Connect with us

أخبار وتقارير

Girûpa El Emşat: Pirojeyên madî yên ku samanên zêde û ne rewan diyar dikin… herwih xelkên Şêx Hedîd yên Efrînê di nava metirsiyekê de ne ji ber desthilatdariya Abû Amşa û dagirkeriya Tirkiyêa

نشر

قبل

-
حجم الخط:

Amadekirin: Yamin Al-Xalid
Sazkirin Ala Al-Rebiyî
Girûpa Sultan Silêman Şah ya girêdayî artêşa niştimanî ya Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştgirîkirin, bûye xeteriyekê li ser jiyana sivîlan li Efrînê.

Ev yek di nava berdewamiya binpêkirinên ku ev girûp di derheqê xelkên resen yên deverê de dike, binpêkirin kesane û giştî ne, mîna operasyonên koçkirinê yên di derheqê welatiyan de, desteserkirina li ser mal û milkên sivîlan û bicihkirina kesên biyanî yên ku ji parêzgehên din hatine li şûna xelkên resen.

Ev hehemû ji bilî destserkirina zeviyên cotkaran û avakirina pirojeyên madî, di encamê de ziyan û zerer digihêje sivîlan û qeydkirina azadiya mirovan bi giştî û azadiya jinê bi taybetî.

Xelkên Efrînê ji sala 2018`an ve piştî dagirkirina Tirkiyê ji deverê re, di nava rewşên zehmet yên ku saziyên navdewletî wekî rewşa dagirkerî, rûxandina heyînên sereke yên bajêr û guhertina demografîk li navçeyê bi nav kirin.

“Mihemed Al-Casim” yê ku tê naskirin bi navê “Ebû Emşa” rayedarê girûpa Sûltan Silêman Şah e. Gelek guman li derdora Ebû Emşa hene ku çawa gihştiye asta rêvebirina vê girûpê di warê leşkerî de û piştgirîkirina Tirkiyê jê re beramberî binpêkirinên ku girûpa wî dike di derheqê sivîlên li Efrînê bi giştî û yên li navçeya Şêx Hedîd ya gundewarê Efrînê bi taybetî.

Piroje û pereyên bê jêder:
Hin jêderên xwecihî ji Toreya ASO ya Nûçeyan re diyar kirin ku ji serê sala 2021an de heta 1’ê Hezêrana 2021’an, girûpa Silêman Şah 35 pirojeyên madî li Efrînê dane destpêkirin, mîna xwaringeh, çayxane, lîstikgeh, firoşgeh, golên avjeniyê û hwd.
Li gorî jêderên taybet, ji bo her pirojeyekê di navbera 15 heta 50 hezar dolarên Emerîkî jê re lazim e, hemû piroje dibin serpereştiya “Mihemed Al-Casim” yê ku tê binavkirin “EbEbEmşa” û birayê wî “Sêf Emşa” de ne. Ev piroje li nava erd yan jî di avahiyên xelekên resen yên koçberkirî de tên kirin, ew xelkên ku hatin koçberkirin ji navçeya Şiyê li gundewarê Efrînê.

Rayedarê girûpa Silêman Şah xwedîbûna xwe li van pirojeyan vedişêre bi riya birayê xwe û hin rayedarên din yên girûpê, her wiha bi riya radestkirina van pirojeyan ji bo kesên sivîl da ku serpereştiya wan bikin.

Bace
Jêderên pereyên girûpa Silêman Şah pir in û ne diyar in, gelek ji wan veşartî ne ji ber ku bi awayekî ne rewa kar dikin, yên ne veşartî ew in ku baceyên di navbera 200 heta 400 dolarên emerîkî li ser xelkên navçeya Şiyê tê ferzkirin da ku li malên xwe bimînin û neyên qewitandin, her wiha bace û pereyên zêde li ser cotkaran tên ferzkirin ku dighêjin 300 dolarên emerîkî ji bo her malbatekê.

