Connect with us

Rêxistinên Civaka Sivîl Yên Sûriyê Ku (Opozisyon) In, Prensîpên Kar Dişikînin Û Binpêkirinan Ji Hev Cuda Dikin Li Ser Bingeheke Bê Nirx

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Hin çalakvan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rola hin komên civaka sivîl yên opozisyonê, şermezar kirin ku ew bi awayekî nijadperest nêzî herdu herêmên Bakurê Sûriyê û yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin, herwiha bi heman awayî nêzî dagirkeriya li ser herêmên Sûriyê dibin.

Çalakvanan “Kombûna Toreyên Sûriyê” ku tê de hejmarek rêxistinên civaka sivîl hene û li Tirkiyê ye, tawanbar kir ku ew hewil dide kirîza xelkên Sûriyê tenê li hin navçeyan bide xuyakirin û ji bo vê yekê çavên xwe digire derbarê navçeyên din da ku berjewendiyên xwe yên kesane pêk bîne.

Çalakvan û rojnamevan “Mesûd Iko” li ser rûpela xwe ya Facebook’ê nivîsand ku “Kombûna Toreyên Sûriyê” ya ku herdu rêxistinên navdewletî UNDP û OCHA piştgiriya wê dikin, nameyek bi navê rêxistinên civaka Sûriyê ya sivîl ji kongireya Broksilê ya çaremîn re ku derbarê Sûriyê ye, şandine.

Herwiha diyar kir ku Rêxistinên civaka Sûriyê ya sivîl ku (opozisyon) in, dibînin ku herêma pêwistiya wê bi piştgiriya navdewletî heye, tenê Idlib e. Rojnamevan “Iko” diyar kir ku ew nameya hatiye şandin ji bo kongireya Biroksilê (Yekîtiya Ewropa wê birêve dibe), dibêje ku dagirkeriya li ser xaka Sûriyê tenê ji aliyê Rûsiya pêk hatiye. Ev tê wateya ku ew hebûna Tirkiyê li ser xakên Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî, Al Bab û Cerablusê, weke dagirkerî nabînin.

Kongireya Broksilê dê di 30’ê Hizêranê li ser asta wezîrên karê derve li dar keve. Civîn wê bi riya amûrên teknîkê be.

Hin guftûgo di civînên girtî yên Rêxistinan de pêk hatibûn ku tê de Rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, daxwaz kiribûn ku hemû hêzên derve yên li ser xaka Sûriyê weke dagirker bên hesibandin, lê “Kombûna Toreyên Sûriyê” ev yek red kiribû û li gorî jêderekî nava vê kombûnê, gelek rêxistinên di nava vê kombûnê de kar dikin hebûna Tirkiyê li Sûriyê weke tiştekî erênî anîn ziman. Ev yek li gorî Rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dijî nirxên civaka sivîl e.

Civaka sivîl li Sûriyê dabeşî sê beşan dibe: Rêxistinên opozisyonê yên ku li navçeyên opozisyon û dagirkeriya Tirkiyê kar dikin, Rêxistinên ku li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin (Herêmên Rêveberiya Xweser) û Rêxistinên ku li navçeyên rêjîma Sûriyê kar dikin.

Civaka sivîl ya opozisyonê hewil dide ku dest deyne ser karê sivîl li Sûriyê, gelek rêxistinên civaka sivîl yên opozisyonê dibînin ku rêxistinên navçeyên rêjîmê girêdayî rêjîma Sûriyê ne û yên navçeyên rêveberiya xweser girêdayî PYD ne, lê herdû aliyên din dibînin ku rêxistinên navçeyên opozisyonê girêdayî Tirkiyê ne.

“Mesûd Iko” di belavoka xwe ya Facbookê de dibêje ku piraniya rêxistinên civaka sivîl yên opozisyonê li Tirkiyê xwedî ofîs û navend in û ji bo berjewendiyên xwe û yên karmendên xwe hemû awayên protestokirina tawanên Tirkiyê red dikin. “Iko” wan tawanbar dike ku ew rêgezên mafên mirovan û nirxên civaka sivîl binpê dikin, herwiha dibêje ku ya metirsîdar ew e ku ev rêxistin Tirkiyê weke dagirker û berpirsyar di ber binpêkirinên derheqê xelkên deverên Sûriyê yên dagirkirî de nabînin.

“Mesûd Iko” di heman belavoka ku Toreya ASO ya nûçeyan destûr jê xwest ku wê weke jêder bi kar bîne, diyar kir ku nameya ji aliyê “Kombûna Toreyên Sûriyê” ve hatiye şandin tevî ku balê dikişîne li ser pêwistiyên tenduristî nemaze di rewşa COVID – 19 de, lê ew tenê behsa Idlibê dike weke ku ev vîros li Idlibê tenê heye û li tu deverên din tune ye. “Iko” tekez kir ku rola rêxistinên civaka sivîl di vê rewşa nexweşiyê de divê ku balê bikişîne ser hemû xaka Sûriyê “Hemû Sûriyê pêwistiya wê heye bi alîkariyên mirovî, ne tenê navçeyên Cebhet Al Nusra”.

Rêxistinên navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên navçeyên opozisyonê tawanbar dikin ku ew hemû rêbazan bi kar tînin da ku alîkariyên ji bo miletê Sûriyê ji navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Navçeyên kurdî) re neyên şandin, ev yek li gorî ferman û biryarên Tirkiyê û berjewendiyên karmendan pêk tê. “Kombûna Toreyên Sûriyê” li gorî ku ew xwe pênase dike “Kombûna laşên rêxistinên civaka sivîl ya Sûriyê ye û armanca wê yekgirtina civaka sivîl ya Sûriyê bi riyên zelal, hevpar û dirust”.

herwiha ev kombûn civaka sivîl bi vî awayî pênase dike “Rêxistinên ku hin kes wê saz dikin da ku alîkariyê bidin kirîzeke hevpar”. Li gorî Wikipedia, tişta ku rêxistinên vê kombûnê dicivîne ew e ku ew herî kêm ji hikumet û Karên taybet serbixwe ye.

Copyright © 2017 Aso Network.