişlo, kolanên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tejî xelkên ji hemû pêkhateyan bûn û pîrozbahiyên biserketina şerê al-Baxoz û têkçûna DAIŞ pêk danîn.

Wan ne dizanîbû ku tevî ku vê rêxistina erd ji dest da, lê ew ê hin xalên xwe li hundir û derveyî welêt biparêze, ew xalên ku ta niha DAIŞ wan bi kar tine ji bo êrîşên xwe yên li Sûriyê.

Serdar Mela Derwêş, Rojnamevanê kurd yê Sûriyê û rêveberê Toreya ASO ya Nûçeyan ji Rojnameya Arab News re got ”DAIŞ rêbazên ji hev cuda bi kar tine ji bo berdewamkirina îdyolojiya xwe”.

Rêxistina DAIŞ xwe dispêre şaneyên cur bi cur yên li navçeyên cuda yên parêzgehên Reqa, Dêra Zorê û başûrê Hesekê û li gundewaran belav in, li gundewar û çolistanan DAIŞ bêhtir bi hêz e ji berk u ew navçe nakevin bi temamî di bin kontrola HSD, Hêzên hevpeymana navdewletî, rêjîma Sûriya yan girûpên din de.

Derwêş herwiha got ku DAIŞ gefên madî li kesên dewlemend û yên di nava rêxistinên cîhanî û mirovî de kar dikin, dixwe û bikaranîna motosîklan û hicaba reş (niqab) yek ji rêbazên ku DAIŞ bi kar tine ji bo ku xwe di nava sivîlan de veşêre.

Rêxistina DAIŞ êrîşan li dijî navçeyên rêjîma Sûriyê û yên Hêzên Sûriya Demokratîk HSD pîêk tîne û li gorî Derwêş ”ev êrîş hewildan in ji bo diyarkirina hebûn û hêzê”. Rewşa ji hev cuda ya Sûriyê dihêle ku bersiv ne hêsan be.

Abû Umer al-Idlibî, serfermandarê Lîwa al-Şemal ya Demokratîk ya ku hevpeyman e bi Hêzên Sûriya Demokratîk re ji Arab News re got ”tişta ku rêxistina teror ya DAIŞ li navçeyên me maye şaneyên razayî ne û ew bi awayekî rasterast ji aliyên hêzên me yên leşkerî û hevpeymana navdewletî tên şopandin û çareserkirin”.

Li navçeyên Sûriyê yên din, DAIŞ hîn xurt e û DAIŞ yek ji sedemên mayîna rêjîma Sûriyê û hevalbendên wî Rûsiya û Îran e.

Al-Idlibî dibîna ku hebûna DAIŞ dibe hincet ji bo hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyê, girûpên çekdar yên hevalbend bi rêjîmê re û Îran piştgiriya wan dike, Heres al-Sewrî ya Îranê, hêzên Basêc, tevgera Hizib Allah ya Necbaa û Hizib Allah ya Iraqê, rêxistina Bedir, girûpa Abû al-Fadil al-Abas, Hizib al-Watanî. Hêzên Bergiriyê, Lîwa al-Qudis, Lîwa Fatimiyûn, Lîwa Zeynebiyûn li navçeyên ku DAIŞ li wan bihêztir e.

Ji têkçûna DAIŞ ya herêmî ve, DAIŞ zêdetirî 1400 êrîş li ser cihên leşkerî û sivîl li seranserî welêt pêk aniye ku di encamê de zêdetirî 3000 kes hatin kuştin.

Ev hejmar yên ku ji girûpa datayan yak u ji bo giştî vekirî ye, hatine komkirin ku pirojeya datayên cihên pevçûnên çekdar ew dane hev. Li gorî vî jêderî, zêdetirî 320 ji van êrîşan hatine kirin piştî mirina rayedarê DAIŞê Abû Ibrahîm al-Haşimî al-Qureyşî di 2022an de, ku şûngirtiyê rayedarê destpêkê Abû Bekir al-Baxdadî bû.

