Connect with us

أخبار وتقارير

Veguhertina Karê sivîl ji bo dergehekî pereyan Çawa “Hayat Tahrîr Al Şam” dest daniye ser karê sivîl li navçeyên di bin kontrola wê de?

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Amadekirin: Yamin Al Xalid
Sazkirin: (S.M.D)
Li navçeyên di bin kontrola “Hayat Tahrîr Al Şam” (ya ku beriya niha “Cebhet Al Nusra” bû), azadiya karê sivîl yê rêxistinên civaka sivîl di warên mirovî û alîkardayînê de dorpêç kiriye, ji ber ku dest daniye ser qadeke fireh ya karê rêxistin û saziyên alîkariyê bi taybetî li Idlib, gundewarên wê û hin gundewarê rojavayê Helebê. Ev yek tê bi riya ferzkirina pereyan weke rêjeya wê li ser karên wan, herwiha ferzkirina rêjeyekê li ser alîkariyên ku bi riya dergehê “Bab Al Hewa” re derbas dibin û rêjeyên madî li ser projeyên rêxistinan yên li navçeyên di bin kontrola wê de.

Jêderên taybet ji navçeyên di bin kontrola “Hayat Tahrîr Al Şam” ji Toreya ASO ya Nûçeyan re diyar kir ku destdanîn û dizîna alîkariyên mirovî yên ku bi riya dergehê “Bab Al Hewa” re derbas dibin, ji aliyê karmendên Hikûmeta “Al Inqaz” ve ya girêdayî “Hayat Tahrîr Al Şam” tên kirin.

Awayê ferzkirina rêjeyan li ser rêxistinên sivîl ji aliyê Hikûmeta “Al Inqaz” ve wiha ye ku ev rêje ji erebe û tirmbêlên ku bi riya deriyê “Bab Al Hewa” re derbas dibin, tên danîn û piştre tên veguhestin ji bo avahiyeke taybet ku tê naskirin bi navê “Faktor şîn” (Ev avahî ji aliyê Hikûmeta Al Inqaz ve hatiye destnîşankirin ji bo birêvebirina navçeyên li ser sînor û tê de ofîsa berpirsê kampan heye). Rêjeya “Hayat Tahrîr Al Şam” ya ku ji pakêtên xwarinê û alîkariyên din pêk tê, tên depokirin û piştre logoya rêxistinê ji wan tê rakirin û li bazaran ev alîkarî tên firotin.

“Mehmûd Seîd” (navekî ne rasteqîn yê karkerekî rêxistineke xwecihî li Idlibê ye) dibêje ku “Hayat Tahrîr Al Şam” rêjeya zêdetirî 10% li ser alîkariyên ku rêxistinên mirovî dişînin, ferz dike. Dibe ku ev alîkarî pakêtên xwarinê bin ango pereyên projeyan bin. Rêje li ser rêxistinên ku piştgirî didin qadên tenduristî, perwerde û xizmetguzariyê (mîna elektrîk, enternêt, paqijî û her wekî din) tê ferzkirin û hemû rêxistin li gorî axaftinên Seîd rastî vê yekê tên û neçar in ku vê rêjeyê bidin

“Seîd” herwiha dibêje ku “Hayat Tahrîr Al Şam” bi riya Hikûmeta “Al Inqaz” ve serpereştiya karê rêxistinên mirovî yê belavkirina alîkariyan li ser koçberan, dike. Ev yek bi riya Rêveberiya kar û barên Koçberan tê kirin, herwiha rê nayê dayîn ji karê rêxistinan re eger bi Hikûmeta “Al Inqaz” re hevrêziyê nekin da ku serpereştiya proje û belavkirina alîkariyan li kampan bike.

