أخبار وتقارير
Serdar Mele Derwêş: Tirajîdiya mirovî û astengiyên heman demê, Efrîn ji Adara 2018’an
Reşnivîsa ku rêveberê Toreya ASO ya Nûçeyan Serdar Mele Derwêş guftûgo kir di kongira LOBÎ ya jinên Sûriyê
Navê Kongir: Analîzkirina proseya siyasî li Sûriyê û xwendina sînaryoyên qonaxa li pêş.
Program: Ber bi aştiya berdewam û demokrasiyê li Sûriyê bi riya cîbcîkirina civaka sivîl û mafên jinê.
Dîrok: 24’ê Cotmeha 2020’an – Parîs (Kongir ON LINE bû ji ber kirîza CORONA).
Navê Tewereyê: Rêgeh û pêşketinên li ser erdê û dosyaya mirovî.
Serdar Mele Derwêş
Tirajîdiya mirovî û astengiyên heman demê, Efrîn ji Adara 2018’an
Rewşa mirovî
Di 18’ê Adara 2018’an, Tirkiyê şer li ser bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê ragihand, ew yek bi riya piştgiriya girûpên opozisyona Sûriyê yên çekdar û ne xwedî rêgez pêk hat, navê opersyonê “Çiqla Zeytûnê” bû ku di encamê de Efrîn bi awayekî ne rewa hat dagirkirin û ev yek di bin lihevkirineke Tirkî-Rûsî de bû. Ev bajar û gundewrên wî yên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk(Asayîş û Yekîneyên Parastina Gel) de bûn, hatin dagirkirin û di encama vê opersyonê de xelkên navçeyê yên resen hatin koçberkirin û li şûna wan xelkên parêzgehên din hatin bicihkirin…
Hejmara xelkên Efrînê yên ku ji ber dagirkirina Tirkiyê û girûpên çekdar koçber bûn nêzê 300 hezar kes in, 6 hezar ji wan li kampên navçeya Şehba li nêzî Efrînê dijîn. Beriya vê dagirkeriyê, rêjeya kurdan nêzî 90% ji xelkên resen yên Efrînê bû, lê niha ev rêje ne zêdetirî 30% ye ji ber ku guhertinên demografîk û siyasî pêk hatin bi riya bicihkirina 400 hezar kesî weke ku pirojeyên li pêş yên guhertina herêmê tên amadekirin.
Rewşa ewlehiyê ya xirab îroj li Efrînê bû sedem ku nûçeyên binçavkirin û revandinê bibin bûyerên rojane, ta niha zêdetirî 6500 kesên girtî û revandî hene, li gel van tawanan işkencekirina derûnî û hewildanên arîşetiyê bi riya daxwaza pereyên gelek tên kirin (Hin rêxistinan di dema dawî de rewşek tomar kir ku van girûpan ji bo serbestberdana welatiyê bi navê H.B yê 63 salî, 10 hezar dollar xwestin û eger ev pere neyên dayîn ew ê 15 salan di zindanê de bimîne bi bihaneya ku wî li gel Rêveberiya Xweser berî niha kar dikir), her wiha rapora dawî ya Komîteya Rapirsînê ya Navdewletî di derbarê Sûriyê de da xuyakirin ku çiqas binpêkirin di derheqê jinan de tên kirin. Vîdyoyên ku ji Efrînê hatin diyar kirin ku dema pevçûn di navbera girûpên çekdar de derket, hin jinan xwe rizgar kirin, çalakvanên warê jinan jî li gorî tê xwestin li ser van binpêkirinan nesekinîn.
Hêzên leşkerî yên li Efrînê di bin sîwana Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê de ne, herwiha di aliyê siyasî de Hikûmeta Sûrî ya demkî û Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê nûnertiya wan hêzan dikin.
Cotkarên ku îroj li Efrînê û gundewarê wê mane, rastî gelek binpêkirinan tên weke dabeşkirina berhemên zeviyên wan û danîna baceyan, jêkirina zêdetirî 30 hezar darên zeytûnan û şewitandina 15 hezarên din li bajarê ku bi çandina darên zeytûnan bi nav û deng e. Ev hemû ne hejmarên rasteqîn in, hejmarên li ser erdê bêhtir in.
Li Efrînê îroj tu yê darizandî be dema ku tu kurd bî, ev dîmenê ku dagirkeriyê derxistiye holê. Kesên ku li bajêr mane temenmezin in, piraniya nifşê ciwanan nikarin li bajêr bimînin ji ber metirsiya ji binpêkirinan.
Mijareke din ya giring heye ku divê bi rengekî niştîmanî lê were nêrîn, ew jî mijara şûnewaran e. Piştî dagirkirina Efrînê, şûnewarên mezara Ain Dara hatin dizîn, herwiha li navçeyên dîrokî yên Til Cendêris û Til Tirinde binpêkirinên bi vî rengî pêk hatin. Mirov dikare bibêje ku Efrîna bi dîroka xwe dewlemend, îroj rastî felaketeke dîrokî tê.
Hêzên şoreşê ji bo Efrînê mîna bajarên din yên dagirkirî (Serê Kaniyê û Girê Spî) tu piştgirî nedan nîşandan û aliyên ku ne bi vê dagirkirinê re bûn, ne xwedî helwestên xurt bûn ji ber berjewendiyên wan yên bi Tirkiyê re.
Bi kurtasî, xelk li Efrînê îroj di rewşeke gelekî dijwar de dijîn. Tevî ku xelkên bajarên Sûriyê yên din jî rastî rewşên dijwar hatin, lê binpêkirinên ku rastî xelkên Efrînê yên resen tên, divê ku mirov li ser bisekine. Dijberî tune ye di derbarê zordariya rêjîmê û sedemên derketina şoreşê, lê di heman demê de îroj binpêkirin û tawan bi navên şoreş û opozisyonê tên kirin, ev yek bû sedem ku hêviya xelkên koçber tenê vegera li cih û warên wan be û pirgirêka wan ya mezin bibe hebûna van girûpan li ser erdê wan, ne hebûna rêjîmê.
Piştî destpêkirina şoreşa bê çek di sala 2011’an de ji bo peydakirina guhertineke rasteqîn, di baweriya min de ku biçekirina şoreşê bû bûyera herî xirab di vê şoreşê de. Tevî tawanên rêjîmê yên naskirî, diva bû ku şoreş neketiba hin şaştiyên ku îroj ji ber wan şaştiyan em berê xwe didin çareseriyan; heman çareseriyên ku di destpêka şoreşê de me qebûl nedikirin.
Di dawiyê de xelkên van navçeyan ne tenê li pêşberî guhertina rêjîmê ne ji bo aramiyê, pêwîstiya wan bi şikandina opozisyonê û rizgarbûna ji dagirkiriya Tirkiyê jî heye da ku bi aramî jiyan bikin..