Li gorî gerînendetiya çavdêrî û belgekirinê ya ajansa North Press ya xwecihî, êrîşên DAIŞ yên rasterast bûn sedema kuştina zêdetirî 262 kesan li seranserî welêt di nîvsala pêşîn ya 2023an de ku piraniya wan kesên sivîl bûn.

Tevî vê yekê, vê girûpa terror bêhtirî 160 kes revandin ku piraniya xelkên bûn qurban ji êrîş û revandinê kesên ku Kavkulîlk ji xwe re kom dikirin ku ew kes neçar bûn li deverên çol yên ne ewle bigerin da ku kavkulîlkan kom bikin û bifiroşin û bi vê yekeê debara jiyana xwe bikin di vê rewşa dijwar de.

Çola Sûriyê çolistaneke fireh e û bêhtirî nîvê xaka welêt digire ku li 8 parêzgehan ji eslê 14 parêzgehên Sûriyê belav dibe. Ev çol di dîrokê de zêde hatiye bikaranîn ji bo girûpên çekdar. Bergeriya Iraqê ev çolistan ji sala 2003 ta 2011 bi kar aniye di dema şerê Iraqê de.

Awayê çolistana li Sûriyê ku beriyeke zêde fireh û tejî latin û hejmarek kêm xelk lê dijîn bû deverek zêde baş ji bo DAIŞ piştî ku ji Baxozê hat derxistin, herwiha nêzîkbîna vê çolistanê ji sînorên Iraqê zêde ew ji bo DAIŞê guncaw kir.

Derwêş got ”ev dever naskirî bû ku devera kesên qaçaxçî yeberiya şerê li Sûriyê”. ”deriyê sînorî yên di navbera Iraq û Sûriyê de xwedî gelek kêmasiyan e û ti hêz weke hêzên rêjîmê yan HSD yan wekî Artêşa Iraqê ew control nakin, lewra DAIŞ wê bikar tîne ji bo çalakiyên xwe”.

Derwêş herwiha got ku DAIŞ di salên borî de gelek mûziyên (nefeq) binerd li navçeyên li ser sînorê Iraq û Sûriyê kolandin da ku wan ji karê qaçaxtiyê bikar bîne.
Ji bo hêzên ku erkdar in da ku bersivê bidin xeteriya DAIŞ, van mûziyan (nefeqan) tekez kirin ku ew stratîjîk in.

Herwiha got ku ”rewş û taybetmendiyên geografîk yên devera di navbera Sûriyê û Iraqê de, xwedî banoreke mezin in li ser hêsaniya tevgerkirina DAIŞ, nemaze li navçeyên di bin kontrola girûpên Îranê de li Bokemal û Meyadîn ku ev navçeyên sînorî weke xelên derbasbûn û tevgerkirinê ne ji bo vê rêxistina terror li gor al-Idlibî, fermandarê Lîwaa al-Şemal ya demokratîk.

Tevî hejmara zêde ya girûpên girêdayî Îranê yên ku li navçeyên nîvê xaka Sûriyê kar dikin, al-Idlibî bi guman derbarê cidiyeta Şamê ji bo sekina li hember komên DAIŞ yên li wê deverê.

”DAIŞ bi hêsanî li çolistana Sûriyê tevdigere û ta niha ti alî li hember wan bi cidî nesekinîne ji berk u ew dever di bin kontrola rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê de ye”
Di dawiya sala 2019an de, hêzên rêjîma Sûriyê ji çolistana Sûriyê vekişiyan da ku giringiyê bidin êrîşa Şamê ya nû ji bo vegerandina Idlibê ji dest hevpeymaniya opozisyona Sûriyên û girûpên islamî yên ku ew dever control dikirin. Tevî ku di sala 2020an de agirbest li Idlibê hat ragihandin, lê di heman demê de çola Sûriyê bû wargeheke pak ji bo DAIŞê li Sûriyê.

Al-Idlibî got ”gelek deverên tevlihev yên di navbera rêjîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene ku tê de gelek dergehê xwezayî yên bejahî û avî hene”.