Pênasîn…
“Hayat Tahrîr Al Şam” li gorî Wîkîpîdya (komeke tundirew e, di şerê navxwe yê Sûriyê de beşdar e, ji endamên berê yên “Cebhet Al Nusra” bi taybet pêk tê ku ew bûne rayedarên wê. Tevî guhertina nav û hin gavên din, lê ta niha hin dewlet hene “Hayat Tahrîr Al Şam” weke şaxê rêxistina “Al Qayîda” li Sûriyê dibînin, nemaze ku ta niha ew gelek kes û rayederên berê yên “Al Qayîda” di nava xwe de dihewîne, ew rayedarên ku roleke wan ya mezin hebû di belavkirina fikira “Al Qayîda” li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Sûrî û Iraqê.)

Kesên ku dest datînin ser karê sivîl
Jêderên xwecihî ji Toreya ASO ya Nûçeyan re diyar kirin ku mal û milkên li pey dizîna rêxistinên xwecihî tên, ji aliyê zilam û rayedarên “Hayat Tahrîr Al Şam” ve tên birêvebirin mîna “Muhamad Umer Qadîd” yê ku tê naskirin bi navê “Abû Abdilrehman Al Zirba” (Ew ji bajarokê Derkûş yê nêzî Cisir Al Şixûr li gundewarê rojavayê Idlibê ye), “Qedîd” zilamê duyem e piştî rayedarê giştî yê “Hayat Tahrîr Al Şam”, ew rêvebirê Kompaniya WETED ya petrolê ye ku kompaniya tekane ya sûtemeniyê li hemû navçeyên Idlibê difiroşe, ew xwedî milk û avahiyan e li bajarokê Silqîn, xwedî navendên firotina tirmbêlan e li bajarokê Sermeda. Kesekî nêzî Qedîd (Navê xwe eşkere nekir) ku di kompaniya WETED de kar dike, diyar kir ku Qedîd nêzî 50 hezar dolarên emerîkî bi awayekî mehane ji bo xwe bidest dixe.

Li navçeyên bakur-rojavayê Sûriyê danûstandin bi lîreya tirkî ye, ev yek ji aliyê saziyên opozisyona sûrî ve hat piştgirîdan û gelek çavdêr dibêjin ku ew dikeve xizmeta berjewendiyên Tirkiyê ya ku dest daniye ser wan navçeyan, lê pevguhertina lîreya sûrî bi ya tirkî xwedî bandoreke negatîv bû li ser hemwelatiyan.

Kampên ne rasteqîn ji bo bidestxistina pereyan
Piştî “Hayat Tahrîr Al Şam” dît ku kamp ji bo wê jêdereke giring ya pereyan e, di Îlûna sala 2020’an de “Hayat Tahrîr Al Şam” nêzî 50 kampên ne rasteqîn damezirand li navçeyên cuda yên bajarokên Sermeda, Atmî, Dêr Hesen û Keferlosîn li gundewarê bakurê Idlibê, herwiha wê ji rêxistinên mirovî yên xwecihî xwest ku piştgiriyê bidin van kampên ku hema mirov dikare bêje kampên vala ne û tenê hin rayedar û endamên “Hayat Tahrîr Al Şam” tê de dimînin. Di rastiyê de ew kamp ne rasteqîn in û tenê ji bo bidestxistina pereyan ji rêxistinên mirovî hatine çêkirin.

Rewakirina diyar ya dizînê
“Îmad Al Hac Abdo” karmendekî berê yê rêxistina “Dest bi Dest” e, ji Toreya ASO ya Nûçeyan re dibêje ku serweriya ne rewa ya “Hayat Tahrîr Al Şam” li ser kar û xebatên rêxistinên mirovî bûye tiştekî eşkere ji şopgirên karê sivîl li bakur-rojavayê Idlibê û ev yek “Hayat Tahrîr Al Şam” venaşêre, li gorî “Hayat Tahrîr Al Şam” ev yek rêxistinkirina kar e li herêmê di bin sîwana Hikûmeta “Al Inqaz” de.
“Al Hac Abdo” tekez dike ku 10 ta 15 % ew e rêjeya “Hayat Tahrîr Al Şam” ferz dike li ser pereyên tên terxankirin ji bo cibcîkirina projeyan, heman rêje tê ferzkirin li ser alîkariyên xwarinê yên ji bo kampên di bin kontrola wê de ne.
“Hayat Tahrîr Al Şam” şerê ramanên sivîl dike, ew ramanên ku doza demokrasiyê dikin, lê di dema dawî de hewil dide ku rûyekî dijberî fikirê xwe yê tundirew ji civaka navdewletî re nîşan bide, ev yek di hevdîtinên rayedarê giştî yê “Hayat Tahrîr Al Şam” “Abû Muhamad Al Cawlanî” de diyar dibû.