Li gel vê yekê ev girûp koçberên parêzgehên Sûriyê yên din li malên xelkên resen yên Efrînê bi cih dikin.
Ev yek dibin zext û gefdayînan de tê kirin û ew e guhertina demografîk ya ku Tirkiyê dixwaze li navçeyê pêk bîne ku di encamê de, bi dehan malbatên navçeyê yên resen bi riya danîna astengî û zexteyan hatin koçberkirin ji mal û warên xwe.

Ferzkirina Îdyolojiyê li Efrînê
Binpêkirinên li Efrînê tên kirin, ne tenê di warê astengkirina jiyanê de ne. Jêderên taybet ji Toreya ASO ya Nûçeyan re tekez kirin ku girûpa Silêman Şah ya girêdayî dagirkeriya Tirkiyê, îdyolojiya olî jî ferz dike bi riya danîna keleman li hember azadiya kesane ya xelkên ku li Efrînê mane. Ev girûp lixwekirina destmalê (Hîcabê) li ser jinên kurd ferz dikin. Her jineke bê hîcib rastî cezayê tê, ev ceza digihêje asta binçavkirinê û îşkencekirinê.

Her dem hûrbînî û çavdêrî li ser firoşgehên cilên jinan heye û her dem ji xwediyên wan firoşgehan re tê gotin ku nabe hûn cilên (ne rewa) bifiroşin jinên kurdan.
“Bîlal” (navekî ne rasteqîn yê çalakvanekî ku li gundewarê bakurê Helebê dimîne) yê sih salî, ji Toreya ASO ya Nûçeyan re diyar kir ku girûpa Silêman Şah ji destpêka dagirkirina Efrînê de bi zanebûn dixwaze ku li ser jinan astengiyan ferz bikin, bi taybet jinên resen yên kurd ku tevlîbûna di navbera wan û jinên bajarên din yên li Efrînê bi cih bûne de, qedexe bikin. Her wiha li ser jinên Efrînê yên ku temenên wan ji 14 sal û ber bi jor ve, cilên olî (îslamî) ferz dikin.
Efrîn tê naskirin ku navçeya jiyana hevbeş, azadî û pejirandina civakê ji ramanên pêşverû re ye.
Xelkên Efrînê ferzkirina li hember azadiya kesane tu carî jiyan nekiribûn, ev yek tenê dema ku Efrîn ji aliyê artêşa niştîmanî ya Sûriyê ve hate dagirkirin dîtin.

“Bîlal” berdewam dike û li ser belgekirina rewşên binpêkirinê yên derheqê jinên ku zagonên cilên îslamî tevnagerin diaxive, gelek jin bi behaneya binpêkirina rê û resmên giştî yên cilan hatin girtin, ev jî yek ji astengkirinên ku xelkên deverê yên mayî lê rast tên.

Jinên ku li Efrînê jiyan dikin, rastî nijadperestiyê ji aliyê girûpên çekdar û xelkên ji bajarên din hatine ve tên. Li ser bingeha netew û eslê wan, bi wan re danûstandin dibin, weke mînak dibe ku kesek bi behaneya girêdana bi girûpeke çekdar ya kurd ve were girtin.

Guhertina demografîk û binpêkirina nasnameyê
“Bîlal” di axaftina xwe ya bi Toreya ASO ya Nûçeyan re diyar kir ku girûpa El-Emşat li gel girûpên artêşa niştimanî ya Sûriyê kar dikin ku nasnameya Kurd li Efrînê binpê bikin û rengên Erebî û Tirkî bidin deverê û li ser wê ferz bikin, her wiha rewşa niştecihbûnê tevlîhev bikin.
Ji bo vê yekê, gelek rêxistin û saziyên ku bi navê mirovatiyê tevdigerin û ji aliyê Tirkiyê ve tên piştgirîkirin, bi riya avakirina mizgeft û navendên ezberkirina Quranê dixwazin Îdyolociya olî ferz bikin û Zimanên Erebî û Tirkî bidin fêrkirin.
Hin aliyên ku Tirkiyê û artêşa niştimanî ya Sûriyê piştigiriya wan dikin, 4 mizgeft (Di nav wan de mizgefta mezin ya bi navê Omer Bin Al-Xetab), navendeke fêrkirina Zimanê Tirkî û jimareke pêşdibistanên zarokan bi navê “Barayim Al-Cana” ava kirin di dema navbera destpêka Adara 2021’an û Gulana 202y’an de.