Herwiha got ”ev yek dihêle ku DAIŞ bi hêsanî tevger bike û derbasî navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe. DAIŞ piştgiriyê dibîne ji şaneyên razayî yên li devera me, ji ber vê yekê em dibînin ku ev rêxistina terror her demekê çalakiyekê pêk tîne”.

Leşkerên li ser erdê û çavdêrên sivîl hişiyariyê didin ku ne tenê çolistana di bin kontrola rêjîma Sûriyê de, wargehê tekane yê DAIŞê ye.

Navçeyên li Bakur û Bakur-Rojavayê welêt yên yên ku di bin kontrola Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê de ne, devereke aram bû bi salan ji bo DAIŞê.

Xuya ye ku ne aramiya li ser astên civakî, aborî û jiyanî, belavbûna rêxistinên çekdar û fikirê tundirew, binpêkirinên azadiyê li navçeyên dagirkirî yên di bin kontrola çekdaran de ne. li gorî al-Idlibî ku Artêşa Niştîmanî û Cebhet al-Nusra atmosfêr û hêlîna gucaw ji bo rayedarên rêxistinên terror û bi taybetî yên DAIŞê peyda dikin.

Ji sala 2019an ve, hêzên hevpeymaniya navdewletî zêdetirî 13 êrîşên ezmanî û bi rêya balafirên bê pilot DAIŞ armanc kirine li navçeyên di bin kontrola ARtêşa Niştîmanî ya Sûriyê de. Ya herî dawî ku di encamê derayedarekî DAIŞ li gundekî nêzî Cindirêsê li navçeya Efrînê di Nîsana îsal de hat kuştin.

Herwiha di sala 2021ê de raporeke Toreya ASO ya Nûçeyan lîsteyeke amadekirin ku tê de 95 rayedarên DAIŞê yên ku niha di nava refên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê de ne.

Derwêş diyar kir ku lêkolîna Toreya ASO ya Nûçeyan eşkere kir ku bûyerên zindana DAIŞ di sala 2022an li Hesekê ku tê de 121 şervanên HSD û sivî’canê xwe ji dest dan, bi piştgiriya çekdarên DAIŞê yên ku li Serê Kaniyê di bin nave Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê de veşartî bûn.

Herwiha vê lêkolînê diyar kir ku gelek malbatên DAIŞ karîbûn ji kampa Holê birevin û li Serê Kaniyê û Girê Spî bi cih bibin.

Ceneral Mayikil Korêla, rayedarê fermandariya navîn ya Amerîka roja Çarşemê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, wî serdana herdu kampên Hol û Roj kirin û hevdîtin bi rayedarên Hêzên Sûriya Demokratîk HSD re danî ji bo nirxandina operasyona tunekirina DAIŞê.

Korêla di daxuyaniyekê de got “Amerîka, Hêzên Sûriya Demokratîk HSD û hevpeymaniya navdewletî ta niha pabend in bi tunekirin û têkçûna DAIŞê dema ku ew astengiyên mirovî û ewlekarî li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareser dikin.

Di dema ku HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî şerê terorê dikin, al-Idlibî dibîne ku çareseriya pirsgirêka terorê li Sûriyê çareseriyeke siyasî ye.

Al-Idlibî got “çareseriya rasteqîn ji bo xilaskirina Sûriyê ji terorê bi temamî bi rêya cîbcîkirina çareseriya siyasî li Sûriyê ye, ya ku encumena ewlekariyê ya navdewletî bi giştî di sala 2015an bi rêya biryara 2254 erê kiribû“.
“Cîbcîkirina Demokrasiyê çareseriya herî bi sûd e ji bo têkbirina jêderên terror û tundutijiyê ji ber ku sitemkarî û tero bi hev ve girêdayî ne û ji hev qut nabin, ew herdu sedemên hebûna hev in“.

*Wêne ji malpera Arab News e
Ev rapor ji malpera Arab News hatiye wergerandin
Lînka bigehîn ya raporê bi zimanê Ingilîzî di jêderê de ye

Copyright © 2017 Aso Network.