Connect with us

أخبار وتقارير

Alîkarên Kevaniyên Malan” Beşek in ku xwe vedişêrin ji çavên civakê”

نشر

قبل

-
حجم الخط:

ASO-Ehmed Demlexî

Karkerên malan yan ku “Alîkarên Kevaniyên malan”, pîşeyek e pêwîstiya bi wê zêde dibe bi zêdebûna pêwîstiya jinan ji bo kar û berfirehbûna jiyana modern. Hejmara jinên ku berê xwe didin vê pîşeyê zêde dibe da ku pêwîstiyên xwe yên jiyanê pêk bînin di dema ku rewşa aborî xirab e ji ber sedemên cur be cur ku di serî de şerên çekdarî yên ku li herêmê qewimîne.

Karkerên li malan; jin in, alîkariya kevaniyên malan di karên paqijiya rojane yan demsalane dikin, karê wan pireng e mîna paqijkirina malan, paqijkirina bermayên nexweşan, nanpêjkarî yan jî xwedîkirina zarok û temenmezinan. Ev hemû beramberî nirxekî diyar yê rojane ne, eger ev jin xwedî şans bin, wê demê dê nirxê karê wan heftane yan mehane be.

Jinên di vî warî de rastî zehmetiyên balkêş tên ku di serî de ne rêxistinbûna kar, çûn û hatina ji deverekê ber bi devereke din ve, piraniya xwediyên karên wan û xeteriya derbasbûna malan ku dibe ku rastî bê exlaqî yan binpêkirinan bên.

Li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên ku vî karî dikin gelek çîrokan jiyan dikin ku hemû çîrokên wan veşartî ne ji çavên civakê ji tirsa ku civak bêhtir bi çavekê nizim li wan binêre.

“Rîhab” jineke çil salî ye, çar zarokên wê hene ku yê mezin deh salî ye, hevjînê “Rîhab” ji ber nexweşiyeke giran canê xwe ji dest da û piştre wê dest bi karê alîkariya kevaniyên malan li bajêr kir di derbarê paqijkirina malên wan de.

“Rîhab” ji Toreya ASO ya Nûçeyan re dibêje ku piştî hevjînê wê canê xwe ji dest da, ew li pêşberî du riyan mabû, yan ku divê kar bikira da ku bixwe jiyan bike, yan jî li benda alîkariya xelkên bajêr bimaya, lê ji ber ku ew li nav civakeke rojhilatî de bû, dê hemû alîkariyên ji bo wê bihatana pêşkêşkirin wê bi çavên kêmasiyê bana li gorî ew dibêje, ji ber vê yekê wê kar hilbijart da ku bixwe zarokên xwe wedî bike.

Gava yekem ya “Rîhab” di vî warê ku pir zehmetiyên veşartî tê de hene ew bû dema ku cîraneke wê jê xwest alîkariya wê bike di paqijkirina malê de beramberî hinek pereyan.

Yek ji herî rewşên dijwar yên ku “Rîhab” rastî wan hatin dema ev kar kir ew bû ku xwediya malê ew tawanbar kir bi dizîna pereyên wê.
“Rîhab” wiha dibêje “Kevaniya malê min tawanbar kir bi vê yekê ku min pereyên di odeya razana wê de dizîne, ez tu caran derbasî wê odeyê nebibûm, dema ku piştre hat xuyakirin ku hevjînê wê ew pere biribûn, lêborîna xwe ji min xwest û hinek pere dane min ji bo ez razî bibim, min ew pere qebûl nekirin ji ber ku ew kêliyên min jiyan dikirin ku tê de ez tawanbar bûm hêja bûn ku ez dest ji hemû pereyên xwe berdim tenê ji bo ez ji wê tawanê rizgar bibim”.

Jinên ku vî karî li bajarê xwe dikin, kêşeya şermbûna vê pîşeyê dikişînin ku şerm dikin karê xwe ji xelkê re eşkere bikin eger ew xelk di heman asta wan ya aborî û civakî de bin jî.
Ev beş gelek aliyên tarî di jiyana xwe de vedişêrin, ku herdem ronî li ser tê dayîn bi riya dramaya sûrî ku wan di rewşeke lawaz û nizim de dide nîşandan.

“Maram” ya 34 salî, beriya sê salan dest bi vî karî li bajêr kir, ew di sala 2018’an de rastî nexweşiyekê hat û ji ber wê dest ji karê xwe yê paqijkirina peymangeheke bajêr berda, lê ji ber rewşa aborî ya dijwar, wê biryar da ku dîsan kar bike da ku alîkariya hevjînê xwe bike.
“Maram” di karên paqijkirina malan de rastî gelek bûyeran hat, bûyera dawî ew bû dema ku wê dîwarên malekê paqij dikir û rastî birûskeke elektrîkê hat ku di encamê de çend deqeyan ji ser hişê xwe ve çû. Piştî vê bûyerê qebûlkirina hevjînê wê ji bo vegera wê ya kar, pir zehmet bû.

Tirsa ji civakê û belavbûna gotegotên xirab bûn sedem ku “S.F” nikaribe binpêkirinên ku rastî wê hatin dema ku ev kar dikir, bîne ser ziman.

“S.F” 28 salî ye, diya du zarokan e, hevjînê wê dest ji wan berda û derket derveyî welêt bêyî ku li paş xwe binêre, piştre wê xwe dît ku tenê maye beramberî jiyanê li gel du zarokên biçûk ku pêwîstiya wan bi guhdan û pêdiviyan heye.

Destdirêjiya beden yek ji herî bûyerên metirsîdar bûn yên ku rastî “S.F” hatin ji aliyê xwediyê mala ku tê de kar dikir, dema ku wê li wê malê kar dikir û divabû kesek li malê tune ba, ji nişkê ve dît ku xwediyê malê vegeriya mal û hewl da destdirêjiyê lê bike.

“S.F” dibêje “Min dixwest vê yekê ji hevjîna wî re bêjim lê tirsa min ji karvedana wê û dengvedana bûyerê bûn sedem ku ez nebêjim, min dest ji kar berda bi bihaneya nexweşiya zarokeke min”.

Li gorî “Asma Remo” hevseroka ofîsa kar û bar li bajarê Minbicê, karê paqijkirina malan karekî serbixwe ye û tu zagon ji bo rêxistinkirina vî karî û parastina karkerên di vî warî de tune ye, herwiha di rêziknameya Rêveberiya Xweser de tu bend tune ye ku ev karker xwe li gel wan tomar bikin, ji ber vê yekê tu serjimarî di derbarê hejmara van karkeran de tune ye.

“Remo” dide zanîn ku ta niha wan tu gilî yan dosya di vî derbarî de wernegirtine, dibe ku sedem ew be ku jinên di vî warî de kar dikin dibînin ku ew aliyê herî lawaz in, ev yek li gel tirsa ji gotinên civak û derdorê.

Çareseriya rizgarkirina jinan ji hemû astengiyên ku rastî wan tên ew e ku zagonek hebe ji bo parastina jinê di hemû qadên kar de, herwiha peydabûna hişmendiyekê di nava civakê de ku giringiyê bide karê jinê û bidawîkirina nêrîna tawanbar ji jinan re dema ku rastî pirsgirêkan tên.

Copyright © 2017 Aso Network.