Connect with us

أخبار وتقارير

Nûçegihana Toreya ASO ya Nûçeyan rastî êrîşê hat dema ku xwepêşandana xelkên Qamişlo dişopand

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Doh roja Înê, dema ku nûçegihana Toreya ASO ya Nûçeyan xwepêşandaneke xelkên Qamişlo dişopand, ew rastî êrîşekê hat ji aliyê girûpa ku tê naskirin bi navê “Ciwanên Şoreşger”.

“Diyana Mihemed”; Nûçegihana Toreya ASO ya Nûçeyan diyar kir ku wê karê xwe yê şopandina xwepêşandanê dikir, xwepêşandan ji ber buhabûn û rewşa xirab ya jiyanê li deverê bû. Di wê demê de hejmarek xortên rûgirtî êrîşî xwepêşandanê kirin da ku xelkê ji hev belav bikin û xwepêşandan nemîne.

Nûçegihanê her wiha anî ziman ku yek ji wan êrîşkeran rê li karê wê girt û kamera û telefona wê bi zorê ji dest wê girt, piştre kamera şikand û gotinên ne di rêzê de jê re got li pêşberî hemû xelkên li wê deverê.

Nûçegihana ASO li gel hin rojnamevanên din karê xwe yê şopandina bûyerê dikirin li gorî zagonên ragihandinê yên ku derfetê dide karê rojnamegeriyê yê girêdayî zagonên ragihandin û rojnamevanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Xelkên deverê xwepêşandan li hin bajarên Cizîrê li dar xistibûn piştî ku vexwendin ji aliyê Encumena Niştîmanî ya Kurd hatibû kirin da ku nerazîbûnê nîşan bidin li hember rewşa buhabûnê û zêdekirina nirxên mazot û nan û ji bo ku rewşa jiyanî baştir bibe.

Rêveberê Toreya ASO ya Nûçeyan “Serdar Mele Derwêş” axivî û got ku êrîşa li ser nûçegihan û rojnamevanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê li pêşiya karê rojnamegerî û azadiya ragihandinê digire.

Her wiha diyar kir ku vekirina rê li pêşiya rêxistinên ciwanan yên ku piştevanî li tundiyê dikin li navçeyên Rêveberiya Xweser bi awayekî tersî zagonên azadiya ragihandinê, dibe sedem ku karê ji bo pêşxistina ragihandinê were rawestandin û tersî wê were kirin.

Rêveberê Toreyê diyar kir ku êrîşa li ser nûçegihana Toreyê nîşana xeteriyê ye û karkerên rojnamegeriyê dike armanc, her wiha êrîşên bi vî rengî rojnamevanan dixin rewşeke metirsîdar û dibe ku ziyan bigihêje wan.

“Mele Derwêş” daxwaz ji Rêveberiya Xweser kir ku divê ew li gorî zagonên ragihandinê û parastina rojnamevanan bi rola xwe rabe û lêpirsînê di derbarê vê bûyerê de veke, herwiha divê saziyên berpirsyar yên ragihandinê di Rêveberiya Xweser de vê bûyerê bişopînin û deriyê lêpirsînê lê vekin ji ber ku bû sedema zirareke derûnî û madî ji nûçegihana me re. Her wiha êrîş hat kirin li ser hin nûçegihan û saziyên ragihandinê yên ku xwepêşandan dişopandin û ev yek metersiya li ser karê rojnamevanan zêde dike eger bêdengî di derbarê van êrîşan de berdewam bike.

Copyright © 2017 Aso Network.