Ev hemû pêk hatin bi piştgirîdayîna eşkere ji girûpa Silêman Şah û saziyên islamî, her wiha piştgiriya rêveberiya olan ya ku di bin sîwana dagirkeriya Tirkiyê de li navçeya Şiyê kar dike.

Di bersiva pirseke Toreya ASO ya Nûçeyan di derbarê Girûpa Silêman Şah ku navçe vala kiriye ji xelkên wê, bersiv ew bû ku tişta ku girûpa Silêman Şah dike ew e valakirina navçeyê ji xelkên wê yên kurd û resen, her wiha astengkirin û danîna keleman ji bo ku xelk neçar bibin dest ji warê xwe berdin.

Girtîgehên van Girûpan tijî kurdên sivîl in
Jêderên ji nava bajarê Efrînê tekez kirin ku girtîgehên van girûpan – di nav wan de girtîgehên navçeya Şiyê – tijî xelkên deverê yên resen in. Jêderan ev yek weke siyasetên qirêj û faşist bi nav kirin, weke mînak, kesê ku qebûl nake mal û milkên xwe radestî van girûpan bike û teslîm bibe, bê guman dê were girtin.
Ev girtîgehên ku bi sedan kes tê de ne û bihaneya herî sivik ya girtina wan ew e têkiliya bi girûpên çekdar yên kurd re.
Jêderekî taybet ji nava navçeya Şiyê li ser Zimanê girûpên artêşa niştimanî ya Sûriyê, tekez kir ku “Mihemed Al-Casim” (Ebû Emşa) rayedarê girûpê bixwe dozên girtiyên kurd dişopîne û serpereştiya karê îşkencekirina wan dike. Ebû Emşa; rêveberê fikira tirsandinê ye, ew fikira ku xelkên sivîl dorpêç dike, her wiha Abû Amşa maf dide endamên xwe ku her kesî caza bikin û hesab jê bixwazin bi awaykî tund û bi vê yekê cudabûneke mezin dixe navbera kesên leşker û kesên sivîl.
Heman jêderî yê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji ber metirsiya şopandina wî, diyar kir ku her endam, fermandar yan jî rayedarê ku fermanên Ebû Emşa red bike, dê bi awayekî rasterast rastî lêdan û îşkencekirinê were. Ji ber vê yekê tu kes li navçeya Ebû Emşa nikare dijbertiya wî bike.

Tişta herî dawî ya ku Ebû Emşa kirî ew e ku mûçeyên hezar endamên li Ezrebîcanê beşdarî şer bibûn, dizî û hat zanîn ku ew pere bi giştî derdora 140 hezar dolarên emerîkî bûn.

Hêjayî gotinê ye ku girûpa Silêman Şah girêdayî artêşa niştimanî ya Sûriyê ya ku ji aliyê xwe ve girêdayî dagirkeriya Tirkiyê ye, fermandarê wê kesê bi navê Mihemed Al-Casim (Ebû Emşa) ye, Ebû Emşa ji gundê Al-Xosa yê gundewarê bakurê Hemayê ye, beriya şerê Sûriyê biqewime wî wekî ajokarê terektora çandiniyê kar dikir, piştî şer li Sûriyê qewimî wî lîwaya “Xet Al-Nar” damezirand û piştre girûpa Al-Sûltan Silêman Şah ku ev girûp niha dest danîye ser hemû navçeya Şiyê.
Ebû Emşa wekî destê Tirkiyê ye li navçeyê û niha padîşahekê li ser êş û azarên xelkên deverê ava dike.

Copyright © 2017 Aso Network.