Karê rêxistinên sivîl li Sûriyê diyar bû piştî kirîza li wî welatî, piraniya van rêxistinan ji civaka navdewletî ve tên piştgirîdan, lê hin rêxistinên din xizmeta siyasetên aliyên herêmî yan erebî yên ku piştgiriyê didin wan, dikin.
Karê sivîl li navçeyên opozisyonê dikarîbû piştgiriya herî mezin ya civaka navdewletî bidest bixe, lê karê van rêxistinan lawaz bû ji ber serweriya girûpên radîkal li wan navçeyan, herwiha karê sivîl zehmet bû ji ber ku rêxistinên xwecihî li Tirkiyê dimînin. Tirkiyê piştî sala 2015’an zehmetî danîn pêşberî karê sivîl û giringî da piştgirîkirina hêzên siyasî û leşkerî li Sûriyê.

Projeyên karê sivîl divê Hikûmeta “Al Inqaz” li ser wan erê bike
“Îmad Al Hac Abdo” diyar dike ku her projeyek karê sivîl divê erêkirina Hikûmeta “Al Inqaz” li ser hebe, herwiha divê ev hikûmet serpereştiya heman karî bike ji destpêkê ta dawiyê. Hikûmet ew e ya ku kesên ji van projeyan sûdê werdigirin, diyar dike, hikûmet giringiyê dide projeyên ku piştgiriyê didin koçberan, lewra hejmarek kes ji aliyê hikûmeta “Al Inqaz” ve tê destnîşankirin da ku sûdê ji van projeyan wergirin, helbet ew kes nêzî “Hayat Tahrîr Al Şam” in.

Li aliyê piştgirîdayîna maldar yan komeleyan, “Hayat Tahrîr Al Şam” bi riya hikûmeta “Al Inqaz” ve baceyan li ser alîkariyên wan ferz dike û beşeke van alîkariyan ji bo “Hayat Tahrîr Al Şam” tê terxankirin.

Gelek rêxistinên sivîl karê xwe li bakur-rojavayê Sûriyê kêm kirin ji ber serweriya “Hayat Tahrîr Al Şam” ji navçeyê re, herwiha hin rêxistinên navdewletî alîkariya xwe ji bo rêxistinên wan navçeyan sekinand ji ber metirsiya çûyîna wê alîkariya ji bo xurtkirina terorê, nemaze ku “Hayat Tahrîr Al Şam” wekî girûpeke tundirew tê naskirin.

Di heman demê de hin sazî û rêxistinên xwecihî li wan navçeyan kar dikin di bin şert û mercên “Hayat Tahrîr Al Şam” de. (Li gorî serjimarên ne fermî) nêzî 100 rêxistinên xwecihî û mirovî li wan navçeyan kar dikin, di nav wan de Hayeta Hawarçûna mirovî û mafê mirovan û azadiyê IHH ya Tirk, rêxistina Ataa, rêxistina Şefeq, rêxistina Syria Relief, rêxistina Benfsec û tîma Mulhim ya xwebexş. Piraniya van rêxistinan destûra xwe ya kar ji Tirkiyê wergirtine, ofîsên wan li Tirkiyê hene û ji aliyê Yekîtiya Ewropa û rêxistinên navdewletî tên piştgirîkirin.

Copyright © 2017 Aso Network.